67
Nivîskar dimire – pirtûk dimîne,
Pirtûk dipizine – raman dimîne!
Dar dişewite – reh dimîne,
Reh hişk dibe – ax dimîne!
Xwelî diterike – baran dibare,
Baran vedike – dar dibişkive!
Dar gul dide – bilbil dixwîne,
Sewta berbangê – evîn dikene!
Evîn vedibeşire – tav diteyîse,
Ro tîrêj dide – nivîskar dinvîse!..
Prîskê Mihoyî.