Ez bi we ra ji bo mirina heval Xelîlê Çaçan — wî peyayê payebilind — xemgîn û dil tijî kul û ah û kovan dibim. Heval Xelîl stêrkeke geş û ronî bû û di şevreşa rewşa miletê me da ji esmanê torevanî qurijî û bi carekê va unda bû. Hêvîdar im, ku bîrewarên kurdên Sovyetistanê bi gernasî şûna wî bigrin. Heval Xelîl serê xwe danî, lê navekî mezin û malbeteke hêja û payedar şûna xwe hîşt. Hêvîdar im tarîxa jîndarîya heval Xelîl dûr û dirêj bê nivîsar û ji me ra bihêlin, ku tarîxa Kurdistanê di rojekê fire û bilind bibe. De, xwedê wî di buhuştê da, di qata jorîn da dilşad û rûgeş xwedî bike.
Heval û dilxwezê we — Cegerxwîn. Hozanê kurda yê mezin.
Rola radyoya kurdî ya Yêrêvanê û serokê wê Xelîlê Çaçan di karê hişyarkirina gelê Kurdistanê da pir e.
Mistefa Barzanî — Lîderê kurda.
Xelîlê Çaçan hiş û mejûyê radyoya kurdî ya Yêrêvanê bû.
Qanatê Kurdo — Profêsor, kurdzanê navdar.
Xelîlê Çaçan pey xwe ra ji bo gel 1800 sitiran, 40 pîês-şano, 5 pirtûk, bi deha gotarên delal hîştin. Sed heyf, ku ew serhevdu 57 sal jîya… Û ewqas kar. Lê eger 75-80 sal bijîta? Vî alî da jî felekê ji me ra xayîntî kir.
Hecîyê Cindî — Profesor, folklorîst.
Mirin ya hemû mirovane. Lê xwezî bi wan kesan, ku jîna xwe di xizmeta gelê xwe da derbaz dikin, bi serfirazî dijîn û bi serbilindî jî dimirin. Xelîlê Çaçan navekî paqij li pey xwe hîşt û herwaha ji malbeta xwe xebatkarên bona gel yên hêja gîhand. Ji ber wê em dikarin bêjin, ku ew nemirîye. Navê wî di nava kurdên nemir da hatîye nivîsîn û cîgirtin.
Mehmed Emîn Bozarsilan — Lêkolîner û nivîskar.
Ji wan 1400 sitiran û miqamên kurdî, ku bi saya Xelîlê Çaçan hatine berevkirinê û bi radiyoyê têne elamkirinê, her yek heykeleke ji bo bîranîna wî.
Emerîkê Serdar — Berpirsyarê «Rya teze».
Xelîlê Çaçan mînanî sîyasetmedarên çavtirsîyayî bend û asteng ne didane ber kilamên kurdî û meselên gel. Ewî him ew kilam dane dengnivîsandinê, him jî pareke wan bi pirtûkeke cihê da çapkirinê.
Fêrîkê Ûsiv — Helbestvanê navdar.
Ew yek, ku îro kurdên Gurcistanê di warê çanda kurdî da pêş ketine, wî karî da keda Xelîlê bira pir e. Ew her dem li me dibû mêvan, li malên kurda yek bi yek digerîya, gotin û sitiranên wan hildida û bi radyoya kurdî dida. Mirina Xelîlê Çaçan derbeke giran bû, ku li me û gelê me ket.
Baxçoyê Îsko — Serokê Komela Nivîskarên Kurd li Gurcistanê.
Ez ji navê kurdên Qazaxistanê û Asîya Navîn dibêjim, ku em minetdar û deyndarê Xelîlê Çaçan in. Ez xemgînîya xwe dixwezim bi helbestekê bînime zimên:
De xatirê te, lawê kurdayî qenc û delal,
Te sefera xwe xilaznekirî gihîştî li mal,
Zû-dereng emê bi tera bibin heval,
Bira kevirê gorê ji tera bibe belgîyê berpal.
Medoyê Elî — Nivîskarê kurd ji Qazaxistanê.
Ji pirtûka Xelîlê Çaçan «Cewahiren Kurdi»