Wekî tê zanînê zeman, livbazîya madê ya di gerdûnêdeye.Lêvbazîya madê ya di gerdûnê’de jêre Zeman têt gotinê.Paşê zeman zana (kronologa) gorî zanista salnameyê zeman bi salan,heyvan,saet û kêliyan ji hev parve kirine.
Zeman, me hemûyan bi xwe re girê dide.Yan jî em hemû bi bendên veşartî û eşkere zimanve girêdayîne.
✓Zeman,me hemûyan pêşeroj û paşerojêve girê dide. Lê belê hinek ji me zaf pêşerojê û hinek me jî zêde paşerojêve girêdayîne.
✓Hinek ji me bi qeydê eşkere û hinek me jî bi bendên veşartî zemanve girêdayîne. Hinek ji me qeyd û bendan diqetînin,lê hin ji me heya mirinê yexsîr dimînin.
✓ Zeman, ji bo hinka zafer û emane,lê ji bo hinka binketin û zîyane.Ji bo hinka ceng û talane, lê ji bo hinka mirin û girayane.
✓Di nîv herka zemande mirov pir gelek tiştan hîn dibe, hin mirovên tu dost dizanî dibin dijminê te, hin mirovên tu wekî dijmin dibînî jî dibin dostê te,ên herî resen. Yanî Zeman, mamostê herî rasteqîne. Bê zar û bê zimane!…
✓Gelemperî em hemû di nîv heysebeysa paşeroj û pêşerojêde tengav dibin û dimînin. Hinek ji me zeman, bêhtirîn ser xwe teng û dijwar dikin,lê hinek ji me zeman ser xwe fireh û ferah dikin.
✓Belê Zeman,fenanî perestgeheke bê zar û bê zimane,em hemû pêş wê perestgehê giriftar û yexsîr bendene.
✓Hîç tu kes nikare zeman kontrol bike, lê em dikarin bi zeman’re hevseng û nîv ahengêda jîyan bikin. Em dikarin bi hêza bîr û baweriyê, bi hêza ked û afirînêrîyê,bi hêza felsefe û ramanê, bi hêza huner û wêjeyêva jan-êşên jîyanê sivik bikin.
✓Duh çûye, rabirdûye,xatiraye, ji bîr neke,şîna duh û pêr jî neke. Nede pey rojên borî. Tişta çû nede dû. Siberoj ne dîyare,muamaye, hîç tu kes nezane wê çi bîne û çê bibe. Tu tewna xwe baş darxe. Nexşe û bernameya xwe çêke,lê zêde fikar û xemgînîyê nekişîne. Xem û keder xîmê jîyanê hildiweşîne.
✓Em hemû baş dizanin ku pêkve em bi kêlîya zeman ya herî piçûk bi yek anê’re (elan,naha’ve) girêdayî ne. Tu îro jîyan bike, mafê jîyanê mafê herî pîroze. Heman rengî Îro derfet û xenîmetek mezine,zîyan meke…
✓Belê di kurte jîyanêde tişta herî giranbeha Zemane,lê mixabin tişta ku herî pir em erzan û baderhewa xerc dikin jî dîsa zemane !!!
igdirdogusgazetesi.com