Ev mijar birîneke kur û rastiyeke tal e civakê dikişîne nav nakokiyekê. Mirov dema li hunermendekî/ê Kurd guhdarî dike, ne tenê li deng an jî jiyana wî/wê ya hunerî dinêre; di heman demê de li serwextî, rûmet û dilsoziya wî/wê ya li hemberî ziman û çanda wî gelî jî dinêre. Lê mixabin, dema ew hunermendên bi salan e li ser dikê bi kilamên kurdî dilê xelkê dilerizînin, di jiyana rojane an jî di hevpeyvînan de du gotinên kurdî yên rast û dirust li hev nayînin, ew wêneya wan ya mezin di çavê gel de hûr û kur dibe.
Dema ku ew kurdiyeke «stûxwâr», bi şêwaz û rêzimanê tirkî yê wergerandî diaxivin, meriv jê aciz dibe; çimkî meriv dibîne zimanê wan ê ramanê gihştiye asteke wisa êdî nikarin bi zimanê diya xwe bifikirin. Ew hestiyarî, ew estetîk û ew dewlemendiya di stranan de heye, di axavtina wan de winda dibe. Ev rewş wekî lihevcivandineke fîzikî ye tu rih tê de nîn e.
Sedemên vê yekê helbet pir in û mirov dikare ji gelek aliyan ve lê binêre:
Siyaseta Bişavtinê (Asimilasyon): Bi salan e siyaseta bişavtinê li ser vê xakê sîstematîk dimeşe. Sîstema perwerdehî, televîzyon, jiyana aborî û fermî hamû bi tirkî hatine hûnandin. Ev hunermend jî di nav vê sîstemê de mezin bûne û jiyana wan ya rojane, xwendin û ramanên wan bi tirkî şikl girtine.
Kêmasiya Xweresbûnê: Strankirin carna dibe tenê dubarekirina hafizeya berê. Hunermendek dikare kilameke herêmî an jî klasîk pir xweş bistrê, lê eger ew bi xwe pirtûkên kurdî nexwîne, bi kurdî nenivîse û di nav ziman de nejî, zimanê wî/wê tenê di asteke folklorîk de asê dimîne.
Prestîja Çewt û Kompleks: Carna jî meriv hîs dike ku hinek ji wan, axavtina bi tirkî wekî nîşaneya «modernbûn» an jî «rewşenbîriyê» dibînin. Dema neçar dibin kurdî biaxivin, bi hinceta «Kurdîya min ne baş e» hinekî bi xemsarî û xatiran nêzîk dibin, ev yek di dilê guhdar de birîneke din vedike.
Gelek caran dema meriv li ber televîzyonê an jî li ser torên civakî li hevpeyvîneke wan guhdarî dike, meriv dibêje qey «Xwezila tenê bistra û qet neaxiviya.» Ji ber ku her carna peyvên tirkî di nav re derbas dikin, tewlandina tirkî li ser peyvên kurdî çêdikin, ew rûmeta zimanê kurdî ya bi hezar salan e li ber xwe dide, sivik dikin.
Ziman, tenê amûreke ragihandinê nîn e; ew nasname ye, rûmet e û malika ramanê ye. Hunermendekî/ê ku bibe dengê gelê xwe, divê bibe parêzvanê herî mezin ê zimanê wî gelî jî. Çimkî gel, wî/wê hunermendî/ê li ser serê xwe datîne da ku bibe neynika çanda wî. Dema neynik derizî be, dîmenê ku nîşan dide jî dilê mirov diêşîme. Ew birîna em behs dikin, hestê her kurdekî/e ku qîmetê dide zimanê xwe ye; daxwaza hov û dilsor a civakê ye ku dixwaze hunermendên wan, ne tenê li ser dikê, di her kêliya jiyana xwe de xwedî li rûmeta zimanê xwe derkevin.
Welat BAZÎDÎ