Dema mirov di dîroka gela ra dibe nas, divîne, ku parêzerê ziman û nirxên netewî hîmlî oldar bûne, ji bo ew li nav gel da civaka here xwendî, pêşketî bûne. Rast e, konsêrvatîzma olî jî hebûye lê payê wan ê pirê rewşembîrên dema xwe ye mezin bûne: zanyarên Xwedênasyê, nivîskar, fîlîsof, zimanzanê netewî… Wana ne ku tenê seva bawerî, erf-edet, eyd-erefatê gelê xwe şerkarî kirine, li nav gel da xebitîne, gel pey xwe birine, lê usan jî çanda gelê xwe zengîn kirine, zimanê gelê xwe xemilandine, bedew û şimşat kirine, ol gelê xwe ra kirine ruh, xûn û qinêt, nivîsarên pir bi qîmet ji pey xwe hîştine…
Berê usa bûye, niha jî usan e.
Bi keser gerekê bê gotin, di wî alî da dîrok a gelê kurd pir zeyîf e. Gelê me ji bona birayên xweye baweriyê her tişt kiriye, xûn rêtiye, serê xwe daye, ji wan ra dewlet û împêratorî saz kiriye, ew ji dijminên wan xweyî kiriye, demê teng da pişta wan sekiniye, çand û kûltûra wan dewlemend kiriye, lê bira tim bi çavên dagerkiriyê, netewa kurd di nav xwe da helandinê, tune kirinê Kurda nihêrîne, ew di nav tariyê û nezaniyê da hîştine. Bi mecalên cûrbicûr, xapandinê, nehîştine li nav Kurda da ol û netew dirêjiya dîrokê da li nav hev da bihelin, bivin yekîtîke ruhî. Nehîştine ku bawerî zimanê kurdî jî hemêzke.
Di nav Kurda da çend ol û mesheb hene… Ew ol jî hîmlî dijî hev in, carna di destê dagerkira da bûne çekê dijîtyê, dagerkira ew dijîtî dane xebatê, ku tifaq û yekîtî li nav gelê Kurd da çênebe. Peyva dîndijminatiyê li zimanê Kurdî da heye: yanê neyartiya seva bawariyê. Bi wê meniyê jî bi dewranan Kurda çiqas şerê hev kiriye, xûna hev rêtiye, tek Xwede zane.
Bi texmîna min gelê Kurd milethiz nîne, olhiz e. Olhizî jî ne bi zanyarîye, bi mejûyîye, lê bi dil e. Kurda qedrê ola xwe timê jî ji ser ya netewî ra girtiye. Kurd qedir û rûmeta oldarekî xwe yê nexwendî yan nîvxwendî hezar carî ji ya nivîskar, zanyar û hozanên xwe zêdetir zanin.
Wedeye oldarê kurd jî bi zanyariya kurdewarî pey xwe, dîroka kal-bava binhêrin, lê ne dîroka ola xwe, dîroka netewa xwe binhêrin û ji warê kara netewê da dersê jê hildin.
Ez dijî tu olê, tu baweriyê nînim. Evd gerekê bawarîke wî hebe, tiştekî bihebîne. Evde ku baweriya wî tune ew gura jî gurtir e. Lê bawerî, hebandin jî gotî seva parastina şexsiyeta îsên, netewa wî be, ruhê wî ra, ziman û bi tomerî nirxên netewa wî ra bive xûn-qinêt. Hebandina, ku ziman, erf-edetên netewekî, boy kara netewek din înkar dike, ew hebandin jî dagerkir e, gelekî dike qurbana gelekî din.
Helbet di dîrokê da gelek dîndarên Kurd navê xwe bi herfên zêrîn dilê gelê xwe da nivîsîne, navê wan mera bûne due’a û simbol, em bi navê wan sond duxun, niha jî dîndarên welatparêz kêm nînin. Giliyê min derheqa wan da nîne. Gilî ew e ku dîndarê kurd tev jî rêça wanda herin.
Rast e, di nav kurdên Êzdî da ebûbet, derbazkirina erf-edetan hemû bi zimanê kurdî bûye û niha jî berdewam e. Lê di nav Êzdiyên derwayî welêt da jî bîrkirina zimanê dê û bi zimanekî din axaftin bere-bere dibe nexweşî û civakê hemêz dike. Eger mecalên pêwîst neyên kêranîn, vîra jî undakirina zimên wê bin qeziya rêal da be.
Kurdistana Bakûr, ku pirobilêma asîmlasyonê û undakirina zimanê dê, lê bûye pirsa rojane, dewleta tirk jî her mecalî dide kêranîn ku wê pêvajoya xirab lezke. Kurd jî, ku bawirkî nîvê bineluyê wê dewletê ne, tê bêjî destê bilind kirine û teslîm dibin.
Pareke Kurdên Bakûr Elewî ne. Elewî jî pêşketîn e. Dindarên Kurdên elewî eger 40-50 sal berê due’a-dirozgên xwe, ebûbetan xwe hîmlî bi kurdî, zimanê dayka xwe dikirin, niha piranî derbazî zimanê tirkî bûne… Bira min biborînin, eva êdî helandineke bi rêk û pêk e…
Kurdên Musulman ji, eger berê gunda da xelkê zimanên hukumdar pak nizanbûn, ser hev bûn, çi jî hebiya dîsa her tişt kurdî, bi zimanê xwe dikirin, lê van salê dawî her tişt ser û binî hev bûye, kurmanciya meye şîrin ber pîya diçe.
Di xweyîkirina zimên da rola olê û oldaran ya here bilind e.
Ez bi vê gotarê bangî hemû dîndarên kurd dikim, ew bi nanê gelê xwe dijîn, ew ji her kesî bêtir li nava gel da nin, ew şîn-şayî, eyd-erefat, heta jîyana gele rojane rêva dibin, gel qedrê wan zane, guh dide wan, xweyî zimanê dayka xwe derkevîn, her derecên malbetên Kurd bi kurdî derbazkin.
Oldarê ku wê wezîfê cî neyne gerekê gel jî pey wî neçe.
Pêwîst e her kes bizanibe, ku evdê li welatê xwe da, di nava gelê xwe da dijî, bi zimanê dayka xwe diaxive, dilrehet û serbilind e, ev dinya jî, ew dinya jî jêra buhuşt e. Bakûrê Kurdistanê da îro, dema navê gelê te, zimanê te, çanda te tê înkar kirin, ji bo kurdbûnê xûna kurda tê rêtin, heta suruşta Kurdistanê jî ji bo kurdeyatiyê dişewite, evdê Kurd çiqas jî dîndar be, kitêbên miqedes bixûne, şev-roj due’a-dirozga bike ev dinya jî, ew dinya jî jêra doje ye.
Îro roja bavo-bavo ye, îro roja gel-netew xweyîkirinê ye, zimanê kurdî, heyîtiya kurdî li ber qeziya umdakirinê ye, eger vê roja dijwer jî dîndarên Kurd xweyî li gelê xwe dernekevin, usan e ew vî gelî ra lazim nînin, usanie (bira min biborînin) karê wan jî ji bo gelê Kurd ji karê qoriçiya çêtir nîne.
Eskerê BOYÎK. 2018s.