128
Sîyarê hespê şinboz
Dike dûman,
Radike toz,
Dike dew û doz.
Ew meydana kola,
Bindesên Şêx û Molla,
Ne van dînan,
Ne jî van olan.
Lingên me kirine teng solê,
Dîn û har kirin,
Berdane nava çolê.
Newroz,
Roja serhildan û berxwedanê
Ji bo azadîya Kurdistanê.
Gel dide ked, dirije xwînê
Ji bo serxwebûnê.
Herçî qebûl dike koletî û bindestî,
Dikojin qirçom hestî.
Yek kuçik e,
Yek jî ker
Neyar barê xwe daye ser.
Newroz
Kelemê çevên dagirkera,
Hinek kîrî bi zêran,
Hinek kirî bi peran.
Tacê me bû kuçik,
Text jî meydana kera.
Hey Newrozê!
Hişîyar bin berxê hindirê kozê,
Bira bikin dew û dozê.
Kanîya Rastîyê