Eskerê Boyîk — Kilama Newrozê

Автор Асан Джалилов
125 просмотры

Newroz im, ez newroz im,

Cejina gele pîroz im,

Bi reng-rewş im, bi doz im,

Alaveke aloz im.

Dengê egît Kawa me,

Ruhe bav û kala me,

Li nav çîya da veşartî

Kela hezar sala me.

Dila vekin bihar im,

Mizgînîke kubar im,

Kê azadiyê dixweze

Wanra heval û yar im.

Newroz im, ez Newroz im,

Bi doz im û bi soz im,

Agirekî aloz im

Cejina gelê pîroz im.