97
Li vê cejina ezîz Newroz
Kaw – kubarî qotkin koloz,
Dila bikin şemdan, vêxin.
Saz û tembûr bi eşq lêxin…
Bikin şaîyê, bigirin govend,
Dijminara kurd nayê bend…
Elem dunîya pêda dizan,
Teva kurda efat Barzan,
Boyî azayê bûye pêşmerge,
Wî li rastîyê vekir derge.
Şeyîdê me roja Nevroz
Hemêzkirine azaya roj.
Steyra bext, ax ne geşe,
Kurdistane heznîya reşe.