61
Gulava sewdê min sotî,
Min bîra porê te kirye,
Sîng-berê teye şimşatî!
Li kolanê Rewana bêwa,
Odên zankoyê digeryam,
Bîna gulava te dihat gava,
Hişê serêm diçû nişkêva!..
Salêm bêxeda derbas bûn,
Çûm welata, derge-dîwan,
Rojekê bîna gulavê nizam,
Kete pozê min, jar û xîzan!
Bîna gulavê dîsa hat gava,
Hişê serê min çû nişkêva,
Doxtir hatin – ev çi hewale,
Nexweşîya wî ji gulavê ye!
Prîskê Mihoyî.
06.05.2018.