Nivîskar û rojnemevan — Mirazê Cemal

Автор Асан Джалилов
42 просмотры

Mirazê Cemal sala 1945-a gundê Qundexsazê (niha RîyaTeze) li mentîqa Elegezêye berê (niha dikeve nava herêma Aragasotnê) malbeteke kurdê gundî da hatîye dinîyayê. Piştî demam kirina dibistana gundê xwe ye heyşt sale ya ku bi nave Emînê Evdal tê navkirin, ew xwendina xwe çend sala dibistana gundê Elegezêye navînda berdevam dike lê sala dawîyê xwendina xwe ye navîne 11 sala bajarê gumirîyêda bidest tîne. Bo stendina xwendina bilind ew naçe zankoyê, bo wê weteyê ku du xwîşk û birayê wî sêwî dimînin, xudîderketina wan dikeve ser milên wî. Zankoya wî odên kurmancîyê bûn. Li kîderê şevên zivistanêye dirêj kalên rûspîye zaneye çîrokbêj, oldarên kurdên êzdîye zane yên qewl û beytbêj berev dibûn û bi sirê-sirê hetanî berbangê zargotina kurdî digotin. Hela salên dibistanêda wî nasîya xwe dabû berhemên nivîskar û helbestvanên Rohilatê û cîhanêye here zore navdar yên weke Nîzamî Gencêvî, Hafiz, Elîşêr Nevoyî, Omar Xayam û gelekên di. Wî wisa jî nasya xwe daye berhemên helbestvanên kurde sedsalîya navîn yên wek AmedêXanî, Meleyê Cizîrî, Feqîyê Teyran û gelekên di. Xwendina wî ku zimanê ermenî û rûsîye, wî usa jî bi sedan berhemên nivîskar û helbestvanên wan herdu netewan xwendîye û gelek tişt ji wan hîn bûye. Mirazê Cemal di her avayî nasîya xwe daydîrok, çand û wêjeya kurdî ji sedsalîyên kevnarda bigirî hetanî rojên meye îroyîn. Mirazê Cemal zarokîya xweda sêwirandîye. Berî weşandinên helbestên wî li rojneme û kovarada, ew nava gelda belav dibin. Dibine kilamên govend û dîlana. Bi sedan helbestên wî pirtûkên almanaxa »BaharaTeze,, û almanaxên netewên biyanîda ronahî dîtine. Helbestên wî wisa jî pirtûkên dibistana ye dersada û kovara ,,Dostanî,, rojnemên »RyaTeze,, »Mêzopotamîya,,, »Zagros,, û kovar û rojnemên ji Ermenîstanê dere li Moskvayê û cîhên mayîn ronayî dîtine. Helbestên wî gelek cara Bi radîyoya Yêrêvanê ye beşa kurdî û têlêvîzîyonên kurdîye Avropayê hatine dayîn. Ser têkstên helbestên wî hine hozanên kurde navdar kilam sêvirandine û cejnada an jî têlêvîzîyonada distirên.Wî rêdaktorî, karêktorî û welgera gelek gotar û pirtûka kirîye. Sala 2014-a di alîyê Yekîtîya Nivîskarên Ermenîstanêda ronahî dît pirtûka wî ye bi ser navê KESKESORA ÇÎYA, kîjan bo xwendevanên kurd gelek kêrhatî û hewaskare. Îro li hemû dibistanên Komara Ermenîstanê yî gundên Kurdada dersên ziman û wêjeya Kurdî tên dayîn. Dewletê bona dersxanên 1-12 pirtûkên kurdî daye weşandin. Ew hemû pirtûk berdestê Mirazê Cemalra derbas bûne. Wî rêdaktorî, serrastkirin û xebata berevkirina ser kompyûtorê kirîye. Wek mirovekî welatparêz û netewperwar her dem hisreta welatê wî yê kal û bava dilê wî dabûye. Sala 2014-a xewna wî ye sala mîyaser dibe. Serokatîya Yektîya Nivîskarên Kurdistanê ya tayê Duhokê wî dewatî Kurdistanê dikin li kîderê ew beşdarî Didara Helbestêya Newrozê dibe. Welatê xweyî kal û bava divine û gelek kêfxweş dibe. Lês ala 2018-a derbarê kar û xebatên wîda kînorêjîsyorên Kurdistana Bakûr kurtefîlmekê amade dikin. Ji bo nîşandayîna fîlmê wî teglîfî bajarê Amedê dikin. Li wir ew nasîya xwe dide gelek rewşenbîrên Kurd, hevdîtina tevî gel dike, cîhên dîrokî ye kevnare û kidêbxanên kurdî diqeside û çend sêmînara derbarê çanda kurdên Sovyêtêda derbaz dike. Mirazê Cemal niha jî diefirîne, ew xebatkar û cabdarê rojnema kurdî ya» Rya Teze,,-ye Endemê PÊN-a kurdî û Yekîtîya Nivîskarên Ermenîstanê ye.

Ji çepê berbi rastê: xebatkara rojnema ZAGROS-ê û ÇIRA TV Lîanna Mhoyan, nivîskar xebatkar û cabdarê rojnema » RYA TEZE Mirazê Cemal û serwêrê rojnema JIYANA KURD Hesen Calîlov.

Комментарии