Barbang.info
  • Aborî
  • Civak
  • Siyaset
  • Cîhan
  • Werziş
  • Zanist
  • Çand
  • AGQ
  • Ziman biguherînin
    • Kurdî
    • Русский
    • Қазақ
Barbang.info
  • Aborî
  • Civak
  • Siyaset
  • Cîhan
  • Werziş
  • Zanist
  • Çand
  • AGQ
  • Ziman biguherînin
    • Kurdî
    • Русский
    • Қазақ
Barbang.info
Barbang.info
  • Aborî
  • Civak
  • Siyaset
  • Cîhan
  • Werziş
  • Zanist
  • Çand
  • AGQ
  • Ziman biguherînin
    • Kurdî
    • Русский
    • Қазақ
©2025 — barbang.info
CivakKurdî

Kurdên jibîrkirî yên Qazaxistanê

Автор Асан Джалилов 09/10/2025
Автор: Асан Джалилов 09/10/2025 182 просмотры
182

Qazaxistin (Rûdaw) — Biyabanên bê serûber ên Qazaxistanê û avhewaya wê ya dijwar, bûbûn girtîgeh bo gelên sirgunkirî, Kurd jî di nav wan da.

Qazaxistan di salên Şerê Duyemîn ê Cîhanê de bûbû polîgona ji bo ceribandinên siyasî û civakî û cihê sirgûnkirina gelan, ku rejîma Stalîn, wan ji bo desthilata Sovyetê xeter didît.

Îspanelîyê Qadir ê 75 salî ku her tim hesreta Kurdistanê di dilê wî de ye dibêje “Sê caran me sirgûn kirine. Di sala 1937an de me sigûn kirin û em ji Kafkasê hatine. Di sala 1944an da Kurmancên me ji Girûzê sirgûn kirine. Û di sala 1991an de ji Ermenistanê hatine sirgûnkirin. Dilê kê Kurdistanê naxwaze. Niha televîzyonên me hene gişt nîşan dide. Euronews Kurmancan nîşan dide, em lê dinêrin, dibînin halê Kurmancan çawa ne. Em jî hez dikin Kurdistana me çîbibe û sibe dusibe em jî herine erdên xwe.”

Rojekî payîzê sala 1944an serbazên Artêşa Sor hatin ber deriya mezinên vê malbata Kurd, ku li gundekî herêma Batûm a ber Derya Reş dijiyan.

Fatme Kurdova ya 84 salî ku di dema sirgûnê de xwişka wê canê xwe ji dest dide rewşa dijwar a rêya sirgûnê tîne ziman “Ez bi xwe di sala 1939an de ji dayik bûme. Ême dokument di destên me de tinebûn. Birangên bavên min hebûn, paşê ku em gir bûn di sala 1922yan de em derxistine ez bi xwe di 1939an de bûme. Stalîn digot van miletan giştî bibin di dengizê de berdin bila gişt bimrin. Paşê Lenîn e yan yekî din e kîjan e niha nayê bîra min got rast bajon bila herin wê derê li wê derê bijîm. Mal û halên me, gamêş, dewar gişt li wê derê man. Miletê gişt kom kirin û ajotin. Qet tiştek nedan miletê. Em xistin trênan, 5-6 rojan di rê de man. Xwişka min a gir di rê de mir, ji cihekî ku jê re Ural digotin xwişkan li Urala derê kirin bin erdê. Bi çar biryên min re em çûn hêla Kirgizistanê. Li Kirgizistanê êdî hindik hindik em şixulîn, me pembû kom dikirin û wiha pê dijiyan.”

Kurdên ku ji Ermenistan û Azerbaycanê hatine sirgûnkirin li Qazaxistanê tên naskirin lê Kurdên ku ji Batûmê hatine sirgûnkirin li Kurdistanê di derbarê wan de zêde agahî tunin û nayên naskirin.

Nargîle Hosenoglu dema ku cara duyem ji Gurcistanê tên sirgûnkirin wiha tîne ziman “Gava ku wan sirgûn kirin qet tiştekî wan tunebûn, her tiştên xwe hiştin û hatin. Hatin vê derê Qazaxistinê bi xwe hatin. Gava hatin li van welatan jiyan lê dîsa her tim welatên xwe dixwestin. Paşê yên dîsa dixwestin, di salên 1950yî de dîsa çûn Gurcistanê. Wê wextê ez 5-6 salî bûm. Piştî ku li Gurcistanê 4 salan man, ew dîsa sirgûn kirin. Ez wê çaxê hatim vê derê û wê demê ez diçûm dibistana seretayî.”

Dursun Mamûçoglu ê 96 salî ku di dema sirgûnê de ji malbata xwe tenê dimîne wiha dibêje “Qet datayek tune gişt mirin. Ne xwiş ne bira gişt mirin ez tênê mam.”

Rojek zivistanê serbazan, çend malbatên Kurdan, li gundekî Qazaxan peya kiribûn. Ji bo ku gundî xwarin ji wan re neyînin, serbaz dora malbat pêçabûn. Lê Qazax, bi şêwazeke pir balkêş xwarin digihandin. Jin û zarok ji dûr ve keşk, an ku toraqa hişkirî diavêtine wan.

Elî Tamooglu behsa wê çîroka balkêş a ku çawa xelkê Qazax alîkariya Kurdên sirgûnkirî dike û dibêje “Bavê min digot `wê çaxa ku em gihîştin Qazaxistinê leşkeran dora me girtibûn me bernedidan.` paşê her malbateke Qazax Kurmancan dibirin mala xwe. Wexta ku li wê derê diman (dema di bin çavdêriya leşkeran de) Qazaxan çortan diavêtin Kurmancan. Wan (Kurmancan) digotin qey ew kevirin diavêjin wan. Paşê ku lê dinêrin ku ew toraqê çêkirine. Wekî alîkariyê bi wan re kirin.”

Bi tevahî di maweya salên 1937-1944an de ji herêmên cuda yên Yekîtiya Sovyetê ji Kurd, Koreyî, Alman, Polonî, Ermenî, Çeçen, Înguş, Çerkez, Tirk û yên din, bi giştî 1 milyon û 209 hezar kes ajotibûn çolên Qazaxistanê.

Cotkarê Kurd ê li gundê Uştobê yê Qazaxistina Ruslan Hosenoglu got “2 hezar miletê me li gundê Uştobê hene. Ev 10 sal in min vê çewlikê kiriye. Dema min kirî van deran gişt vala bûn, niha şikur ji Xwedê re dewar mewarên me hene rin dijîn. Miletên me yîn Kurmanc gişt rind dişxulên bi selamet dijîn. Di nav Qazaxan de hevelên min hene em bi hev re bira dijîn, hevdû dizanin.”

Piraniya gelên sirgunkirî piştî hilweşîna Sovyetê vegeriyan welatên xwe. Lê rêveberiyên wan Komaran, ku Kurd jê hatibûn ajotin, nehîştin Kurd vegerin gundên xwe.

Îro li seranserê Qazaxistanê hejmara Kurdên sirgunkirî ji 100 hezarî zêdetir e.

0 комментарии 0 FacebookTwitterPinterestVKOdnoklassnikiWhatsappTelegramSkypeThreads

Edîtorên rojnameya civakî-siyasî JIYANA Kurd û portala serbixwe...

Bîranîna 𝗕𝗮𝗿𝗶𝘆ê 𝗕𝗮𝗹𝗮 (25.08.1937 — 25.05.2020)

Malbata mezin

Kurdên Qazaxistanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

OL Û ZIMAN

MEMOYÊ XALIT – ZANYAR Û NETEWPERWAR (1938 –1991)

Li çapxana «Avêsta» du pirtûkên Babayê Keleş —...

Kesê ku ji dengbêjiyê fam nake, çawa dikare...

Ji bona bîranîna Serokê radyoya Yêrêvanê salên 1994...

DÎROKA R’OJNEMA K’URDÎ YA HERE T’EMENDIRÊJ “R’YA T’EZE”

Комментарии Отменить ответ

Сохранить моё имя, email и адрес сайта в этом браузере для следующего комментария.

  • Kurdên Qazaxistanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

    19/05/2026
  • Paşînyan û Tokayêv li ser têkilîyên dualî yên Ermenîstan-Qazaxistanê axivîne

    18/05/2026
  • Li çapxana «Avêsta» du pirtûkên Babayê Keleş — «Nîşanî» û «Serhatî» derketin

    15/04/2026
  • WEZÎRÊ NADIRÎ – NAVÊ NEBÎRKIRÎ

    07/02/2026
  • Rola Dayikan li Mala Dostaniyê ya Almatiyê Hate Gotûbêjkirin

    19/01/2026
  • EFOYÊ ESED – XUDANÊ DENGÊ NERM Û NAZIK

    12/06/2026
  • Kinyazê Hemîd li Ermenistanê careke din bû parlamenter

    13/06/2026
  • Kilam

    07/06/2026
  • Курдский фольклор и литература: эпос, народные песни и устное наследие народа

    12/06/2026
  • Bîranîna dengbêj û helbestvanê Kurd yê navdar: Mecîdê Silêman (01.06.1937 — 29.08.2018)

    03/06/2026

Barbang.info — întêrnêt-rojnama serbixwe ya kurdên Qazaxistanê ye. Ew li Almatê diweşe.

  • Derbarê projeyê de
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Prensîbên ji bo bikaranîna materyalan
  • Qazaxistan. Almatî
  • Tel: +7 775 453 64 25, +7 775 142 1496‬
  • Reklam: barbang.info@mail.ru
  • barbang.info@gmail.com

©2025 — barbang.info

Facebook Youtube
Barbang.info
  • Общество
  • Политика
  • Экономика
  • Мир
  • Спорт
  • Наука
  • Культура
  • АНК
  • Выбрать язык
    • Русский
    • Қазақ
    • Kurdî