Wê salê kelbekî me hebû, nave wî Êtir. Yekî şînî dirêj bû. Apê min bi berxek û şînêlekî ( potê eskera) kevin dabû ji koça mirtiba kirî bû. Dîya min, amojina min ewil gelekî lome li “bazara” apê min kirin, lê paşê, ku dîtin Êtir çito kelbe, gotin:
— Hesen, welle, te gak jî dabûya, poşmanî tunebû.
Êtirî dirr bû, bêrya malê ne dida kesî, tu kelbê gund pê nikarbû. Me, bira, ji zincîra Êtirê xwe digirt dibir li meydana gund. Kelbê here gurêx danîn, me berî hev didan û bi hewas, hêbet lê dinhêrî, wekî çawa Êtirê fitila dide xwe, dijminê xwe bavêje bin xwe û vedigijgijîne. Evê yekê, qey bêjî, kelbê gund li Etir kiribûn dijmin.
Rojekê jî Êtir çibû mehila din li ser dêlikê, kopek lê berate bûbûn, xeniqandibûn. Hineka rahiştibîyê qels kiribûn, lê Qafreşê mala Memed ew bi eseyî xeniqandibû.
Her cara, ku em sibê radibûn, me holka Êtire vala didît, zincîra wî li erdê: agir dilê me diket. Her hêvya me ew bû , wekî em çi teherî hesavê Qafreşra bêne der…
Heta em difikirîn, wekî derziya, yan dermanê mişka bikin li nava nên, bivin dizîva bavjiên ber, Qafreş rokjekê xwexwe hewişa meva derket. Qey bê pey wê yekêra, wekî serê Êtir “avda kirbû”, hatibû xwera aliyê me “seyramîş” bibe, çika qe çi heye, çi tune…
— Pî, Memo, ne “yaroyî” vaye,- min birê xwera got.
— Hişş, kerbe,- Memo got,- zû here hine nan bîne.
Min banzda malê, kerî nan anî. Qafreş nankêş kir, bir kire li merekê, derî serda dada, û her yekî me da vîlkê… Sayîl ew yek dît, bû zûkînya wî, xwe avîte aliyê dêrî,li qurquranêva qemitand, bi bengzekî usa gune li me dinhêrî, gunê kafira pê dihat… Lê Memo “pêra” xeber dida:
— Hela bêje, te Êtir çawa xeniqand?…Êtir, Êtir, ew şêr, terlan… Te qîlê xwe li kîdera wîra kir,- got û vîlkek da nav çeva, dev-dirana.
Bû karînya wî, revî qulçê merekê jorîn, banzda ser gurzêd gîhê. Me lêxist, jorda anî. Ewî virda banzda, wêda banzda, dît çare lê hate birînê, îda nerevî. Min vîlka xwe xweşe vekir, jorda anî, lê hê lê nexistibû, bû repînya wî ket.
— Te qêfda dayê?- Memo got.
— Na, heyran, min anî piştê, qe pakî lê jî negirt…
— Çawa, lê negirt, lê çima sekitî?…
Ez şaş mam, çi zû mir… Min qafê wî hilbirî – berda, terp li erdê ket… Linga hildibirim – dîsa usa…Qîma min nehat, min hilda vîlke têra kir, xirpe-xirpa çermê wîye, lê qet, îro nemirya, eva hevt roje mirye…
— Canim, mukurya neke,- Memo min hilat,- mirye, îda mirin kele-beşe?…
Me dît nalipite, me hinekî jî xwe egile kir, paşê bi dêla wî girt erdêra kaş kir, bir ber çemê binatara gund avît, zivirîn hatin…
Em çend gava jê dûr ketin, ez carekê wa piş xweva zivirîm, min dî cendek tune…Yah… Dîna xwe didimê- Qafreş kendêlva direve…çawa direve, poça xwe li xweva guvaştye û mina bayê birûskê dipeke…
— Memo, Memo,- min go,- binhêr…
Memo metel ma:
— Kuro, go, Qafreşe…
Qafreş… Qafreş usa em xapandin, xwe terkemirarî avît, guva ku mirîye, û serê xwe ji mirine xilaz kir, çû…
Fêrîkê ÛSIV
1971