(Nema vekirî bona rojbûyîna Hesen Celîlov)
Li Rûsya gewre bi dilekî şa vê namê dinvîsim, bi silavên dilgerm «zîn-bûsat» dikim û ser navnîşa te verê dikim.
Belê, birazya, xebara xweş – bahara dila ne, xazma roja bûyîna hogirê teyî genc, rojnamevanê zîrek, zanyarê li ser rîya hêlanên bilind, dêmekî geş li nava civaka kurdên meye Komara Qazaxistanê.
Hema li dibistana navîn te guman-hêvîya mezin kire dilê dê û bav, bira û pismamên xwe, gava te bi qîmetê baş xwendina xwe li bajarê Şîmkêndê li ser hevda anî û berê xwe da zankoyê. Ew sala 2012-a bû. Mêla te berbî dîrokê pirr bû, lema jî hema wê salê te derê înstîtûta başûrê Qazaxistanêye dewletê vekir û li fakûltêta dîrokê hatî hildanê. Piştî çar salan te ew îdare bi serfirazî ser hevda anî û dîploma sor wergirt. Lê bi wê destanînêva tû baristan nebûyî. Xasteka te ew bû, ku di nav pirsên dîrokê da bêtir kûr bibî. Lewra te biryar kir, ku du salan jî xwendina xwe li magîstratûra dîrokê ya ûnîvêrsîtêta başûrê Qazaxistanêye dewletêye ser navê M. Aûêzov berdewan bikî. Ûsa jî bû. Dû ra serekvanya ûnîvêrsîtêtê tu destnîşan kir wek dersbêjê fakûltêta dîrokê û pêdagogîyê.
Eva heyîşt salin, ku tu xwendekaran amade dikî, wê yekêra tevayî lêkolînên zanîstîyêva mijûl dibî, lê rojnamevanî jî bû karê teyî herroje. A, vira gotine: «Her tişt bejna sîyarê min tê» – dersbêjî, lêgerînên dîrokazanîyê, rojnamevanî, xebata civakî bal te bi açixî hevra dimeşin. Lema jî rêveberya Asosasîya kurdên Qazaxistanê bi seroketya doktor Ezîzê Zîyo Bedirxan salaekê berê tu destnîşan kir wek berpirsayarê malpera rojnama civakî-sîyasî ya bi navê «Jîyana kurd» û rêvabirekî malpera www.barbang.info ya olka meye Qazaxistanê. Ev barekî bi rûmet û pîroze. Encama wî karî jî îdî li ber çavane.
Roja îroyîn bi saya Înternêtê tora civakî bi lez û bi her alîva pêşva diçe, platformên danûstandin û pevgirêdanêye hewaskar derdikevne meydanê, li ku her mirovek dikare nuçeyên lezgin bişopîne, şuret û zanebûnên xwe raber bike. Hema ev malper jî dezgekî weşanêyî bê sînorin, yên ku bi rastî jî rêçeke rast dane pêşya xwe: bûyerên ferz yên li Komara Qazaxstanê û Kurdistanê, herwiha nûçe, gotar û bangên arzûkirî diweşînin. Ya here sereke ewe, ku malper bûne çavkanîyên zelal, mijara wan dewlemend û kurfikirin, herdem bîner û xwendevanên xwe ra amin dimînin.
Birêz Hesen, em baş dizanin, wekî cêribandina te di karê torên civakî da jî dewlemende (eva şend salin li Facebook`ê tu rêvebirîyê rûpêla «Çirûsîya Netemirî» dikî). Gelekî başe, wekî tu guhdarîya bi taybet didî li ser pirsên dîrokê, çand û jîyana netewîye îroyîn. Gotûbêj û niqaşên li ser rûpêlên malperên jorgotî bi kurdî û rûsî li gorî derfetên heyî rast û zelal têne weşandinê, roj bi roj xwendevan û parnivîsarvanên wan zêde bibin. Eva şabûneke mezine.
Hesenê hizkirî!
Em gumanin, ku zûtrekê tê têza xwe ya doktorîyê di warê dirokê da bi rûspîtî amade bikî û biparêzî.
Careke mayîn te silav dikim, rojbûyîna te bi dil û can pîroz dikim, te û hevkarên te ra xweşbextîyê, serkeftinê û aramîyê dixwezim!
Bimînî di nava xêr û xweşîyê da!
Bi rêzdarî,
Prîskê Mihoyî.