4
Herêma Jambîlê – 24 cotmeh 2025. Barbang Info – Li herêma Jambîlê, Sartîf Elîyev, serokê beşa Yekîtiya Neteweyî ya Kurdên Komara Qazaxistanê “Barbang”, civînek bi perê ciwanan ji bona Roja Komara Qazaxistanê derbaskir. Li vê civînê da beşdarvan rûmeta dîrokî ya Roja Komarê gotûbêj kirin û diyar kirin ku ev roj nimûneyek e ji bo xurtkirina serbixwî û dewletdariya welat. Li civînê da pîrozbahiyên ji bona Roja Komarê hatin xwendin, û plana pêşxistina perê ciwanan, çalakiyên çandî û civakî yên pêşerojê jî hate nîqaş kirin.