MUZÎKJENEKE KURD JI QAZAXISTANÊ XELATEK NEW YORKÊ WERGIRT

Автор Асан Джалилов
195 просмотры

Hunermenda ciwan a Kurd Filît Dêlvîn di kategoriya kemanê ya Pêşbirka New York International Competition for Ferforming Arts de xelatek bilind wergirt.

Filît Dêlvîn li Almatiyê ji dayik bûye û ji temenê xwe yê ciwan ve jêhatîbûneke bilind nîşan daye, bi rêkûpêk di festîval û pêşbirkên navneteweyî de bi ser ketiye. Di CV-ya (jînenivîsa) wê de Grand Prix û xelatên bilind di Grand Music Festival, Magic Melodies û pêşbirkên din de hene. Serkeftina wê ya dawî li New Yorkê naskirina jêhatîbûna wê ye.

Hejarê Şamil