Pîrozbahîya Serokê BERBANGê bo NEWROZê

Автор Асан Джалилов
143 просмотры

Banga Profêsor Ezîzê Zîyo Bedirxan bo xurtkirina hevgirtina kurdan

Ev cejina di ber dilê kurdan da ewaqs ezîz e, ku ji qalibê cejina biharê derketîye û bo kurdan bûye cejina azadîyê, serxwebûnê, hevgirtinê. Ango, cejina gelê meyî sereke.

Di hêleke din va jî ev cejina biharê, vejînê û nûbûnê ewqas li gelên ne Îranî xweş hat, ku wan jî destpê kir ev cejin pîroz bikin.

Yek ji wan gelan jî, ku Newrozê bi çoş pîroz dike, gelê qazax û hemû gelên Qazaxistanê ne, ku me – kurdan li vî welatê dost û xêrxwaz di hêla pêşxistina çanda xwe da hemû mafên xwe sitendin û bi serfirazî pêş dixin.

Bo kurdên Qazaxistanê ev cejina pîroz me bi welatê me, bi xwezaya me, bi koka me va dide girêdan. Welatparêzîya me gihîştîye wê astê, ku em her karên xwe yên kurdperwerîyê bi welatê xwe, bi rêberên xwe va didine girêdan.

Li ser navê Komeleya Kurdên Qazaxistanê em Newroza bi dil û can pîroz dikin. Bijî Yekîtîya gelê me!

Serokê Yekîtîya kurdên Qazaxistanê — «BERBANG»

Ezîzê Zîyo Bedîrxan