Helwesta giştî ya aktîf û tevkarî ji bo pêşvebirina yekitiya Qazaxistanê

Автор Асан Джалилов
18 просмотры

Şemo Zaarovîç Fatoyêv endamê Assamblêya Gelê Qazaxistanê ye, endamê Lijneya Komela Barbang a Kurdên Kazaxistanê û yek ji nûnerên herî aktîv ê neteweya kurd li herêmên bakurê Qazaxistanê ye. Serokê şaxa Komeleya Barbang li Astanayê, di pêşxistina çalakiyên civakî-çandî, xurtkirina diyaloga navbera etnîkî û parastina nasnameya neteweyî ya Kurdên Qazaxistanê de roleke sereke dilîze.

Di xebata xwe de girîngiyeke mezin dide teşkîlkirin û lidarxistina çalakiyên çandî yên di bin banê Komela Barbang û Assamblêya Gelên Qazaxistanê de. Hewildanên wî ji bo xurtkirina ahenga etnîkî û olan, perwerdekirina ciwanan bi ruhê welatparêziya Qazaxistanê, piştgirîkirina kevneşopî û nirxên neteweyî ne. Şemo Zaarovîç bi awayekî aktîf beşdarî pêkanîna însiyatîfên xêrxwaziyê dibe, ku tê de piştgirîyê dide feqîr û belengazan. Çalakiyên wî di nav gel de rêz û hurmeteke mezin da wî, nemaze li herêmên bakur, ku di pêşxistina xebatên civakî û populerkirina çanda kurdî de kedek mezin da.

Beşek girîng a xebata wî, parastin û pêşxistina çanda neteweyî ya kurdî, pêşxistina xwendina zimanên zikmakî û xurtkirina peywendiyên di navbera nûnerên nifşên cuda yên koma etnîkî ya kurd de ye. Çalakiya wî ya civakî bi gelemperî hate naskirin. Di Nîsana 2023-an de, Şemo Zaaroviç ji bo xelata giştî ya herî bilind a Komeleya kurdên Qazaxistanê  — madalyaya zêr a BERBANG hate berbijar kirin. Xelat ji aliyê serokê Komeleya “Barbang” Ezîzê Zîyo Elîyêv ve di çalakiyeke taybet a li Mala Dostaniyê ya Astanayê de bi awayekî bi heybet wîra hat pêşkêş kirin.

Di Nîsana 2025 de, bi Biryarnameya Serokê Komara Qazaxistanê Qasim — Comert Toqayêv, Şemo Zaarovîç Fatoyev ji bo 30-saliya Assamblêya Gelê Qazaxistanê madalyaya salvegerê hat xelat kirin. Madalya ji aliyê şaredarê bajarê Astanayê, Cênis Qasimbêk ve hat pêşkêşkirin, ku tê de bal kişand ser girîngiya beşdariya Şemo Zaarovîç ji bo pêşxistina jiyana etnokulturî û civakî ya paytexta Qazaxistanê. Îro Şemo Fatoyêv nimûneya xizmetguzarî, berpirsiyarî û dilsoziya ji bo xebata xwe ye. Xebata wî ya gelek salan mîrata çandî ya koma etnîkî ya kurd xurt dike û wek alîkariyek girîng di pêşvebirina ahenga navetnîkî li Qazaxistanê de ye.

Hesen CELÎLOV

Комментарии