Li Almatî Festîvala Hunera Şanoyê ya Neteweyên Qazaxistanê hate lidarxistin

Автор Асан Джалилов
6 просмотры

Almati– 10 cotmeh 2025. Barbang Info – Li bajarê Almatî cara yekem Festîvala Hunera Şanoyê ya Neteweyên Qazaxistanê hate lidarxistin. Ev çalakî ji bona 30 saliya Assambleya Gelên Qazaxistanê hate rêvebirin. Armanca sereke ya festîvalê ev bû ku potansîyela xebatê çandî yên civakên netewî pêş bixe, hunera şanoyê belav bike û asta karîgeriya profesyonel zêde bike. Di çarçoveya festîvalê da, hunermendên şanoyên herêmî bi rejîsor, aktor, scenograf û dramaturgên navenda Almatî hev gotûbêj û tecrûbeyan parve kirin. Bernameya festîvalê dihewîne dersên xebatê aktorî û gotina sahne, nîqaşên derbarê metodên şanoyê yên nûjen û civînên çandî bi ser şanoberên nasnameyê re. Li gorî rêxistinvan, ev projeyê amade ye ji bo pêşxistina profesyonel û xurtkirina têkilîyên çandî di nav civakên netewî da. Di vê çalakiyê da nûnerên Yekîtiya Navneteweyî ya Kurdên Qazaxistanê “Barbang” jî beşdar bûn. Di nav wan de hebûn: Gulnara Elîyeva, serokê komîteya çandî; Eterî Elîyeva, cîgerê serokê şêwira jinan; û endamên şêwira dayikan — Ayşa Elîyeva, Anastasîya Xlînova û Taxmîna Mexmûdova. Beşdarvanên festîvalê ragihandin ku çalakiyên çandî yên weke vî rengî dibin wek alîkariya girîng ji bo pêşxistina hevkarîya neteweyî û zêdekirina tecrûbeya hunerî di nav gelan da.

Комментарии