VEKIRINA AVAHÎYA KOMELA KURDÊN HERÊMA CAMBÛLÊ

Автор Асан Джалилов

Doh, 20ê cotmehê sala 2024an li Komara Qazaxîstanê Bajarê Tarazê bi resimî Avahîya Komela Berbang a Kurdên Tarazê hate vekirin. Ji bo gele me ew bûyereke dîrokî û pîroz e. Li roja îroyîn li bajarê Tarazê û Herêma Cambûlê bi hejimara resimî nêzikî 15 hezar kurd jîyana xwe berdewam dikin. Komela Berbang a Kurdên Herêma Cambûlê di sala 1993an hatîye ava kirinê. Û gelek rewşenbîr, xwendewan, karmend ji vê herêmê derketinê. Mesela em bêjin Bedirê Mûsa Silêmanov ji dawîya salên 1980î hetanî van salan ji bona pêşdaçûyîna gelê xwe gelek karên civakî kirîyê û çend sala jî Serokê Komela Kurdên Qazaxîstanê bûye.

Usa jî ez dikarim bêjim ku nave gundê Qeşqe – Bulaxê hemû kurd û Kurdistanêra eyan e. Avahîya Komelê demeke dirêj dihate çêkirinê, pirr mirov jî beşdarî çêkirina avahîyê bûn. Di despêkê Serokê Rêxistinên Kurdê Cambûlê Sebirî Silêmanov û Sertîf Alîyêv gelê kurd bi vekirina Avahîya mals kurdan pîroz kirin. Piştî wanra Serokatî û endamên Komela Berbang Kurdên Qazaxîstanê axivîn. Min textê nivîsarê pêşkêşî mala kurdan kir. Bira ciwanên me nivîsara zimanê kuurdî hîm bibin. Bira qelema wan bibe qelema qencîyê. Dîsa jî min cil û bergên gelê qazax çapan pêşkêşî serokê Komela Herêma Cambûlê Sebrî Silêmanov kir. Ew bi rastî jî karmendekî hêja ye.

Usa jî ji alîyê Serokatîya Berbangê pirtûk û kovarên mamosteyê rehmetî professor Kinyazê Îbrahîm pêşkêşî Komela Herêma Cambûlê kirin. Rûsipîyê me Îbrahîm Alîyêv Komela Herêma Cambûlê û gelê kurd pîroz kir. Gelek mîvan tevî merasîma vekirina Avahîya mala kurdan bûn û ji alîyê Serokatîya Komela Berbang hatine rewa kirinê. Ciwanên me bi cil û bergên netewî hunera xwe pêşkêşî gel kirin. Mîvanan jî xwarin xarin û govenda kurdî girtin. Ez pirr şa me, çimkî piştî ewqas zehmet û çetinayî avahîya mala kurdan vebû. Ez bawerim ku di pêşerojê de gelek karên baş bêna kirinê û civaka me ya Herêma Cambûlê diha pêşda here û li her cîyê ku miletê me jîyan dike avahîyên çand û hunerê vebin. Vekirina Avahîyê me hemûyan pîroz be, li ser xêrê be!

Комментарии