Hewlêr (Rûdaw) — Maça Amedspor û Sariyerê îşev li Stadyuma Amedê tê lîstin.
Tîma keske sor amadehiyên xwe temam kirine û li benda dema maçê ye. Ji ber têkçûna li hemberî Sakaryayê moral li Amedê xerab e û alîgiran eleqeyeke zêde nîşanî maçê nedaye. Lîstikvanên Amedsporê dixwazin maça Sakaryayê ji bîr bikin û bi derbaskirina astengiya Sariyerê bigihîjin armanca xwe. Tê çaverêkirin Amedspora ku bi transferên xwe yên balkêş mohra xwe li lîgê xistiye, di maça Sariyerê de bi lîstikvanên cuda derkeve qadê. Tîma kesk û sor di 6 maçan de 10 puan kom kirine û di rêza 9an de ye. Amedspor dixwaze bi standina 3 puanan bipeşveçûba xwe bidomîne.
Maça Amedspor û Sariyerê di kîjan kanalê de ye?
Maça Amedspor û Sariyerê, îro saet 20:00î li Stadyuma Amedê tê lîstin. Maç dê li ser ekrana TRT Sporê bi awayekî zindî û bê şîfre were weşandin. Her wiha temaşevan dê karibin ji kanalên wekî beIN Sports 2 û beIN Sports Tod TVyê jî temaşe bikin.
Vanspor têk çû
Di hefteya heftemîn a Lîga 1emîn a Trendyolê de, Vanspor FK li deplasmanê bi encama 2-0 li hemberî Sipay Bodrumsporê têk çû. Di pêşbirka ku li Stadyuma Bodrumê hat lîstin de, golên serkeftinê yên Bodrumsporê ji aliyê Taulant Seferi ve hatin tomarkirin. Vanspora ku di 5 maçên xwe yên dawî yên lîgê de serkeftin bi dest nexistibû, bi têkçûna 2-0 a li hemberî Bodrumsporê, rêça xwe ya xirab domand. Golên Bodrumsporê di xulekên 21 û 60î de ji aliyê Taulant Seferi ve hatin tomarkirin. Vanspor bi vê têkçûnê bi 9 puanan daket rêza 12emîn, Bodrumspor jî bi serkeftinê puanên xwe derxist 14an û derket rêza duyem.