Almatî – 21 cotmeh 2025. Barbang Info –Duh, li bajarê Almatayê Qazaxistanê, ji bona 10 saliya bîranîna helbestvan, nivîskar û rojnamevan Hesenê Hecîsilêman êvarîya wêjeyî hat derbaz kirin. Serokê Komeleya Kurdên Qazaxistanê BERBANGê Ezîzê Zîyo Bedîrxan li, çalakiya vekirinê li dar xist. Kesayetên çandî yên çalak ên koma etnîkî ya Kurd li Qazaxistanê, helbestvan û nivîskar Hesenê Evdoyê Alîyêv, helbestvan Knyazê Kinyazê Mecîd Suleimanov, helbestvan Sedî Usiv Balo, û helbestvan Mecîdê Xwedêda Îsmaîlov, jî beşdar bûn. Kek Ezîzê Zîyo bi germî pêşwazî li mêvanê me heja, stranbêjê navdar Derweş Serhedi kir. Le Cîgirê Serokê Komeleyê BERBANG zanyar Muradê Flît Şamîlov raporek li ser jiyan û xebata Apê Hesen pêşkêş kir. Beşdarên şeva helbestan bîranînên germ ên nivîskar û rojnamevanê rêzdar Hesenê Hecîsilêman parve kirin û helbestên wî yên navdar xwendin. Helbest û berhemên orîjînal ên li ser rexmetî Hesenê Hecîsilêman jî hatin pêşkêş kirin.
9