Ev cejina di ber dilê kurdan da ewaqs ezîz e, ku ji qalibê cejina biharê derketîye û bo kurdan bûye cejina azadîyê, serxwebûnê, hevgirtinê. Ango, cejina gelê meyî sereke.
Yek ji wan gelan jî, ku Newrozê bi çoş pîroz dike, gelê qazax û hemû gelên Qazaxistanê ne, ku me – kurdan li vî welatê dost û xêrxwaz di hêla pêşxistina çanda xwe da hemû mafên xwe sitendin û bi serfirazî pêş dixin.
Bo kurdên Qazaxistanê ev cejina pîroz me bi welatê me, bi xwezaya me, bi koka me va dide girêdan. Welatparêzîya me gihîştîye wê astê, ku em her karên xwe yên kurdperwerîyê bi welatê xwe, bi rêberên xwe va didine girêdan.
Di vê cejna xweş a biharê de em ji we re yekîtî, xweşî, bextewarî û serkeftinê dixwazim.
Newroza hemu gelê me pîroz be!
Serokê Komeleya Kurdên Qazaxistanê — «BERBANG»
Doktor-profêsor Ezîzê Zîyo Bedirxan