Bi rastiya mala Xwedê, ez êdî p’ir aciz dibim, giva di nav k’ur’dan da derheqa «kûltûra» yê tê nîqaş kirin. Êdî haqasî ev k’elîma guhên min dison, wekî ji bihîstina wê ra wek k’ifrî û ç’êr’ tên qebûl kirin.
Em, k’ur’d ji zûva êdî ji rastiyê dûr k’etine. T’enê dibihêyî: «…Merk’eza Kûltûrayê a k’ur’da» (tu yê bêjî merk’eza bêkûltûriyê jî heye), «Merk’eza Dornihêriya K’ur’da» (bi rastî jî lazime em dor xwe binêrin, lê binêr çi kontraste!..), «…Fonda Kûltûra K’ur’da» (k’î derê da t’ucar qe şeyîk jî t’unebû ye), «…Avtonomî ya Kûltûrê» (her cûrê din me êdî saz kirine), «…Komîssiya ji bo Kûltûra K’ur’da» (a, eva ji me ra herî fer’ze), «…P’ara Kûltûrê» (bêy wê Kûltûra me çê nabe), û, hwd. …
Tu yê bêjî, hinek bi qest van tişta ji ber xwe derdixin, wekî t’u kes serederiyê ji wan dernexin, çi lazime, û lazime tiştek bê kirin, an na?.. Werên vê e’cêbê: wê «kûltûrê» va (e’cêba bi k’ur’dî), e’ynî ew meriv mijûl dibin, yên ku hîç’ têkiliyê wan bi wê va nîne. Çawa em bêjin, şivanek hilde û ji nav dilê nexwaş r’ûviya kor derxe. Tiştê wa h’işê benda da r’ûnanê…
Di r’ûssiya yê da hinek mirovên di qulxa bilind da ji xwe ra mêxanîzmeke wa çê kirine: giva têyî cem wan û dixwazî bibî wetendaşê R’ûssiyayê, ewan îzbatiya mayînê ji te dixwazin. Diçî, ku îzbatiya mayînê hildî – dibêjin, ku tu ne wetendaşî û em nikarin bidin. Çarçava girtî ye.
Tiştekî wa jî hatiye serê kûltûra me, k’ur’da. Dixwazî ocaxeke kûltûra yê sazkî – p’ere t’une, lê, ku dixwazî p’era qazanckî – kûltûr t’une. Wisa jî dora xwe dizvirî wek zivirokê; bê p’ere û bê kûltûr. Na, hemikî, tiştekî em dikin… Ji bo wê kûltûrê em her dera ji xwe ra merk’eza çê dikin, qulxa ji xwe ra çê dikin, û yê wisa, ku dewletên başqe da jî t’unene. (Gereke ji wan ra bêjin, bila hîn bin…) Wan qulixa ra andema jî dijbêrin, wek murîstanga wîyal-vîyalî diçin-tên, tu yê bêjî k’ar dikin, lê kûltûra me çawa t’unebû, wisa jî t’une ye. T’ek me çi karibû ji bo wê kûltûra xwe çê kin nav çend sala da «bi k’arên xwe ye aktîv û germ» – (gotinên mirovekî ser kongrêya kûltûra yê) «…îzin hilda ji serwêrên b. Moskvayê, wekî e’rd bidin me ji bo gor’istanê»… (Dibeka, wekî dawiya dawiyê em wê kûltûra xwe di wê derê bikin bin ax.) Çi bêjî, ew jî rastîke: Hatî – çûya ye… Û çi balk’êşe – em gişk bi e’cêbmayî milên xwe hildik’şînin û ji hev pirs dikin (ji xwe pirs nakin): ji bo çi kûltûra me t’une?..
Di wextên xwe da nivîsk’arên rûsa Îlif û Pêtrov di «12 k’ursiya» da ser dereca wa gelek rast gotin, bi gotineke p’ir’ xwaş, k’îjan e’ynî di vê jiyanê da ciyê xwe digire: «Sibê p’ere – êvarê k’ur’sî, êvarê p’ere – sibê k’ur’sî…». Lê em h’eta niha di xiyalên nebûyî danin, bi cidî difikirin, ku em «merivên nûh» çê dikin, qal-bal dibêjin, ku emê mirovetiyê û jina ji k’oletiyê aza kin, kûltûra diniyayê xilas kin. T’ek hindik maye: kongreyê k’om kin û andema k’ifş kin…
Em, k’ur’d – miletekî bijartî ne, yazix, ne başiya xwe va… Wek her k’ur’dekî mileth’iz, min jî p’ir’ serê xwe êşandiye; ji bo çi welatê me t’une. Min bi xwe bersîva vê pirsê ji xwe ra dîtiye. Bersîveke p’ir’ hêsa ye. T’une – ji ber ku me t’ucar ew ava nekiriye û ne jî xwe cêr’ibandiye tiştekî bikin ji bo vê yekê.
Meseleke me, k’ur’da heye: «Ha bê “şekir”… Ha bê “şekir”… – Dev şîrin nabe». Û em t’ucar fe’m nakin, wekî em sê he’zar sala jî r’ûnên, devê xwe vekin û problêmên Amêrîkayê, Îsrayîlê, Mozambîkê biqedînin, prêzîdêntên wan bêhurmet kin, ner’azîbûna xwe ji komîssiya helbijartina Somalî ra bişînin, gunehk’ariya Çîna yê bînin ser ziman, wekî ewan mîlliyard û nîvek nîbûna, wî çaxî emê diha zêde bûna, wekî h’eta em, k’ur’d, şer’ dikin – Japon t’ucar naçin kosmosê – «e’reba» me ji ciyê xwe naleqe. Û wê «kûltûrê» em wek patka xwe nabînin. Dewletê lazime ava kin, ne ku çê kin. Kûltûrayê lazime xwedî derên, xurt kin û pêşxin, ne ku ji nû va çê kin. Heger em kevniya xwe ji bîr nekin, ne cayîze em tiştekî nûh ji ber xwe derxin.
Bi rastî bêjim, her tişt gele balk’êşe. Alîkî va, giva ber pozê me folklora me ji me didizin, em bêxem û bêminet van tişta dibînin: stranên me yê gellêrî t’ercmeyî ser zimanê xwe dikin û dikin stranên xwe, îcar paşê, Xwedê ji te standiye, ku tu tiştekî bêjî; wisa hêsa jî dîlan û reqasên me dikin ya xwe û em dîsa tiştekî nikarin bêjin… Bi gilîkî, malê bêxwedî ye, her’e û hilde çiqas dilê te dixwaze!.. Aliyê din va, em «dadik’utin» deşta xelqê, cewarên wan hildidin, dikin rêx û bi wî rengî wek ya xwe derdixin ser rûyê avê. Ji bo vê jî em ji xwe ra van «merk’eza» vedikin û «analîz» dikin… T’enê çi analîz dikin? Çawa didizin? Yanê çawa bidizin?.. Û, hilbet, tiştekî baş ji vê kirinê çê nabe.
Gelekî «çilmîlliyonî» zar’okên mezin «mal-mal» dilîzin. (Di nav zar’a da lîstikeke wa heye: «…Ez bavim, lê tu – dê yî…») Dîsa rehme dê-bavê zar’a be, ev «mezinên» me bi xwe xwe k’ifş dikin wek lîdêrê milet, akadêmîk, prêzîdênt, analîtîk, serwêr, doktor, profêssor, nivîsk’ar, şayîr, zimanzan… Û çi li vir herî h’ewask’are – kes ji me naxwaze xwe kifşke wek şuxulk’ar. Û e’seh em gerek ji hev ra bêjin «Mamoste». Li vir Şêkspîrê Mezin hat bîra min: Diniya — t’êatr e, lê em di wir da – artîstin. T’enê lêborîna xwe ji dramatûrgê Mezin dixwazim, çi ku, gotinên wî tînim ser xelqên xwe, bi vê hinek hizrên wî guhart. Giva sala 1994-a ez hatim bajarê Moskvayê, wekî t’êatra k’urdî vekim, wî çaxî rex her astengiyên derk’etî, yeke wa jî hebû – artîsta ji k’u peyde kim!.. Ser vê pirsê «hevalek» wa bersîva min da: «Em çil mîlliyonin, û gişk jî artîstin» (E’ynî wek Şêkspîr). Nikarim bêjim, çiqasî bi cidî ev yek hat gotin, lê, bi t’exmîna min, gotinên herî rast ji devê wî derk’etin.
Carna, giva ji min ra digotin, ku miqalekê ser t’êatrê binivîsim, min xwe bînteng didît. Dereceke bê derî ye. Yanê tu gerekî r’ûnêyî û çi tê ber h’işê te – binivîsî, xelqê bixapînî, yan jî tiştekî nenivîsî. H’eta niha nikarim fe’m bikim – ser k’îjan t’êatra k’ur’dî tê qise kirin. T’êatr t’une, û ne jî hebû ye. Wisa jî, çawa t’ucar dewleta me t’unebû ye.
Em bêjin, li vir ez t’am ne rastim. Ber hinek faktan û bûyaran em gerek razîbûna xwe bixwazin. Çiqasî ez zanim, salên 50-î da gundê Elegezê da (wî çaxî ne’ya Aparanê, Ermenîstan) t’êatra k’ur’dî hat saz kirin, û dixwazim bêjim, ku ew t’êatra dewletiyê bû. T’êatra e’wil, û sed yazix, a dawî, ya k’ur’dî û dewletiyê. Wê t’êatrê çend sala e’mir kir. Paşê ew «bela bû», û piştî wê gele cara «ser h’îmê wê» xwastin tiştekê çêkin, lê çê ne bû.
Nenêre, ku t’êatir ya dewletê bû, lê dereca xwe da ji profêssiyonalîzmê p’ir dûr bû. Ji amatûriyê firqiya wan hîç’ t’unebû. Hilbet, ji bo artîst û rêjîssorên wê demê ev ne qarin… Dijî wê, ew gişk hêjayî pesindariyê ne. Ne gunehkên wan bû, ku «bavek» rex wan t’unebû.
Gele sal derbas bûn, 4 meha Îlonê, sala 1979 di bajarê T’ilbîsê da (Gurcistan) bi zora r’ûyê me û piştovaniya gel t’êatra amatûr hat saz kirin, rêveberê wê jî hat k’ifşkirin Cerdo yê Esed (Rehma Xwedê wî be). Lê wî zû fe’m kir, ku nikare wê «giraniyê» zevt ke û piştî şeş meha qulxa xwe t’esmîlî merivê xwe kir, rojnemevanê rojneme ermeniya di T’ilbîsê da, Cafarov Mirazê Ûzo. H’eta wî çaxî dereca t’êatrê bilind bû û ew bû t’êatra gellêrî û sêzdeh sala wê t’êatrê e’mir kir. Wan sêzdeh sala da t’êatrê sêzdeh şano amade kir (Hevgirtineke mîstîke, ne wisa ye?..). Her yek ew şano hetibûn t’ercme kirin ji zimanê ermenî, gurcî û azerî. Lê dîroka xwe dîsa jî t’êatrê ji şano ya k’ur’dî despê kir. Bi komêdiya şayîrê k’ur’d ji Ermenîstanê, Eskerê Boyîk — «Sinco qîza xwe dide mêr».
Li vir jî profêssiyonalîzma k’omê kêm bû, h’unurê xwe da, dikarim bêjim, hinekî ji hevalên xwe ye ji Elegezê bilindtir bûn. Dibeka, heger ç’îze-vîza me bi xwe nebû ya, hemikî e’mrê t’êatrê wê zêdetir bû ya, û, dibeka, îro me karibûya hema qe-na tiştekê ji bo t’êatra k’ur’dî banîna ser ziman, lê h’eyf, deft’era me, k’ur’da, da ev yeka nehatiye nivîsandin.
Sala 1990 da di bajarê T’ilbîsê da min k’omeke t’êatrê nûh saz kir, bi janra satîrê û hûmorê, k’îjan, yazix, wek wan t’êatra e’mrekî kin derbas kir. Li vir astengiya me di problêmên navnetewiyê da bûn: belakirina Soviyêtê, k’etina dereca jiyanê, krîza her çanda dewleta – êdî em li k’u man! Û bi dilekî kul, em mecbûr man sala 1994 da t’êatrê dadin bêwe’de, pey xwe ra hîştin çar şano yê k’ur’dî.
Rex wanê ku jorê min anî ser ziman, di T’ilbîsê û R’ewanê da, bûyarên din jî cî digirtin: k’omên stran û reqasê amade dibûn, yên înstrûmêntal, lê, diwek’ilînim, her ev yeka ji amatûriyê wê da nediçû.
Û heger em niha derheqa kûltûrayê giştî bêjin, wî çaxî bi rêal em t’ek r’adiyo ya R’ewanê bi k’ur’dî dikarin k’ifş kin, yê ku eva muxdarî çend dehsala ye bi qehremanî ciyê xwe digire ser Olîmpa xwe û Xwedê bikim h’ezar salî be ji me ra! Dîsa jî profêssiyonalîzma wê kême…
Hilbet, gelek dikarin bi min ra razî nebin. Mesele, çi ku organîzatsiyonê me resmî hene… Belê, heye, û ne yek, ne jî dudu. Yan jî, çi ku diyaspora k’ur’da heye… Belê, heye. Û ne yek. Wisa jî bi resmî merk’eza kûltûra yê heye… Belê, tiştekî wa jî heye, û ew jî ne yek t’enê. Di Moskva yê da rojnama k’ur’dî tê neşir kirin… Raste, tê neşir kirin, û ne yek t’enê, û ne t’enê di Moskva yê da. Îcar çi? K’îjan ji wan rêxistina dikare hema qe-na k’ur’dekî bip’arêze? Hîç’ yek na, ji min bawer kin. K’î ji andemên wan diyaspora t’esîra xwe heye? Yê wisa nîne. Ez bi xwe wî nas nakim. Di k’îjan ji wan merk’ezên kûltûrayê «resmî» da hema k’omeke çandê heye? T’u yekê da t’une, badîhewa neger’in. Û, dawiyê, ji min ra qe-na k’ur’dekî bibînin, yê ku bi cidî hema rojnamekê dixûne!.. Yekî wisa jî t’une! Wekî wisa ye de’wa me ser çi ye, gelî xûşk û birayên hêja?!!
Werin niha em dîroka xwe ye «kevnar» bidin ber ç’e’vên xwe, t’ek bi çend gilîne «statîk». Çi niha, roja îro, di k’îskê me da heye? Diha rast em bêjin, çi t’une ye?.. Em bêaxin, bêbajêrin, bêdewletin, bêkûltûrin, bênavin, bêpaşnavin, bêt’ifaqin, bêdengin. Bi gilîkî, em bê dîrokin, em bê sifetin. Di wextê xwe da min gele k’itêbên dîrokê dixwand û h’izretiya min ew bû, ku hema k’elîmekê bi navê «k’ur’d» di wan da bibînim. Bawer kin, derewa nakim, lê min ne didît. Dîrokzanên h’emû mileta, tu yê bêjî deng dane hev, k’êleka me ra derbas dibin, em ji bo wan ser E’rdê t’unene, em ji zû va hatine ji bîra kirin. Jiyan bêy me derbas dibe. Di siriya dîrokê da em qe pey miletên herî paşdamayî da jî nesekinîne, yên ku di daristana da jiyan dikin û Xwedê jî wan nayne bîra xwe. Me ra hurmeteke mezin dikin, giva qulç’eke rojnama xwe da, bi du giliya dinivîsin, wekî «…ser meydana N k’ur’dek bênzîn ser xwe da kir û xwe şewitand», yan jî «…Almaniyê da çend k’ur’dên têrrorîst vagona mêtro yê şewitandin…» An jî k’ur’d dijî rêjîma t’urka protêsto dikin û di Bangladêşê da konsûlosa Mozambîkê zevt kirine… Lê em pozê xwe bilind dikin û k’ubarin – ay, dibînin, derheqa me dinivîsin. Û çawa niha ez şayîrê rûssa Krilov neynim bîra xwe: «Tu vê Moska yê binêre! Tê xuya, qewate, heger ser Fîl da die’wite!».
Bi rastî bêjim, ez fe’m nakim: çi li vir diqewime? Lê dîsa jî… Werin em pişta «mêdala» xwe jî mêze kin…
Bi t’êorî em dikarin her tiştî di ciyê xwe da bidin r’ûniştandin. Hilbet di vir da kûltûra jî du hizrê xwe heye – binêrin k’îjan kûltûrayê em tînin ser ziman. Heger em derheqa wê kûltûrayê dibêjin, ser k’îjanê her milet (xênî k’ur’da) mezin bûne, û bi saya serê wê xwe gîhandine derecên herî bilind di sîvîlîzasiyê da, wekî wisa ye em, k’ur’d, nayên h’esabê. Îro em dûrî van tişta ne. Bawerkî, em ne jî dixwazin vê yekê! Heger de’wa me ser wê kûltûra e’lewate, bi saya serê k’îjanê jî gele milet hatine winda kirin, wisa jî pêra negihandin k’omê barbariyê ji serê xwe bêxin, û ji Dinê qeliyan, wî çaxî em, k’ur’d, pêşiya gişka sekinîne.
Ne wekî em qasekê ji k’êlekê va mêze kin, emê e’seh bibînin, wekî e’ynî ev rengê «kûltûra» yê roja îro li bejna me, k’ur’da, tê.
Bi t’exmîna min, heye ser çi em bifikirin, çi pirsa danin ser kongrêyên kûltûra k’ur’dî di demên pêşiya me da û çi jî «analîz» bikin…
Dawiyê, wekî krîtîkekî qelp ji min çê nebe û bi xemgînî miqala xwe xilas nekim, berê xwe didim her k’ur’dekî xêrxwaz, yê ku bi hizrên saxlem jiyana xwe derbas dike – ji bîr neke, wekî xênî p’era û k’êfxwaşiya şexsî, merivatî jî heye, nav-namûs jî heye, k’îjan, bi nihêrîna min, gerek dereca herî bilind da be, di xwe da van tişta h’işiyar kin, wekî di rojên pêşiya me da em ji xwe şerm nekin, ji k’ur’dîtiya xwe. Dinê da t’u miletekî şermê t’une. Meriv bi xwe, ji neç’ariya xwe, ji nedûrdîtina xwe û bêh’işiya xwe, ji xwe şerm dikin. Dihizirim, ku pêwîste mêrantiyê di xwe da t’op kin û bi xwe bibin xwediyê kûltûra xwe, wekî ew merk’ezên kûltûrayê haj k’arê xwe hebin (lêborîna xwe dixwazim heger nava şaş dinivîsim), û ew kesên ku li wir bixebitin, ji wan ra bixwazim serk’eftinê û pêşk’etinê. Çi jî hebe, lê dîsa jî baweriya te t’am naşkê. Bawerim ku hene ew merî, yên ku bikaribin pirîskekê bidin ber ruhê k’ur’detiyê, wekî agirekî mezin pêxin. Bawerî di dawiyê da ditemire, ne wisa ye?..
Şalîkoê Miraz,
artîst-rêjîssor