Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan a 7in di Silêmaniyê de bi beşdariya rekordî dest pê kir

Автор Асан Джалилов

Almatî. 30ê Îlonê 2025. Barbang Info – Li bajarê Silêmaniyê (Herêma Kurdistanê ya xweser di nav dewleta Iraqê de) Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan a 7în dest pê kir. Evê carê ji bona pêşangehê hejmara beşdarên rekordî hatîye tomarkirin. Teşkîldarên pêşangehê ragihandin ku xebatkarên weşanxane û nivîskarên ji Kurdistanê, Rojhilata Navîn, Ewropa û Asyayê beşdar in. Ji bona xwendevanan, pêşkêşkirina pirtûkên teze, civînên edebî û bernameyên hunerî têne amade kirin. Li gorî teşkîldaran, ev pêşangeh ne tenê di Kurdistanê de çand û xwendinê xurt dike, lê usa jî peyîwendiyên navneteweyî xurt dike. Beşdariya mezin diyar dike ku hewasa xwendinê û pirtûkan li herêmê de girîng e.

Комментарии