Hecîyê Cindî derheqa Ahmedê Mîrazî da
Ahmedê Şewêşê Mîrazî (Mirazî, Mîrazov) çawa şayîr û prozaîk nolanî steyrkeke geş çirûsî, xanê kir û zûtirê jî rijîya, temirî, lê çi ku nivîsî bû, ma û nava bedewnivîsara kurdaye sovêtîyê da cîyê xweyî layîq girt.
Ahmedê Mîrazî esil dengbêj bû, dengekî xweş lê bû, gula dewata û şaya bû. Ewî ne ku tenê ji kilamêd gotî hildida û digot, lê belê usa jî ji ber xwe derdixist, wekî din, hergê em bêjin, ew dengbêj-efrandar bû û çawa zargotîyê cimaetê usa jî ewî gelek û gelek beyt-serhatî, metelok û qise zanibû. Bi vî teherî ew kaneke zargotina cmaetê bû, bi roja, heftîya dikaribû pey hevdu bigota, bistira, lê ne westandina wî hebû, ne jî xilazbûna klamêd wî. Bi saya xweşgotina xwe, herçê guhdarvanêd wî ji wî, ji dîndarê, gilî-gotina, zarê şîrin têr ne dibûn.
Mîrazî yekî xebathiz, cmaethiz, xêrxwez, merivhiz, mêvanhiz bû. Ew serê pêsekinîya bû, kesek bê qedir ji mala wî verê ne dibû, xweyê hurmet û siyaneta mezin bû, hizkirîyê heval û hogira, der û cînara, mezin û çûka bû.
Ahmedê Mîrazî ji diya xwe bûye sala 1899a, li gundê Tûtekê, li ser nehîya Dîadînê, li Romê. Hê wextê zarotîya wî da, gava bav û birê wîye mezin dibînin, ku Ahmedî kurikekî merîfetî aqile, dişînin ber destê mellê gund, wekî xwendinê hilde. Du sala şûn da Ahmed, ku êpêce hîn bûbû, dibine Dîadînê, ku mekteba wêderê da hînbe. Ew li vêderê tê hildanê, çend saleka dixûne û bere-bere çevnasî dor û berê xwe dibe.
Li Dîadînê, usa jî li Bazîdê, wekî aqa dûr nînbû, kurdêd xwendî gelek hebûn. Hela wextekê li van dera kûltûra cmaeta kurda gelekî pêş da çûbû. Hema li Bazîdê xebitî bû, mekteb vekiribû, emirê xwe derbaz kiribû şayîrê kurdî ronayîdar Ahmedê Xanî (1591-1652), xudannivîsê poêma “Mem û Zîn”a naveyan. Çawa li Dîadînê, usa jî li Bazîdê û li gundê Qizildizê li malêd bereka Xanîya da Ahmedê Mîrazî rastî destnivîsarêd şayîr tê, yêd bi zmanê kurdî, dixûne û ezber dike. Hey cara ew û hevaldersê xwe Xalit Celalzadê diçine Bazîdê, wekî kumbeyta Ahmedê Xanî bibînin, kîjan wî çaxî îda bûbû ziyaret, ziyareta bext û miraza, ya nîşana azaya cmaeta kurd.
Ahmedê Mîrazî li vêderê usa jî rastî destxetêd Melle Mehmûd Bazîdî tê, yê ku wextê xwe da (ew ji diya xwe bûye sala 1797a) nivîskar, êtnograf û alimekî mezin bû, gelek destnivîsarêd kurdî dabû konsûlê ûrisayî Erzirûmê Alêksandr Jabayê kurdzan, ji undabûnê dabû xilazkirinê.
Ahmedê Mîrazî bi van hemîya dihese, xwe nas dike, halê cmaeta xweye bindeste zelûlîyê dibîne û fem dike, wekî cmaeta wî destê dewleta Romê da halekî herî çetindane.
Ewî di van mitala da bû, gava şerê hemdinyayê pêşin destpê dibe û destê wî îda ji xwendinê û war-miskenê wî tê birînê.
Sala 1918a gundîyêd Tûtekê, wekî nîvî kurdêd surman bûn, nîvî kurdêd êzdî bûn, xûnavêd hev, ji hev bela dibin, herçê êzdî xwe li cmaeta ermenîya digrin, berbi Yêrêvanê tên, lê kurdêd surman berbi Wanê diçin.
Wextê gundîyêd Tûtekê, pêra jî êzdîyêd gundêd Qerekendê, Qizildizê û Rehmequlê, yêd dora Bazîdê nava Romê weldigerin, direvin tên berpala Elegezê. Ahmedê Mîrazî li vêderê tevî şervanêd Cangîr axaye cmaetîyê dibe û tevî xebatçîyêd ermenîya pêşîya eskerêd Romê şer dikin, pêşîyê li dijmin digirin (şerê ser Serderavê, yê tanga Axbaranê û cîyêd din). Ahmedê Mîrazî nava van şervanêd cmaetîyê da çawa zilamekî xwendîyî aqil û şervanekî çê gelekî berbiçev dikeve û tê hizkirinê.
Lê wexta li Adirbêcanê, li Ermenîstanê û li Gurcistanê qeydê sovêtîyê têne sazkirinê, bona Ahmed jî emirekî teze destpê dibe. Ew diçe Tbîlîsîyê û hema li wêderê jî tevî wî şuxulê kûltûrîyê dibe, kîjan ku wî çaxî hukumeta Gurcistana sovêtîyê destpê kiribû di nava kurdêd bajêr da, yê ku ji alîyê Qersê, Surmelîyê, Wanê, Tendûrekê, Bazîdê mihacir bûbûn, revîbûn hatibûn wî şeherê şênî-qedîm. Nava wana da usa jî xelqêd gundêd Axbaranê hebûn.
Li vêderê Ahmedê Mîrazî tevî Lazo (Hakob Xazaryan), jina wî – Olga Xazaryanê, Kamil Bedirxan, Esedê Cango, Emînê Evdal, Hov. Sîsyan û yêd din dest bi xebata kûltûrîyê dike nava mihacirêd kurd da. Klûbêd şeher da, başqe gotî ya ser navê Lûkaşîn da, kêderê hîmlî xebatçîyêd bajêre kurd berev dibûn, xebateke hêle pêş da dibe: komêd tatronê (şano), reqasê, dengbêjîyê dide teşkîlkirinê, lêksîa dide hazirkirinê, alî mekteba Lazoye şevbihêrîyê dike, kûrsêd hildana nexwendîtîyê û dersdara dide vekirinê.
Ahmedê Mîrazî sala 1937a tê Ermenîstanê – nehîya Hoktêmbêryanê, nava qewim-lêzimêd xwe. Li vêderê jî gelek qulixêd cabdar da dixebite, paşê derbazî pênsîayê dibe (teqewût dibe), li gundê Sovêtakanê da dibe mal-avayî û li wêderê jî dimîne.
Ahmedê Mîrazî, ku hê çûktîyê da hizkirina wî berbi nivîsara bedewîyê hebû, paşê jî gelek kitêbêd ûrisî, gurcikî, ermenkî, tirkîye bedewîyê xwendibû, destpêbûna çapkirina bedewnivîsara mera (ji sala 1929a) bi şiêr, nivîsarêd xweye vekirîva pêş da hat. Gelek şiêr, poêmêd wî rojnama “Rya teze” da neşir bûn. Ew usa jî di berevokêd nivîskarêd kurda û kitêbêd dersa da derketin. Ahmedê Mîrazî xênji wana pîêsa bi navê ”Zemanê çûyî” da neşirkirinê (sala 1935a), ya ku derheqa haldijwarîya kurdêd Turkîayê da ne: ew wêderê da dide kivşê şerkarîya cmaeta kurda mqabilî hukumeta Turkîayê. Eva pîêsa bi serecem, bedewsinetî, îdêa xwe va hê-hê nava edebîyeta me da cîkî meşûr digire.
Van salêd paşin Ahmedê Mîrazî berevoka şiêrêd xwe hazir kir, pêra jî eva kitêba bi sernivîsara “Bîranînêd min”.
Eva nivîsara di hinda xwe da, meriv hew zane dûmaya pîêsa “Zemanê çûyî” ye. Xudannivîs dide kivşkirinê, çika halê kurdêd xebatçî nava dewleta Romê da çiqa çetin bûye, hukumeta Romê çi zulm anîye serê wan. Dide kivşê şerkarîya cmaeta kurd mqabilî wê dewleta zulmê.
Nava vê kitêbê da, raste, hîmlî serhatîya xudannivîse, lê pêra jî derheqa halê kurda dane, gelek tiştêd derheqa rabûn û rûniştina cmaetê hene, tiştêd êtnografîyê, yêd zimîn, kîjan bona hîndarîya emirê kurda dikarin gelekî kêr bên.
Zimanê Ahmedê Mîrazî gelekî dewlemende, merîfeta wîye efrandarîyê pire, lema jî her efrandineke wî bi hewaskarî tê xwendin û bihîstinê. Ew ji cmaetê hîn dibû, mîna cmaetê jî diefirand. Gelek cara qise, mijûlî, metelok, tîmsalêd cmaetê nava nivîsarêd xwe da daye xebatê.
Efrandinêd Ahmedê Mîrazî bi zimanêd ûrisî, ermenî, gurcikî tercime bûne.
Ahmedê Mîrazî sala 1961ê li gundê Yêxêgnûtê (Qamişlûya berê) li ser nehîya Hoktêmbêryanê wefat bû, lê navê wîyî qenc tevî şuxulê wîyî hêja ma û wê hê-hê bimîne, çimkî ew bi xwe jî hîmdarekî bedewnivîsara kurdayî sovêtîyê ye.
Ji pirtûka Têmûrê Xelîl Antologîya 35 helbestvan û nivîskarên Sovyeta berê
Hesen CELÎLOV