Nivîskar Salih Kevirbirî derheqa Eziz Gerdenzeri

Автор Асан Джалилов
4 просмотры

Sovyetistan, nexasim jî Qefqasya; li Qefqasyayê jî Gurcistan û Ermenistan herdem bûne hêlîna rewşenbîr û rewşenbîriya kurdî. Bi dehan mêrxas û jinên xas ‘li wî yalî Erezê’ bi afirandin û hunera xwe, bi ked û emega xwe ya bêhempa bûn ‘şewq û şemal’ û ‘vî yalî Erezê’ ronî kirin. Wext hat ‘îşiqa xwe dan’ tevahiya civaka Kurdistanê û Sovyetistana Sosyalîstiyê. Ezê îro ji we re behsa yek ji wan mêrxasan bikim ku îro dikeve 79 saliya xwe. Ji niha ve pîrozek û bimbarek be; canê sax, emrê dirêj ji bo te be Eziz Gerdenzeri.

Nivîskarê kurd, doktorê bijîşkiyê Ezîzê Îsko Gerdenzerî, bi navekî din Şalîkoyê Îsko Amîryan sala 1945-ê li bajarê Tbilîsa Gurcistanê tê dinyayê. Paşê malbata wî bar dike Ermenîstanê û li wir bi cih û war dibe.

Zarokatî û xortanîya nivîskêr li gundê kurda Orteçiya ku berê jê re Cercerîs digotin derbas dibe. Cercerîs dikeve yaliyê herêma Elegeza Ermenîstanê. Gerdenzerî di nav lawên çiya yên dilsoz, bixîret, rastgo û welatparêz de mezin dibe.

11 salên li Çîmkenta Qazaxistanê

Sala 1964-ê ew li Zankoya bijîşkiyê ya Yêrevana paytexta Ermenîstanê de tê qebûlkirin. Sala 1970-yî Zanko temam dike û berê xwe dide bajarê Çîmkenda Qazaxistanê. Li Çîmkentê 11 salan karê bijîşkiyê-xîrûrgiyê dike. Sala 1978-ê Wezareta Saxlemîparastina Qazaxistanê navê ’Xîrûrgê Dereca Yekê’ dide Ezîzê Gerdenzerî. Hema di wê salê de ev lawê kurd di hêla bijîşkîyê de dibe doktorê zanyarîyê.

Di nava 20 salên li Ermenîstanê de 5000 emeliyat

Sala 1981-ê Ezîzê Îsko vedigere Ermenîstanê, du salan li Zankoya bijîşkiyê ya komarê de mamostatiyê dike, lê ji sala 1983-ê hetanî sala 2002-yê li Înstîtûta Yêrêvanê ya Proktologîyê de wekî xîrûrg kar dike, dibe serokê beşê qebûlkirina nexweşa-dîagnostîkîyê. Di nav wan salan de dikeve 5000 emelîyetan û 32 gotar û meqaleyên ilmî-zanistî dinivîse.

Doktorekî edîb, edîbekî doktor!

Lê wek ku nivîskar bi xwe dibêje, karê wî yê bingehîn edebîyet bûye. Ji sala 1960-î de destpêkirî gelek helbestên wî di rojnameya “Riya Teze” de têne weşandin û bi Radyoya Kurdî ya Yêrêvanê de têne xwendin. Sala 1968-ê ji alîyê Yekîtîya Nivîskarên Kurd li Ermenîstanê ve biryar tê dayîn ku pirtûka helbestan ya Ezîzê Gerdenzerî bi navê “Kilîta Dil” bê weşandin. Lê ji ber hinek sedeman ew pirtûk çap nabe.

Lê Ezîz dest ji nivîsarê bernade û li almanaxa kurdî ya bi navê “Bahara Teze” de, ku her sal li Ermensîtanê çap dibe, gelek helbestan, çîrokan, pîêsan diweşîne. Ji wana yên berbiçev ev in: Romanoka “Dewata Bêdef” û destana “Sêrênada Evîntîyê.” Sala 1990-î romana nivîskar ya bi navê “Fîncana Ferfûrî” bi pirtûkeke cihê ronahî dibîne. Hema di wê salê de pîêsa wî ya bi navê “Zarîna Çiya” derdikeve û şanoya Tbilîsê ya Kurdî ew nîşan dide. Paşê ew şano ji alîyê Înstîtûta Kurdî ya Parîsê ve wekî fîlm derbasî ser kaseta vîdeoyê dibe.

Ezîzê Gerdenzerî niha li ser du pîesan kar dike: “Teyrê Çiya” (Ji bo 100 salîya bûyîna Barzanîyê Mezin) û “Xanê Çengzêrîn.” Eva dawiyê wek romana “Gêlavêj” sala 1996-ê bi pirtûkeke cihê çap bûye.

Herwiha romaneke wî ya din jî ji bo çapê hazir e ku nave wê “Derdê çiya” ye. Romana wî ya bi sernavê “Xîrûrg” ji jîyana nivîskêr bixwe ye.

Nivîskarê kurdperwer niha li Ewropayê mihacir e. Ew bi hêvî ye ku li Ewropaya azad û Kurdistana serbest de nivîsên wî bêne çapkirin û bibine milkê gelê kurd.

Ezîzê Gerdenzerî endamê tu partîyekê nîne, lê ji sîyasetê dûr nesekiniye. Ew endamê fonda lîtêratûrayê ya cihanê ye, çend sala bûye serokê Yekîtîya Bijîşkên Kurd li Yekitiya Sovyeta Berê. Gerdenzerî ji sala 1997-ê ve Endamê Yekitiya Nivîskarên Ermenîstanê ye…

Комментарии