Çûçoyê Hiseyîn Silêmanov di sala 1944an de li navçeya Talas a herêma Cambîlê ji dayik bûye. Dê û bavê wî nûnerên koma etnîkî ya kurd bûn, di sala 1937 de ji Azerbaycanê sirgûnî Qazaxistanê bûn. Ceribandinên dijwar û zehmetiyên wê serdemê Çûçoyê Hiseyîn kirin mirovekî xwedî karaktereke xurt, kedeke durust.
Xwendina xwe ya navîn li dibistana bi navê S. Yêrûbayêv ya malhebûna Sovîyêtê bi navê Kongreya XX ya navçeya Algabasê (niha navçeya Beyîdibêk, herêma Turkistan) wergirt. Paşê dikeve Enstîtuya Pedagojiyê ya Çîmkentê û li wir fakulteya fîlolojiyê beşa ziman û edebiyata rûsî qedandiye.
Di sala 1966 de, Çûçoyê Hiseyîn li gundê Saribulaq, navçeya Algabas dest bi karê mamostetiyê kir. Wî zû xwe îspat kir ku mamosteyek ciwanek daxwazkar lê baldar e. Di sala 1971ê de li dibistana heşt salî ya ser nave Şoreşa Cotmehê xebata xwe domandiye û di heman demê de bi rojnama herêmî “Algabas” re wek peyamnêrê serbixwe hevkariyê dike. Di sala 1983’an de ji ber sedemên malbatî koçî gundê Tuyêtasê, navçeya Boraldayî, navçeya Algabas (niha Beyîdibêk) dike. Li vir ew wek rêvebirê dibistana seretayî ya ku nû vebû hatibû avakirin karê mamostetîyê berdewam kir. Dem dijwar bû: kêmbûna karmendan, zehmetiyên aborî, girtina dibistanan. Lê bi saya yekitî û jêhatîbûna rêxistinî ya Çûçoyê Hiseyîn, pêvajoya perwerdehiyê hate parastin.
Di sala 1989 de, ew bû yek ji destpêkerên avakirina dibistanek nû li gundê Tuîyêtas û di pêşkeftina wê ya madî û teknîkî de alîkariyek girîng kir. Di sala 1989-1998 de, wî dibistana navîn a bi navê Baûrcan Momişuli serwertî kir. Di dema hilweşîna Yekîtiya Sovyetê û damezrandina Qazaxistana serbixwe de, Çûçoyê Hiseyîn Silêmanov piştgirîya pisporên ciwan û xebata aram a dibistanê miyaser kir.
Xebata wî gelek caran bi Sertîfîkaya Rûmetê ji herêma Qazaxistana Başûr, Belgeya Rûmetê ji Wezareta Perwerdehiyê ya Komara Qazaxistanê, û sertîfîkayên ji beşa perwerdehiyê ya navçeyê û saziyên sendîkayan hate destnîşan kirin. Di sala 2007an de ji beşa perwerdehiya navçeyê bi nameyekê pesindayînê wergirt.
Piştî ku di sala 2007an de ji karêz xwe aza bû, çû Hecê. Heya rojên xwe yên dawî ew wek mezinekî gund ê bi rûmet bû. Di 8ê Hezîrana 2008an de çû rehma Xwedê.
Malbat di jiyana Çûçoyê Hiseyîn de cîhek girîng girt. Kulfeta wî Nûbara Hiseyîn, jineke xwedî rûmet, çend caran ji bona Hecê çû Mekkayê û zarokên xwe bi ruhê ked û hurmetê mezin kir.
Zarokên Suleymanov di jiyana gundê xwe de roleke girîng dileyîzin.
Kurên wî Cemal û Kemal bi salan di mizgefta herêmê de xizmetê dikin, bûne destpêkerên avakirina avahiyeke nû: Cemal wekî mela, Kemal wekî nayib.
Kurê herî biçûk Zaual bi salan mamostetiya erdnîgariyê kir.
Keça Zarqelem zêdetirî bîst salan wek mamosteya dibistana seretayî xebitî û yek ji perwerdekarên rêzdar yên gund bû. Çûçoyê Hiseyîn Silêmanov bi mafdarî wekî yek ji damezrînerên perwerdehiya dibistanê li gundê Tuyêtasê tê hesab kirin. Navê wî bi serdemeke tevahî di dîroka dibistana herêmî de ve girêdayî ye. Dilsoziya wî ji bo karê xwe, pîvanên wî yên exlaqî yên bilind û rêzgirtina wî ji bo xwendekarên wî ew kir kesayetek girîng di jiyana perwerdehiyê ya herêmê de. Bîranîna wî di dilê malbat, hevkar û xwendekarên wî de dijî.
Hesen Calîlov