Elîyê Ebdilrehman nava edebîyeta kurdêd Sovêtîyê da navekî teze nîne. Ew xudanê çend kitêban e. Ew miqala, serhatîya, romana, şiêra, destana dinivîse, bi wergerandina efrandinêd bedewetîyê va mijûl dibe.
Elîyê Ebdilrehman sala 1920î welatê Romê da ji diya xwe bûye, di wan salan da halê kurda di wî welatî da giran bû. Elî şeş salî bû, wexta mala bavê wî tevî qebîla kurda ya Birûka ji zulma dîwana Romê direve, tê welatê Şêwrê da dihêwire. Hema vira jî lawê kurd xwendinê distîne. Xênji zaniştgeha kurda li Yêrêvanê, Elîyê Ebdilrehman usa jî Înstîtûta Bekûê ya pêdagogîyê xilaz dike. Salêd berî Şerê wetenîyêyî mezin û pey şêr ra ew çawa dersdar, serwêrê mektebê, serwêrê para xwendinê di nehîya Basargêçarê da (niha nehîya Vardênîsê) telîmçîyê mekteba bûye ya wezîreta Ermenîstanê ya ronkayê da. Elîyê Ebdilrehman tevgelê şerê wetenîêyî mezin e û wek partîzan wedekî dirêj pişta dijmin da kirîye şer.
Sala 1955a Yêrêvanê da dîsa rojnama “Rya teze” tê çapkirinê. Dora wê lawêd kurdaye bi xwendina bilind top dibin. Nava wandan e usa jî Elîyê Ebdilrehman, ku çawa serwêrê parê dixebite. Hema vira jî, xênji miqalêd pirsêd rojê ra girêdayî, ew destbi nivîsara efrandinêd bedewetîyê dike. Riya Elîyê Ebdilrehman ya edebîyetê ji vê rojnamê destpê dibe. Paşê efrandinêd nivîskarêd kurdêd sovêtîyê, kitêbêd dersada dertên.
Kitêba xwe ya pêşin Elîyê Ebdilrehman sala 1959a çap dike. Berevoka “Xatê xanim” da çar efrandinêd başqe hene. Ewana derheqa jîyîna cmaeta me zemanê berê û rojêd me da gilî dikin.
Nava edebîyeta kurdêd Sovêtîyê da destana cmaetê bona dasekinandina tarîxê, nîşandayîna şerê cmaetê seba serbestîyê cara ewlin Elîyê Ebdilrehman daye xebatê. Paşê ew destana gel seba Erebê Şemo dibe qinyat. Ew romana xwe ya eyan “Dim-dim” dinivîse. Hilbet, cem wan herdu nivîskara ruhê zargotina cmaetê hatîye xweykirinê, ya ku xwe bi salixêd tarîxê yên berk va bend nake. Hîmê wan efrandina da qewmandinêd usa hatine danînê, yêd ku rastî jî nava emirê cmaetê da qewimîne û bona mitala qinyat dane wê.
Hîmê serhatîya Elîyê Ebdilrehman da efrandina zargotina me “Xatê xanim” hatîye danînê. Nivîskar serecema zargotina cmaetê fire kirîye û ji hidûdê teng derxistîye. Ew xebitîye hîmekî diha rêal bide qewmandina, lê cem wî dîsa reng û awazêd cmaetê yên hikyatî hatine xweykirinê. Efrandina Elîyê Ebdilrehman pesinandina jina kurd e, ya ku rojêd oxirmêd giran da dewsa mêrê xwe digre. Bi alîkarîya nîgara jina kurd û sultanê Romê nivîskar şerê dîwana zêrandinê û cmaeta zêrandî nîşan dide.
Wextê Elîyê Ebdilrehman pê kire meydana edebîyetê, ewî xwe ra têma xwe anî. Ew têma halê kurdan e di qewilêd dîwana Turkîayê û Îranê da, kîderê xweserîtî bê hed û hesab e. Vira gumana kurda her tenê sîlih e û dilê şêran e, ku defa sîngê ewledê cmaetê da dikute. Serhatîya mezin “Morof” û romana “Gundê mêrxasa” derheqa halê kurdayî bê extîyar bin qolê sultan û şah da gilî dikin. Kurd xweyê ocax û malêd xwe nînin di wan welata da, kîderê zordayîn û neheqî padşatî dikin. Elîyê Ebdilrehman xwedîyê romana “Şer çiya da” ne.
Elîyê Ebdilrehman usa jî şiêra û destana dinivîse. Efrandinêd şiêrkî di berevokêd “Dê”, “Hesreta min” û “Gulistan” da hatine çapkirinê. Kurd û Kurdistan di nav şiêrêd wî da mîna têlekî sor derbaz dibin.
Ev nivîs ji pêşgotina pirtûka Elîyê Ebdilrehman ya bi sernivîsara “Hesreta min” hatîye hildan.
Ji pirtûka Temûrê Xelîl «Antologîya 35 helbestvan û nivîskarên Sovyeta berê»