Eskerê Boyîk
Semendê Elî Sîabendov: Mêrxasê Yekîtya Sovêtê, xebatçîkî dewletêyî derecebilind, navekî gelekî hêja, hizkirî li nav Kurdên Sovêtêda… Evdekî berbihêr, xerîbdost, ruhsivik. Pêşewitîkî gelê xwe, Komara Ermenistanêda bi nav û deng…Min jêra digot Apê Semend. Havîna sala 1961-ê, ez û bavê xwe çûbûne bajarê Yêrêvanê. Wê dema salê, welêtda, cahila kagazên xwe ji pey qedandina mekteba navînra, didane zanîngehan, ku bikevne întamên qebûlbûna xwendina bilind. Me dokûmêntê min biribû, ku bidne Înstîtûta Yêrêvanêye Malhebûna Gundîtyê. Çiqas jî xwestin û hizkirna min edebyet bû, lê bavê min pir’ dixwest ku ez di warê gundîtyêda bibim pêşekzan, ji pey xwendinêra vegerim gund û serokatyê kolxoza gundê me bikim. Ew minra hatibû Yêrêvanê, ku nişkêva, kaxazê xwe nedime cîkî din. Me dokûmêntên min tesmîlî înstîtûtê kir û kûça li rex wê zanîngehêra em berjêrî nava bajêr bûn. Wê demê merkeza bajêr meydana li ser navê Lênîn bû. Ew meydan bi temamya xemla xweye çêkirinêva pir bedew bû. Kompilêksa avayan, heykelan, hewz û kanyên avsare bi mermer, heykelê Lênîn xemleke hêja didane meydanê. Avayada parlamênt, hukumat, wezîretên komarê cîkirî bûn, otêl, post, rêstoran, dikan, kînotêatir bi rêzê bûn. Li wir, em li ber avayîkî pirqatêyî bedewî bi kevirê sipî sekinîn:
-Hatin hatine,- bavê min got,- em serîkî apê teyî Semend xin, eva sî salin me hev nedîtye. Çika ezê bême bîra wî? Em ji dergevanê ber dêrî hejmara oda rûniştandina Sîabendov hesyan û hilkişyan qatê sisya. Oda qebûlkirna wîda sêkrêtara wî, jineke navsere rûniştibû:.-Kerema xwe bêje Sîabendov, bê Boyîkê hevalê teyî berê, hatye, dixweze te bivîne.-Kurd, hema kê tê, dibê ez hevalê wîme, qewmê wîme, pismamê wî me… Dixwezin ecele wî bivînin. Nafikirin karê wî heye, mijûle…Îro dema qebûlkirina wî nîne, herin sibê werên,-sêkrêtarê hevkî berk cava me da.
— Bêjê…Hela me û sêkrêtarê ber hev dida, derê odê vebû, camêrekî bedewî porsipî derket. Gava çev li me ket, hat bavê min hemêz kir û em birine oda xwe. Jinikê ecêvmayî pey me dinhêrî…Destpêka salên sîyî ew û bavê min, dibistana gundê wî, Sengerêda tevayî dersdar xebitî bûn. Min tê derxist ku hevaltya wan şîrin bûye û bîranînên cahiltîyêye xweş dilê herdada mabûn…-Demeke xweş bû, Boyîk mala meda dima, em wek bira bûn…Paşê bayê emir her yek ji wan rêkêda biribû…Herdu jî tevî şêr bûbûn, dijî faşîzmê şer kiribûn… Bavê min dîl ketibû. Lagêrên dîlaye xezebda bi teherekî xilaz bûbû. Ji pey şêr’r’a xwestibû veger’e male, lê bo dîlketinê, ketibû devê zulma stalînîzmê, hema r’êda girtibûn, sirgûnî Sîbîrê kiribûn, k’anên komirêda xebitîbû,pey mirina Stalînra vegeryabû gund…Ji pey axaftineke germ û bîranînên rojên buhurîra, bavê min menya hatina me, ya Yêrêvanê jêra gilî kir…Wê demê li weletê Sovêtê, xwezma komarên Kavkazyayêda qebûlbûna li înstîtût û ûnîvêrsîtêtên xwendina bilind pir dijwar bû, carna hebûna nas û dostan, dayîna ruşetê ji zanebûnan çêtir rol dilîstin. Ya min jî zanebûn hebûn lê ruşet, nas û dost tunebûn. Min li wir tê derxist kû bo çi bavê min ez anîbûm bal apê Semend, cîgirê wezîrê Malhebûna Gundîtyê, yê Komara Ermenistanê…Nava çar întamara gerekê ez derbaz bûma. Sisê min baş dan. Ya çara, dema min cava xwe da, xilaz kir, mamosta, yekî qemerî, porsipî (paşê pê hesyam cîgirê serokê Înstîtûtê prof. Agacanyan) bi ken minra got:-Nizanim ji vê întamê tê derbazbî yanê na…Hema niha here bal Semend Alîyêvîç, ewê menyê tera bêje. Bi rastî, ez tirsyam, tevî hev bûm, min cava xwe baş dabû: „ Ji bo çi, çima min dişîne bal apê Semend? Şerme, ew camêrê derheqa minda çi bifikire? „Çareke mine din tunebû, ez raste-rast çûme bal apê Semend. Hîvya min bû. Kenya destê xwe pişta min xist:-Eferim birazî, mamosta pir ji zanebûnên te razîne… Rehet here malê, bavê xwe silavke. Yekê îlonê were dersê xwe…Wê demê cîyê jîyîna xwendk’aran pir kêm bûn… Kûrsa meda 40 keç û xort hatibûn qebûlkirinê. Bawarkî tev jî yên gunda bûn. Cî dabûne tenê şeş xwendkaran. Ji wana yek jî ez bûm. Rasthatina min tevî wî evde mezin usa dest pê bû… Min xwendin xilaz kir, paşê doktorî xweyî kir. Xwestina bavê min nebû. Serokê gund ji min çê nebû. Înstîtûta Aboryê, ya Malhebûna Gundîtyêda bûme berpirsyarê parê…Usa hate stendin ku xebata me herda jî di warê Malhebûna gundîtyêda bû, em timê bi hevra tevî civîna dibûn, tevayî li gund û bajarên Ermenistanê digeryan. Wek bavekî xemxur timê guhê wî li ser min bû… Mêrxasê Welatê Sovêtê-Semende Elî Sîabendov, sala 1909-a li gundê Hesencanê, li qeza Qersê maleke Kurden êzdîda hatye dinyayê. Wê demê ew herêm dikete nava hidûdên dewleta Rûsîayê. Hela zarok bûye dest bi herba/şer’ê/ cihanêye ewlin dibe. Ew herêm dibe qada şerê osmanyan, rûsa, ermenyan. Zyaneke pir mezin digihîje Kurdên wê navçeyêye Êzdî. Malbeta wan jî tevî hemû êzdyan mal, milk û hebûna xwe dihêlin û bi undayên mezin Ava reş derbaz dibin, direvne Ermenistanê, gundekî êla Elegezê-Sengerê, li bal qewmên xwe cî dibin. Şorişa Oktobirê dawîya deshiletdarya împêratorya R’ûsyayê tînê. Leşkerên rûs herêmê dihêlin û vedigerne welatê xwe. Roma Reş bi leşkerekî giran dikeve wê navçê. Desthilatdarya Ermenya nikare herêmê bi qewata xwe xweyîke. Ordiya Tirkan tev hêzên hemîdyan tên digihîjin heta gundên Êzdya, yên li pala çyayê Elegezê. Gelek Êzdiyan qir dikin. Halê xelqê çiqas diçe dijwar dibe. Ji şêr, xelayê, nexweşyan, bêqanûnyê qira evda tê. Tenê pey qeydê Sovêtêra alîkarî çê dibe. Paşê diçin bajarê Tilbîsê. Semendê biçûk li wir demekê paletyê dike, mekteba şevê, ku seva zarokên Kurdan yên sêwî û bêxwedîra vekiribûn, dixûne. Sala 1928-a, bi insyatîva Erebê Şemo, komeke cahilên Kurd dişînine bajarê Lênîngradê xwendinê. Semend jî li nav wanda bûye. Ji pey xwendinêr’a vediger’e gundê xwe, li Sengerê. Wê demê kadrên xwendî li nav kurdada pir kêm bune. Pêşda li dibistana gund dersdaryê dike, paşê tê bijartin wek Sêkrêtarê ewlin, yê partya Komûnîstyêye li nehîya Elegezê û parlamêntarê (dêpûtatê) parlamênta Komara Ermenistanê… Welatê Sovêtêda hukumdarî tev destê hizba Komûnîstada bû. Her dera h’ukum ya Sêkrêtarê ewlin bû. Sala 1941-ê wî wek xebatçye partyayêyî payabilind, sêkrêtarê yekê dişînin bajarê Moskvayê xwendinê, bona xwendina li kursên sîyasî-hizbîtêyî bilind.Li wir jî dibihê, ku şer’ dest pê bûye, Almanya Faşîstyê hicûmî ser Yekîtya Sovêtê kirye, gund û bajara dişewitîne û ecele pêşda tê. Hema ji wir jî, wek qumandarê hizbî-sîyasî dişînine pêşenya şêr. Roja e’wlin heta dawya wê herba xezeb, ew alaya xweva bi mêranî, di nav agir, mirin û xûnê, qewlên zor û zemetr’a derbaz dibe. Tevî şerên bo Moskivayê, azadkirin û ji dijmin paqijkirina bajarê Rûsyayêye Tûlaye, qezayên Kalûgayê û Biryanskê, Komara Bêlorûsyayê, dewleta Polandê dibe, digihîje Rojava Pirûsya Gêrmanyayê. Li wir cava altindaryê û dawya şêr dibihên. Nava wan şerada ew gelek cara birîndar dibe, dik’eve nexweşxanên leşkerî, ji pey qencbûnêr’a dîsa vedigere pêşenya şêr, digihîje alaya xwe. Ji bo efatyê, jêhatinê, mêranyê, culetyê, şureta serleşkeryê û emekê wîyî şexsîyî di serketina opêrasyonên dijî dijminda, Semend Syabendov du cara hêjayî ordênên Ala Sor dibe (salên 1943 û 1944-a), sala 1944-a ordêna Sûvorov, ya dereca duda didinê. Meha sibata dîsa wê sale hêjayî ordêna Şêre dereca yekê dibe…Nav-dengê şervanê Kurdî efat welêtda bela dibe. 24-ê adara sala 1945-a, duh meh berî altindaryê, bi qirarnivîsa Serokatya dewleta Yekîtya Sovêtê, ewlede gelê Kurd, şervanê navdar, padpalkovnîkê Ordya Sor Semendê Elî Sîabendov hêjayî rewa welatê Şovêtêda navê herî bilind, Mêrxasê Yekîtya Sovêtê dibe. Eva ne ku tenê ji bo şexsê wî, lê ji bo temamya bi dehan hezara Kurdên wî welatî nav û rûmeteke mezin bû. Şedên wan sala gilî dikirin, ku aglêva sala 1945-a, besa wê bûyara kêfxweşyê digihîje xelqê neh’îya Elegezê…Dibêjin serokê nehîya wanî berê, Semend Sîabendov hêjayî navê Mêrxasê Yekîtya Sovyêtê bûye. Gundê wî Sengerêda, li ber derê mala bavê wî şaynetîke mezin çê dikin. Xelqên kurd û ermen, yên wê nehyê û nehyên dorê, dicivin, ji serokatya K’omarê, leşkerên payabilind ji Yêrêvanê tên, şaynetîke mezin çê dibe û nema rûmetêşêkirdaryê ya serokatya ordya Sovêtê, ku li ser nave bavê mêrxas hatibû şandinê, dixwendin…Ew neme belgekî dîrokîye. Têda derheqa mêrxasî, efatî û emekê lawê Kurd di şerkarya dijî dijminda tê gotin. Neme bi van xeta dawî dibe: „…Razîbûn û sipasya mezin wera, Sîabend Alîêvîç, ku we, ewledekî hêjayî wek Mêrxasê welatê me mezin û perwerde kirye. Wera sehet-qewat û jîyana bextewar”.Ji pey şêrra ew dîsa vedigere Ermenistanê. Birînên şêr kûr bûn. Mal tunebû ku zyan nedîtibû. Gund û bajar xirav bûbûn. Dijwarî çiqas bêjî hebûn.Pêşyê Kommerkezya Partya Komûnîstyê, ya Ermenistanêda dixebite, paşê dîsa tê bijartin wek Sêkrêtarê ewlin, yê nehîya Elegezê. Nehî bawarkî ya Kurda bû. Pirsgirêkên aborî, civakî, kûltûrî, sosyalyêye nehîyê pir bûn. Serokê nehîyê ji bo xweşkirina halê xeluê her tiştî dike. Sala 1950 li paytextê weletê Sovêtê Moskvayê Mekteba Hizbîye here bilind xilaz dike. Ji sala 1952-a ew wezîreta hukumata Ermenistanêda derbazî li ser kar dibe, berê wek cîgirê Wezîr, paşê serokê beşa kadra…Û usa heta dawya jîyana xwe. Sala 1989-a, heyştê neh salya xweda diçe ber dilovanya Xwedê. Sîabendov pêşewitîkî gelê xwe bû. Guhê wî tim li ser jîyana komarêye kurdewaryê bû, wek mecalên xwe tevî hatin-çûyîn, e’yd-e’refatên gelê xwe dibû. Sala 1960-î, bi veçêkirin û hazirkirina wî, destana „ Sîabend û Xecê „ hate weşandin, kîjan sala 1962-a bi ermenî jî hate wergerandin û weşandin.Poêma wî, ya bi navê „ Jîyana Bextewar”, sala 1966-a, wergera Ermenî jî 1969-a hate weşandin. Poêm hewaskare. Nivîskar, poêmêda, derheqa jîyana xweda gilî dike. Derheqa mêranya Mêrxasê Yekîtya Sovyêtê Semendê Elî Sîabendovda gelek stiran hatibûn hûnandin û li Ermenistanê dihatine stranê. Bi deha hezaran Kurdên weletê Sovêtê bi mêranî beşdarî Herba navbera Faşîstên Alman û welatê Sovêtê bûn. Wî şer’ê dijwarda bi hezaran hatne kuştin, seqet bûn, mal çûne ber mîratê, jin bî, zarok sêwî man, xwestin, miraz û merem teribîn…Gelek jî bi ordên û medalên altindaryê vegeryan… Rojhilatzanê kurdî rehmetî, serokê para Kurdzanyê, ya Înstîtûta Rohilatzanyêyî berê Xalit Çetoyêv lêkolîneke pir giranbiha li ser vî babetî kirye û pirtûkeke delal bi zimanê rûsî weşandye.Di dîroka wê herbêda Kurda jî nave xwe nivîsîn… Lê ew dîrok bi steyrka zêr, ya Mêrxasê Yekîtya Sovêtê Semêndê Elî Syabendov xemilî.
Rojnema Rya Teze 5 / 2011