Mêdyaya kurd a li Ermenîstanê

Автор barbang info
99 просмотры

Salihê Kevirbirî

Li wî alî Arasê du rojname û radyoyek:

‘Riya Teze’ ‘Welatê Rojê’ û ‘Radyoya Erîvanê’

Di pêvajoya ku li Tirkiyeyê nîqaşa ‘Perwerdehiya zikmakî’ û ‘Weşana kurdî ya radyo û televîzyonê’ tê kirin de, li paytexta Ermenîstan Erîvanê em bûn mêvanê çapemenî ango medyaya kurdî. Wekî tê zanîn nêzîkî 75 sal in ku kurdên li Ermenîstanê bi zimanê xwe perwerdehiya xwe pêk tînin, rojnameyên xwe bi zimanê xwe dixwînin û ji sala 1955’an pê ve jî guhên xwe didin ‘awaz’ û ‘sewt’ên kurdewarî. Ji bilî weşana Radyoya Erîvanê ku niha weşana wê ji saetek û nîvê daketiyê nîv saetî; li Erîvanê bi navê ‘Riya Teze’ û ‘Welatê Rojê’ du rojnameyên kurdan derdiçin. Bêguman ji bo rol û girîngiya Radyoya Erîvanê çend rêzik têrê nakin, ji bo wê pêwîst e ku nivîseke bi serê xwe û têrnaverok bê nivîsîn. Lê beriya ku em li ser her du rojnameyên navborî rawestin, pêwîst e ku behsa radyoya bab û kalên nifşên nû ango Radyoya Erîvanê bikin.

‘Radyoguhdarêd hêja Erîvan xeber dide…!’

Kesên ku temenê wî/wê raserî 40 salî be, gotina bi rengê ‘Radyoguhdarêd hêja Erîvan xeber dide…!’ bi sedan car ji devê kesên wekî Aznîva Reşîd, Sevaza Evdo, Gulîzera Casim, Lûsîka Hiseyn, Nûrê Polatova, Keremê Seyad, Tîtalê Kerem û Leyla Kerem guhdarî kirine. Radyoya Erîvanê Para Kurdî, bi xebat û keftûleftên giran ên kesên wekî Haciyê Cindî, Emînê Evdal, Casimê Celîl û Xelîl Muradov di nîveka salên 50’yî de dest bi weşana xwe kir. Bi taybetî keda Casimê Celîl û Xelîl Muradov şayanî pesindanê ye. Li gorî qeydên ku me ji navenda Radyoyê girtin, Casimê Celîl yekem berpirsiyar e di radyoyeê de. Piştî wî dema berpirsiyariya Xelîl Muradov e ku 20 salî berpirsiyarî kiriye. Dîsa li gorî malûmatan, Aznîva Reşîd ku jina Xelîl Muradov e piştî bêjer ango spîkeriya 20 salan di sala 1980’yî de ji ber temendirêjiya xwe dest ji karê radyoyê dikişîne. Di dema Casimê Celîl û Xelîl Muradov de fonda radyoyê ya vit û vala bi deng, bilûr û awaza bi sedan dengbêj û sazbendên navdar ên wekî Gerabetê Xaço, Şeroyê Biro, Seîdê Şamedîn, Reşîdê Baso, Memê Kurdo, Efoyê Esed, Egîdê Têcir, Memoyê Silo, Şibliyê Çaçan, Xana Zazê, Asa Evdile, Belga Qado, Hovhannes Badalyan, Aramê Dîkran, Feyzoyê Riza, Egîdê Cimo, Xelîlê Evdile û Şamilê Beko xalî tije bû. Radyoya Erîvanê Seksiyona Kurdî niha di bin berpirsiyariya Keremê Seyad û xebatên kur û qîza wî Tîtal û Leyla Kerem; Sîma Semend û carcaran jî bi xebata Cemîla Celîlê dimeşe. Weşana Radyoyê li gorî saeta herêmî ya Tirkiyeyê di navbera 18:45 – 19:15’an de tê kirin. Keremê Seyad radigihîne ku heta salên 90’î jî di radyoyê de saetek û nîv weşan dihate kirin lê ji ber sedemên aborî ev mawe pêşî bûye saetek niha daketiye nîv saetî. Seyad dibêje ku ne bi tenê maweya weşana kurdî, her wiha weşana zimanên din û zimanê ermenkî bixwe jî kêm bûye. Şayanê gotinê ye ku di bin banê ‘Radyoya Neteweyî ya Ermenîstanê’ de zimanê kurdî û tirkî jî di nav de, bi 12 zimanan weşan tê kirin. Li gorî pîvan û zagonên dema Yekîtiya Sovyetê û piştî hilweşînê, niha jî li gorî qanûnên Ermenîstanê mafê her neteweyî heye ku bi zimanê xwe bibe xwedî radyo. Hewce nîn e ku em bibêjin radyo di bin şert û mercên giran de weşanê dike. Ev yek zelal û berbiçav e. Bo nîmûne Keremê Seyadê ku 41 sal in di radyoyê de kar û xebateke giranbiha dike li dora 30 hezar dramê ermenî ku ew jî dike 30 dolarê amerîkî meaş distîne. Apê Kerem hê jî dişikirîne ji bo van rojan. Gava wî behsa 5-6 sal berê dikir, kezeb li min peritî: “Niha rewş hinek baş e, 6-7 sal berê ji bilî min kes li radyoyê nemabû. Ne gaz ne, ne elektrîk hebû. Ji ber nebûna neftê seyare kar nedikirin. Her roj bi qasî 8 kîlometir dimeşiyam û diçûm radyoyê. Ji bo ku dengê kurdan neyê birîn ez diçûm. Rojek berpirsiyarê radyoyê ji min re got; ‘Dê rojek di van riyan de tiştek were serê te. Tu bi tena serê xwe yî. Tiştê bixêr ew e ku em para kurdî bigirin….!’ Wê gavê çawa ku agir berdan kezeba min. Ji bo ku radyoyê negirin, min kurê xwe Tîtal û keça xwe Leylê anî xist nav xebata radyoyê. Piştî ku ez bi linga di şeva tarî de ji radyoyê dihatim malê, îcar ji bo 300 gram nên heta 12’ê şevê diketim rêza firûnê. 300 gram nan jî me bi çek û qerneyan distand. Jı ber ku em niha bi piyan naçin ser karê xwe û nakevin rêza firûnê ji bo çend gram nanî ez dibêjim rewşa me baş e. Nexwe dîsa jî rewşa me derdê bê derman e. Eşq û evîna kurdî dihêle ku ez vî karî bimeşînim….”

Rojnameyeke 70 salî: Riya Teze

Rojnameya Riya Teze ev 70 sal in ku li Erîvanê weşana bi kurdî dike. Ji sala 1955’an heta salek berê jî rojname tîpên kîrîlî bi kar dianî, lê ev salek e ku weşan bi tîpên latînî pêk tê. Ji avakirinê heta 1937’an rojname dîsa bi tîpên latînî dihate weşandin. Em werin ser çîroka rojnameya temendirêj. Di sala 1929’an de Erebê Şemo û Îsheq Maragulovê asûrî bi tîpên latînî dest bi xebata nivîsînê dikin. Di dibistan û gundên kurdan de perwerdehiya kurdî didin. Hinek cudahî di navbera alfabeya wan û ya Celadet Bedirxan heye. Ji ber ku xwendin û nivîsandin wê gavê di nav kurdan de kêm e, pêwîstî bi rojnameyekê heye. Salek şûnde ango di sala 1930’yî de di bin banê dewletê de Rojnameya Riya Teze li Erîvanê dest bi weşana xwe dike. Ji kurdan ji ber ku kesên serwerî bikin nîn e, heta sala 1934’an rojname di bin rêveberiya ermeniyên bi navê Gevork Parîs, Hraçya Koçar û Harûçî Migirdiçyan ku fermalûyên Anatolî û Mezopotamyayê ne û baş bi kurdî dizanin, derdikeve. Piştî berpirsiyariya her sê şexsên ermen êdî ji sala 1934’an û wê de berpirsiyarî dikeve destên kurdan. Ji sala 1934’an heta 1937’an Cêrdoyê Genco berpirsiyariya rojnameyê kiriye. Di sala 1937’an de dema Stalîn e û şev û roj li kurdan herimî ye. Bi navê kurdî tiştek nayê kirin. Her tişt tê qedexekirin. Heta 1955’an rewş wisa kambax e ji bo kurdên Ermenîstanê. Di sala 1955’an de ligel Radyoya Kurdî û gelek sazî û dezgehan, Riya Teze dîsa ji xwendevanên xwe re dibêje ‘Merheba’. Ji sala 1955’an heta 1989’an Mîroyê Esed bi qasî 34 sal berpirsiyarî dike. Piştre bi qasî sal û nîvek Tîtalê Efo dibe berpirsiyar. Ji sala 1991’î heta niha jî Emerîkê Serdar berpirsê rojnameyê ye. Emerîkê Serdar di sala 1959’an de wekî spîker dikeve radyoyê û 2 salan karê spîkeriyê berdewam dike. Di sala 1962’yan de dikeve nav xebata Riya Teze û ev 40 sal e ku kar û xebata xwe berdewam dike. Riya Teze di dema Yekîtiya Sovyetê de yekem rojnameya kurdî bû. Heta sala 1994’an di hefteyê de du caran derdiket. Li niha ji ber sedema aborî mehê carek derdikeve. Rojname 4 rûpel e. Heta sala 1990’î ku Sovyet hilweşiya 4 rojnameyên sereke yên Yekîtiya Sovyetê hebûn. Ev jî bi Ermenkî, Rusî, Azerî û Kurdî bûn. Rojnameya bi kurdî Riya Teze bû. Wan çaxan Riya Teze ne tenê li Ermenîstanê her wisa li seranserê Sovyetîstanê de belav dibû. Diçû Ewropa, Amerîka û Kanadayê jî. 4000 heb çap dibû û bi riya abonetiyê hemû jî belav dibû.

Rojname piştî hilweşina Sovyetê bi tenê li Ermenîstanê tê belavkirin û tîraja wê jî daketiye 500’î. Emerîkê Serdar diyar dike ku ew vê hejmarê jî bêheq li nav gundên kurdan belav dikin. Li odeya biçûk a rojnameyê hîn dibim ku Nûçegihan ango li gorî bilêvkirina kurdên Erîvanê miqaledarê 50 salî Mirazê Cemal yek bi yek li gundên kurdan digere û rojnameyê belav dike. Rojnameya Riya Teze niha xebata xwe bi çar kesan berdewam dike: Emerîkê Serdar (Berpirsiyarê Giştî-Redaktor), Grîşayê Memê (Cîgirê Redaktor), Rizganê Cango (Katibê Cabdar) û Mirazê Cemal (Nûçegîhan). Gelo rojnameyeke ku 500 heb çap bibe û ew jî belaş bê belavkirin çawa tê fînansekirin. Ji bo bersiva vê yekê em guhê xwe bidin Emerîkê Serdar: “Em bi alîkariyê xwe fînanse dikin. Malava û xêrxwazên rojnameyê hene. Ev 8 sal in ku dewlet qirûşek jî alîkariya me nake. Ser de jî kirê, heqê av û elektrîkê ji me distîne. Rojname bi saya çend pêşewitiyên miletê me ku li Ukrayna, Qazakîstan, Rusya û li welatên dereke ne derdikeve….”

Heta hilweşîna Sovyetê Riya Teze weşana Partıya Komûnîst bû. Lewma jî wan salan rewşa rojnameyê baş e. Cîgirê Redaktor Grîşayê Memê diyar dike ku wan salan ji 14 qatên avahiya ku ew tê de ne, bi qasî qatek ango 11 ode ji bo wan hatibû terxankirin lê e niha di nav du odeyên biçûk de hewl didin ku bijîn. Emerîkê Serdar jî dibêje ku di dema Sovyetê de 25 xebatkarên wan ên kurd hebûne, lê ew niha mane 4 kes.

Ji destpêkê heta niha gelek navên mezin di nav xebata Riya Teze re derbas bûne: Haciyê Cindî, Emînê Evdal, Qaçaxê Miraz, Şekiroyê Xidoyê Mihoyan, Mikayîlê Reşîd, Keremê Seyad, Eliyê Evdirehman, Tîtal Muradov, Hesenê Qeşeng, Babayê Keleş û gelekên din.

Rojnameya Tevgera Azadiyê: Welatê Rojê

Weşana ‘Mala Kurdan’ Rojnameya Welatê Rojê ji sibata 1999’an û vir ve derdikeve. Di destpêkê de rojnameya ku 15 rojî bû, niha mehane derdikeve. Berê bi 4 rûpelî bû. Piştre bû 8 rûpel niha jî wekî 16 rûpel derdikeve. Her çiqas du rûpelên dawî bi kurdî û tîpên latînî bin jî, giraniya rojnameyê jî bi ermenkî ye. Serkarê Giştî yê rojnameyê Akademîsyen û Nivîskar Çerkezê Reş sedema vê yekê wiha diyar dike: “Me xwest gelê ermenî çand, dîrok û edebiyata me binase…”

Heger mirov behsa naveroka rojnameyê bike mirov dikare bibêje ku çandî, wêjeyî û siyasî ye. Lê Çerkezê Reş dibêje ku ew rojnameyeke îdeolojîk û siyasî ne û nikarin xwe ji rewşa tevgera gelê kurd bişon. Li gorî îdîaya berpirsiyarê rojnameyê çara ewil li Ermenîstanê ‘Edebiyata Kurdan a Qirna Navîn’ di rojnameya wan de hatiye nivîsîn. Wekî mînak jî dibêje ku wî cara ewîl di dîrokê de helbestên Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran û Elî Herîrî tercûmeyî ermenkî kirine û di rojnameyê de weşandine. Niha jî rojname li ser Nîzamî Gencewî disekine ku di sedsala 12’an de wekî fikirdar û helbestvanekî mezin tê hesibandin. Çerkezê Reş diyar dike ku li aliyekî azerî li aliyê din fars li Gencewî xwedî derdikevin lê ew bixwe kurd e û bixwe ji Gencê bûye ku wê demê di destê kurdên Şidadî de bûye.

Bi tevahî 3 kes xebata rojnameyê dimeşînin: Çerkezê Reş, Derya Botan û Karîne Usubyan. Berê tîraja rojnameyê 1200 heb bû, niha tîraj daketiye 700’î. Lê xebatkara rojnameyê Karîne Usubyan diyar dike ku ev tîraj têrê nake, lewre pêwîst e ku ew tîrajê bilind bikin. Dema me xwest ku Usubyan behsa nêzîktêdayîna gelê ermenî ji me re bike wiha dibêje: “Gelê ermenî bi kêfxweşî li rojnameya me mêze dike. Ji ber ku giraniya zimanê rojnameya me bi ermenkî ye, hê bêhtir aleqa nîşan didin. Çend kes ji gelê ermen hene ku tên li rojnameyê dipirsin..”

Rojname di varê teknîkê de di nava kêmasiyan de ye. Pêdivî bi kompîtûr û skaynerekê heye. Her wiha Çerkezê Reş dibêje ku ew di warê bernameya zimanê kurdî ya li ser kompîtûrê de jî zehmetiyê dikişînin. Berpirsiyarê rojnameyê Çerkezê Reş di sala 1955’an de li nehiyeya Ecmîedzînê ya Erîvanê hatiye dinê. Zanîngeha Erîvanê Fîlolojîya Ermenkî qedandiye. Di 24 saliya xwe de li heman zanîngehê dibe mamosteyê dîroka edebiyata ermeniyan. Çerkezê Reş teza xwe bi navê ‘Têkiliya Kurd û Ermeniyan di Nava Dîroka Wêjeya Ermenî de’ pêk aniye. Ev 22 sal in ku dersê dîrok û zimanê ermeniyan nîşanî kurd û ermeniyan dide. Sê kitêbên wî hene; ‘Şoreşa Xebera’, ‘Du pa eşqê qîza şevîn’ û ‘Veçêkirinên Zargotina Kurdan di nav edebiyata Ermenıyan de’ Nêzîkî 150 meqalê û nivîsarên wî di Radyoya Erîvanê û Rojnameya Riya Teze de hatine weşandin. Li Moskovayê 4 salan di redaksiyona Kovara K. Report de xebitiye.

Комментарии