Kurê Ronaldinho li ser rêya bavê xwe ye: Hindik ma îmze bike

Автор Асан Джалилов

 Joao Mendesê kurê efsaneyê futbolê yê Brezîlyayî Ronaldinho nêzîkî îmzekirina peymaneke nû ya bi tîma Burnleyê ya Brîtanyayê re ye. Joao Mendesê 19 salî vê werzê bi tîma Burnleyê ya bin 21 salî re werzeke serkeftî derbas kir. Mendes ji sala 2023yan ve li Barcelonayê bû lê nikarî cihê xwe di tîma yekem de bigire. Lîstikvanê ciwan di gihiştina Burnleyê ya qonaxên dawî yên Kupaya Bin 21 Salî ya Îngilistanê de xwedî roleke serekî bû lê tîma wî di çaryeka fînalê de li hemberî Southamptonê 1-0 têk çû û xatir ji kupayê xwest. Çavkaniyên medyayê didin zanîn ku Mendes bi Burnleyê re gelekî nêzîkî lihevkirinê ye. Burnley di wê baweriyê de ye ku ew lîstikvan dikare di paşerojê de roleke mezin di tîmê de bilîze.

Çavkanî RUDAW

Комментарии