Ji pirtûka Hecîyê Cindî Hikyatêd cimeta Kurdan

Автор Асан Джалилов
49 просмотры

PADIŞA Û KOÇEK

Wextekê şeherekîda yekî belengaz hebûye. Padişê bihîst, ku ew koçektiyê dike. Di wî şeherî da jî hebû koma diza- çil meriv. Ewî çil merivî şevekê xizna padişa dizîn. Padişa sibê rabû, gotin, wekî xizna wî derevekirine. Padişê şand pey wî merivî,go:

-Tu aqa koçektiyê dikî, yan tê dizê xizna min derxî, yan ezê serê te lêxim.Çil şev ji tera molet.

Koçek vegerya hat mal. Ewan diza bihîst, ku koçek çûye cem padişê, wê diza bihese. Diza go:

— Yek şev here ser kuleka koçek, çika çi dibêje?

Koçek jî di halê xweda girya, go:

-Jinik, ji çilî yek hat, -ewî rojê xwe dijimirîn, go,-ma sîûneh.

Ew diz revî, çû, go:

-Xwedê mala we xirab bike, koçek tê derxist, go: «Ji çilî yek hatiye, go mane sîûneh.» Mezinê wan şeva din go:

-îşev dudu herin, belkî ew derewa dike. Evana çûne ser kulekê. Koçek go:

— Jinik, go, zanî ji çilî dudu hatin, ma sîûheyşt.

Evana revîn, çûn axê xwera gotin:

— Welleh, tê derxist, go: «Ji çilî dudu çûn, ma sîûheyşt.»

Mezinê wan got:

— Kuro pabin, dive padişe me teva bixeniqîne, ya pak ewe, em zêrêd padişê bibin mala koçek, bira koçek bibe bidê. Zepp hildan anîn ber derê koçek. Gazî wî kirin, go:

— Ji boy xwedê be, me xilaske, an zêrrê padişê, bibe bidê.

Koçek go:- Nabe, wekî ez bibim, padişê bêje: «Ka wan meriva bîne bide min.»

— Lê, go, bavê koçek tu çi dibêjî?

Go:- Zêrrê padişê hûn bi xwe bibin bavên ber derê padişê. Padişa îda wê nizanbe kê birye, kê aniye, avîtye, lê ezê jêra bêjim : » Çik hebû, merîfeta min bû.»

Ewana zêrr hildan, birin avîtin heyata padişê. Sibê cab dane padişê:

-Welleh, zerr anîne, avîtine heyatê.

Padişa gazî koçek kir, go:

— Koçek, eva merîfeta teye, çiqa zêrr hiltînî, hilde ji xwera.

Koçek go:- Padişayî saxbe, dinya ji minra zêrre,-û vegerya mala xwe, go,- jinik, xwedê ez çawa xilaz kirim!

Комментарии