Ji pirtûka Xelîlê Çaçan Cewahîrên Kurdî
Wextekê du cînar hebûne. Yek dewletî bûye, yek jî kesîb. Çiqas roj e mala yê kesîb da dengê kilam û reqasê tê, xortê kesîb wê rojê çi xebitîye, dide xurek dikire, tîne, ew û jin û zarên xwe dixun, paşê ji xwe ra kilaman dibêjin, li saz dixin, radibin radizên. Rojekê cînarê dewletî gazî yê kesîb dike, dibêje:
Qurban, ez dinihêrim tu destteng î, hanê ji te ra van pereyan hilde, ji xwe ra hespekê bikire, xan-manê teze çê bike, paşê kengê kete destê te, tuyê bidî min.
Xortê kesîb pê ra qayîl dibe, wan pereyan hildide û tê malê. Sibetirê dewletî dinihêre, ku îdî dengê kilam û reqasê ji mala kesîb nayê.
Xêlekê şûnda cînarê dewletî gazî yê kesîb dike û jê ra dibêje:
-Qurban, her ro dengê kilam û şayê ji mala te dihat, îro qet çima ji mala we deng nayê. Hûn gerekê niha diha şa bin, ku min ewqas pere bi deyn daye we!
Wî çaxî xortê kesîb pereyên wî ji cêba xwe derdixe, ber datîne û dibêje:
-Heyran, hanê pereyên xwe paşda hilde. Hema di rûyê van pereyan da ne, ku dengê şayê ji mala min nayê. Berî ewlin, ez ketime nava mitaleyan, ku ezê paşê ji kîderê pereyan bînim, deynê xwe li te vegerînim; ya dinê, ez difikirim, ku wan pereyan bikime kîderê, ku diz nedizin; ya sisîyan, her zarek dibêje pê van pereyan filan tiştî bikire, bona wê yekê jî ez ketime nava mitaleyan.
Ew pereyan datîne û ji dêrî va derdikeve. Sibetirê dîsa di mala yê kesîb da dengê kilam û reqasê tê.