Helbestvanê bi taybetmendîyan
Têmûrê Xelîl derheqa Mîkayêlê Reşîd da
Mîkaêlê Reşîd yekemîn helbestvanê kurdên Sovyeta berê ye (belkî di nav hemû kurdan da jî), ku bi sê zmanan helbest nivîsîne – bi kurdî, ermenî û rûsî – û bi hersê zmanan jî pirtûkên wî yên helbestan çap bûne.
Ew yek ji wan weltaparêzên kurd e, ku kurdîtî li ser her tiştî ra girtîye. Ewî Ûnîvêrsîtêta Moskvayê, beşa edebîyetê xilaz kiribû û li ber wî meydanên fire vebûbûn bona pêşketinê, lê ewî xizmetkirina gelê xwe li ser her pêşketinê ra girt. Û bi çi zehmetîyên mezin!…
Ew sala 1924a di gundekî ûrisa da ji diya xwe bûbû û li wî gundî ne malên kurda hebûn, ne jî kurd. Lê xûna kal û bava di nav bedena wî da hilgerîya û rojekê jî ji wî gundî derket, berê xwe da paytextê Gurcistanê – Tbîlîsîyê, paşê jî paytextê Ermenîstanê – Rewanê, bona nêzîkî pismamên xwe û gelê xwe be. Di wan deman da kurdî qet nizanibû. Û, wek dibêjin, roj û şev li xwe kire yek û guhê xwe li kurmancîyê tûj kir. Ji gel hînî axaftina bi zar bû, lê ji edebîyeta kurdî ya heta wî çaxî çapbûyî jî hînî kurmancîya lîtêratûr bû. Û di wî alî da usa bi pêş ket, ku salên dirêj li radyoya kurdî ya Rewanê da bû wergervan. Ez wê jî bêjim, ku di wan salan da piranîya karê radyoya kurdî werger bû.
Wan salan bavê min – Xelîlê Çaçan – serokê radyoyê bû û gelek cara behsa Mîkayêlê camêr û xwendî ji min ra dikir. Wî wek nimûne nîşan dida û digot, ku dema daxaz û xebat hebe, her tişt bi ser dikeve. Paşê min Mîkayêl nas kir û min texmîn kir, ku ew kurmancîya xwe ne tam dibîne û dixweze bi saya lîtêratûra kurdî ya dervayî welatê me kurdîya xwe xurttir bike. Û ew alîkarî ji min xwest. Min xwe bextîyar dît, ku ez dikarim di wî alî da alîkarîya mezin bidime wî, ji ber ku wê di paşdemê da bi saya berhemên wî lîtêratûra me dewlemendtir bûya. Hema usa jî bû: ji bin qelema wî gelek berhemên bi kurmancîke zelaltir derketin û bûne milkê hemû kurda.
Zanebûna çend zmana alî wî kir, ku zmanê me himberî zmanê din bike û taybetmendîyên wî derxe holê, dewlemendî, akil-kubira wî raberî xwendevana bike.
Helbestvanê, ku di heyra welatê û miletê xwe da bû, zû ji vê dinê bar kir (sala 1982a, di 57-salîya xwe da) û em xem-xîyalên, ku di helbest û berhemên wî da hebûn, bi wî ra çûne gorê.
Eger bi rastî li wê dinê emir heye, bira Xudê behsa Kurdistana azad bighînê…