94
Bihar e xweş bihar e
Bihara meha adar e
Dixulxulîn çem û kanî
Dixemilîn çiya û banî
Teyr hêlînên xwe çêdikin
Çûkên biçûk wîçewîç dikin
Gul û çîçek vedikin
Mêrg û çîman dixemilin
Demsala biharê xweş e
Gulên biharê nexş e
Bihare 8ê Adarê nîşane
Roja dayik û xûşken e
Ez ê jî gulan biçinim
Nêrgiz, çinar û beybûnin
Bikim tac û dîyar bikim
Ji bo xuşk û dayikên gelê min.
KARÎNA OSÊYAN