Îro di bajarê Almati Foruma Komarî ya Şêwira Dayikan a Assamblêya gel bi serdana “Dilê Dayikê – Garanta Jiyana Aşîtî” hate derbas kirin.

Автор Асан Джалилов

Îro li bajarê Almati, di çarçoveya Forumê Komarî ya Şêwira Dayikan a Assamblêya Gelê Qazaxistanê, civîna mezin hate derbas kirin bi serdana “Dilê Dayikê – Garantiya Jiyana Aşîtî”.

Ev forum bi rûmet û bi pîrozbahîya 30 salîya avakirina Assamblêya Gelê Qazaxistanê hate rêvekirin. Beşdarên forumê bûn serok û endamên şêwirên dayikan ji hemû herêmên welatê, komelên çandî û neteweyî, rêveberên dewletî û  Cigirê Serokê Assablêya Gel R.S. Ehmetov. Di danişîna giştî de, hat axaftin li ser pêşniyarên girîng ji bo pêkhatina razîbûna navneteweyî, parastina nirx û qîmetên mal û jinan, û piştgiriya rûmeta dayikan di civakê de. Piştî beşa fermî, beşdar muzeya “Dayîkêra xurmet” serdan kirin, ku di wir de qonaxek pêşandana xatirî ya Şêwira Dayikan a Almatiyê hate vekirin. Li wir jî hate pîroz kirin rola dayikan di parastina aşîtî û yekîtîya civakî da, û pîrsgirêkên tevlêbûna jinan di rûmeta neteweyî de bi dilê vekirî hatin gotûbêj kirin.

Комментарии