Almatî. 17 cotmeh 2025. Barbang Info – Li bajarê Almatî civînek girîng li navbera rêveberiya Yekîtiya Kurdên Qazaxistanê “Barbang” û endamên Konfederasyona Cîhanî ya Dîasporên Kurd hat derbas kirin. Di delegasiyonê da Karaman Otman, cîgirê serokê konfederasyonê, û profesor Renaz Cano, endamê rêveberiyê, hevdîtin kirin. Mêvanê bi rêz û bi navdarîya taybetî bû stranbêjê nasnavdar Dewreş Serhedî. Azîz Elîyev, serokê Yekîtiya “Barbang”, bi germî û bi rûmeta mêwandarîya kurdî mêvanên derveyî pêşwazî kir. Ew di axaftina xwe de bal kir ser girîngiya prosês û hevkarîya navneteweyî di nav civakên kurdî yên cîhanê da, û daxwaz kir ku têkiliyên dostanî di navbera gelên Kurd û Qazaq da zêde bibin. Di atmosferayek dostanê û hevnasî da, endamên civata pêşeng gotûbêj kirin li ser mijarên kultur, perwerde, zanist û çalakiyên ciwanan, û bi taybetî li ser girîngiya pêşxistinê ya têkiliyên nêzîk di navbera gelên Kurd û Qazaq de.
Hevpeyivînek li Almatiyê bi endamên Konfederasyona Cîhanî ya Dîasporên Kurd hat derbas kirin
Автор
Асан Джалилов
Автор:
Асан Джалилов 7 просмотры
7