Şîrîn qîzeke bedew bû, delal bû, temîz, xûnşîrîn bû. Çevêd wê reş bûn, şêbiskê wê şê bûn. Şîrîn çû bindarûkê: ew û qîzêd hevalêd xwe. Pişta xwe dabû darê, dara Xerîba jêra digotin, ew û hevalê xwe, qîz û bûk. Şîrîn bi xwe qîza axakî bû. Ew axa zefî xurt bû, axakî usa xurt bû, wekî dinya dêstda zêrzelet diçû. Şîrîn nava qîz û bûkada bû: qîz û bûk ber diçûn, dihatin, rihan, gul ber bîna wê. Seba çi? Seba wê yekê — qîza axê wan bû, xwe jî bedew bû. Hema Ferat û Xosrov — ew herdu jî nêçîrvan bûn. Ewana hatin, lênihêrîn qîz û bûke li bindarûkêne. Gava Xosrov, Ferat çev bi Şîrînê ketin, dilekî na, bîstûpênc dila hebandin: herkesî ji xwera aqilê xwe unda kirin. Hema Ferat merivekî zefî qewat bû, hema Xosrov merivekî zor bû, tu kesî neditirsya, gazî jinekê kir, wê pirsî, go:
— Eva çi tevaye, çi bindarûke, hûn çira hatine vê derê?
Go: — Tu zanî çi bindarûke, go, qîza Êmîn axaye, hatîye bindarûkê. Em gi jî pêra hatine, pêra eşq û kêfê dikin, bîna wê derê. Xosrov go: — Gelo, qîza delal, navê qîza Êmin axa çîye?
Hilda go: — Şîrîne.
Go: — Mêrkirîye, yanê ezepe?
Keçikê hilda go: — Na, — go, — ezepe.
Eva pirsa jê pirsî, çûne mala xwe, hema derdê Xosrov Xosrovra bû. derdê Ferat Feratra bû.Gava gihîştin mala xwe.ewî ji dya xwera go:
— Dayê, go, ezî kêfsizim, go, ji minra cîkî dayne.
Xosrov jî ki gihîşte dya xwe, go:
— Dayê, ez nexweşim, go, ji minra cîkî dayne.
Xosrov li mala xwe ket cî, Ferat jî mala xwe kete cî. Dya Xosrov ber sêrî sekinî, go:
— Lawo, go, ev çi hesabe, go, lawo, nanekî, xarinekê, hilbet, go, lawo, hesabê te çîye, çira wa bûyî?
Go: — Dayê, qe kerbe, dengê xwe meke, ya hatîye serê min, go, dîsa bra bê serê min.
— Eman lawo, hewer lawo, çira çi hatîye serê te? Vê sibê spî – sax çûn nêçîrê, hilbet çi hatîye serê te, tu wa bûyî?
Eva kezelika Xosrov dya xwera got, go:
-Dayê, wekî tu dixwezî ez hergav wa nexweşbim tuê min derdî, hemîn ezî nexweşim,diha çira pirsa ji min dikî? an na, tuê derdê min dermankî, ezê derdê xwe ji tera bêjim. Dêrmanê derdê min tuê peyda bikî?
— Go: — Lawo, çawa, çevê me li teye, paşê li Xwedê: wekî ez û bavê te derdê te derman nekin, bizanbî em bê aqîbetin. Bêje derdê xwe — çika derdê te çîye?
Go: — Dayê, wekî we qîza Emin axa Şîrîn xanim ji mira xwest, ezê kurtîê ji wera bikim, yan na- we nexwest, ezê wî derdî bimirim, ezê derdê Şîrîn xanimê bimirim.
— E, go, lawo, go, serîke, ew oxire, go, serê min jî, ê bavê te jî wê oxra tedave, lawo.
Em îja gilîya bînin ser Ferat. Ferat jî nexweş bû. Dya wî jê pirsî:
— Lawo, go, me bihîstîye Xosrovê hevalê te jî nexweşe, tu jî nexweşî. De hilbe derdê te çîye, nexweşya te çîye?
Hema Ferat merivekî usa bû — merdî- merdane bû, digo şuxulê xwe.
— Dayê, go, hergê Şîrîn te ji minra xwest — qîza Emin axa, hemîn xwest, eger nexwest — ezê dîn bivim, çola kevim, nexweşya min ewe. Dya Ferat qîrîn jê hat, çû cem mêrê xwe, go: «Hal û hemalê Ferat ev hesav».
Mêrê wê jêra go: — Jinik, go, hinekî hurmeta me cem Emin axa heye, ezê bêjim, wê çi qsûrê ji kurê minra bivîne, xebera min bişkêne? Evî rabû herçê merîê pirsa wî pêda diçûn, gilîê wî cem dihatin gotinê, ew meriv top kirin, pê şêwirî, şandin cem Emin axa. Tu nevêjî, berêda merîê bavê Xosrov jî çûne li mala Emin axada rûniştîne. Evana merîê Ferat ki çûn, ew jî çûn rûniştin: ne ew haj wana hene, ne ew haj wana hene. Ê herdu cîya jî haj hev nînin. Merîê terefa Xosrovda, merivekî Hilda go:
— Emin axa, em ji êla tene, tu qe napirsî em ji bona çi hatine?
Emin axa go: — Hûn ser çevara hatine, dewletîêd min. Ewî dewletî hilda go: — Gerekê tu Şîrîn xanimê bidî Xosrov.
Go: — Pakî ella, xwestina jinê, edeta dinê.
Ew merivêd terefa Feratda çûbûn — çevêd hev nihêrîn: «Canim, ew fkira em hatine, ew jî hatine». Ew merivê terefa Feratda çûbûn, gelekî li wan gûc hat. Merivêd Ferat kere- ker rabûn solêd xwe kirin pê xwe, ji dîwana Emin axa derketin, çûn mala bavê Ferat, cem bavê Ferat, gotin:
— Em çûn, nebû. Xosrov berê merîê xwe şandibû, eva gilîya ji Emin axara kirin. Emin axa got: «Gele dewletîêd min, xwestina jine, edeta dinê». Hema Emin axa haj gilîê me nîbû, ki em ji bona wê yekê çûbûn, em rabûn hatin. îcar niha tu çi dibêjî? Ewan mêrika berî me aşkera kirin, meê diha çi bigota?
Bavê Ferat go: — Ez zef razîme merîêd xwe, îlacekê hûn bibînin.
Go: — îlac çîye?
Go: — îlac ewe, merivekî bişînin cem bavê Xosrov, bra destê xwe ji wê yekê bikşîne, emê Şîrîn xanimê ji Feratra bixwezin. Bavê Ferat merivekî xwe şand, go:
— Kuro, here bêje bavê Xosrov, bra destê me herdu bira nexe hevdu, destê xwe ji Şîrîn xanimê bikşîne, em bixwezin ji Feratra.
Ew wekîlê ji alîê Feratda çûbû, bavê Xosrovra got, go:
— Bavê Ferat zef selam li te dikir, go, gotîye, destê xwe ji Şîrîn xanimê — qîza Emin axa, bikşîne, emê bixwezin ji Feratra.
Xosrov hilda dest niqir (pêra- pêra):
— Mirina Ferat — dest kişandina me ji Şîrînê tune, emê koka hev bînin.
Merivê Ferat zivirî, pizmamêd Ferat rûniştî bûn, ewî merivî nav wanda go:
— Xosrov eva pirsa da destê min, gelek li min, gûc hat, go, «Here bêje, Ferat bimire jî, ez destê xwe ji Şîrînê nakşînim».
Pizmamêd Ferat ser çermê xwe perçe- perçe (hêrs bûn) bûn, gotin:
— Em xweşbin, Xosrov vê pirsê ser meda bişîne?
Nav wanda bû deweke giran: bera Xosrov û bera Ferat şûr tîj kirin û ber hev sekinîn, hema ew bû li hevxin. Nav bera Feratda îsaê Xerîbî merîkî aqil bû, duşurmîş bû, ji wê îşê hanê bela jê tê. Hurmeta Isaê Xerîbî ji gelekî li cem Emin axa hebû. Ewî şivka xwe girte xwe, çû dîwana Emin axa, jêra pante lêxist. Emin axa cî nîşan da, go:- Îsaê min, keremke rûnî.
îsa go: — Ez çi rûnêm xêr- xêrê bihurtîye.
Emin axa got: — Lawo, çi qewmîye?
Go: — Axa, herdu ber wê hevdu qir bikin.
Axê go: — Çima, lawo, ji bona çîye?
Îsaê Xerîbî go: — Bona Şîrîn xanimêye, çima tu nizanî, tu axaê meyî, çawa dibêjî em usa jî dikin.
Emin axa xulamekîra go:
— Here gazî herdu berake jî bike, bra bên.
Xulamêd Emin axa çûn, gazî herdu bera jî kirin.
Merivêd herdu bera hatin, tjî dîwana Emin axa bûn. Emin axa lênihêrî ewana bi serê poz hevra xeber didin, wê zrarê bigihîne hev: gişke genîne. Emin axa got:
— Lawo, hûn ela minin, çi li qewimîye?Hûnê seva qîzikekê koka hev bînin, çîye?Ez qîza xwe bona we nakin du perça, qîze,wê mêrekî bistîne. Ji wan gundîya yekî hilda got:
— Herdu ber wê hevdu qir dikin.
Emin axa go: — Lawo, Germaşiv (navê gunde) bê ave, yek, paşê bazirganê min jî Qulpê tê nagihîje mezîlê — ji dest bagarê, dest tîpîê, gerekê hûn Qerehesarê virda (Qeza îdirê) xanikê çêkin, bona bazirganê min bê li bihêwire. Ji alîê Bazîdê pêsîra Zîfirra (çîya) avê bînine ser Germaşivê. Lawo, diha ne li hevxin, ne jî hev qirkin. Kê ku ji we zû av anî, yanê jî xan çêkir, wê şûnda zû cav da min, ezê qîza xwe bidime wî. Herdu bera jî dest kişandin. Xosrov bi xwe jî osta bû, Ferat bi xwe qewat bû, kevirê giran hildida. Cmaet di dîwanêda rûniştî bû. Emin axa şand Xosrov û Ferat anîn.
Go:- Ferat û Xosrov, lawo, qîza min mîna hîveke çarde şevî pişt heft gira derê, ber pelte ewrê peşra, ew qender bedewe, nazike, ezê bidim we. Zanin çawa? Du qrarê min hene: qirarek xanê çêkin, ya din — ji qeza Bazîdê avê ji pêsîra Zîfrra bînin ser Germaşivê. Hûn zanin: ji we kîjanî eva yeka kir, qîza min ji wîra helal, diha çima hevdu qir dikin?
Ferat go: — Av anîn li min!
Xosrov jî got: — Xan çêkirin li min!
Axê emirî ser cimaetê kir, go:
— Xosrov çi ku dixweze, hûn gura wî bikin: kevira bînin ber destê wî, çemûrê bra ew çêke.
Lê Ferat go: — Axa, her lazimî mine merek, pale ne lazimî minin.
Emin axa merek ji Feratra çêkir ji pola, beraya wê nîv helebî, lê drêjaya wê helebîk. Ferat hilda mera xwe, bra ber bi pişta Zîfr qeza Bazîdê here, avê bîne ser Germaşivê bona eşqa Şîrînê. Bra Xosrov hacetê xwe dîwardanînê hilde ber bi Qere- hesarê here, bona xanê çêke. Xosrov xanê çê dike, Ferat avê tîne. Herneîse, Ferat av anî der xist pêsîra Zîfr, Xosrov jî xan nîvî kir. Jina Emin axa fikirî, wekî Şîrîn xanimê wê ji dêst bigirin: çû nava gund gerya, nihêrî jineke belengaz wê ber derîkî rûniştîye, tzbîêd wê dêstdanin ji xwera dikşîne. Pîrkê serê xwe hilbirî, dît ku jina Emin axa serra sekinîye, kir ku ji ber rave, jina axê go:
— Pîrê, ranebe, tu pîrî, guneyî. Pîrê go: — Çawa, tu jina Emin axayî, ez çawa ber te ranebim?- go:
— Ez qurbana canê teme, tu çi digerî?
Jina Emin axa go: — Pîrê, hilbet derdekî min heye, wekî ez digerim.
Go: — Bêje, çika derdê te çîye?
Go: — Pîrê, tu surara çawanî?
Pîrê go: — Ez surara pakusteme, heta mirinê gilî ji devê min dernaê.
Go: — Pîrê, wekî usane, were em herin dîwana min, çi ku hebe ezê ji tera bêjim.
Jina Emin axa pîrê hilda bir otaxa xwe — jêra ezet- îkram kir, qurban, heyran. Pîrê ser îstola xwe rûnişt. Jina Emin axa go:
— Pîrê, wekî ew pirsa nha ez ji tera bêjim Emin axa bibhîze, wê min jîbikuje, tejî.
Go: — Hilbet wê bikuje jî.
Jina axê go: — Tu qe bi qirara axê û Ferat — Xosrov hesyaî? «Kî zû ji wana xanê çêke, yanê jî avê ji çîyê bîne gundê Germaşivê, ewê Şîrîn xanimê bistîne». Nha dilê minda jî heye ez qîzê nedime wana, niha tu çi rê minra divînî, em bi çi hesavî qîzê nedinê? Gulşana pîr hilda go:
— Wekî tu min temiz xweykî, hişê min bê serê min, ezê rêke usa ji tera derxim, wekî yaxa te ji herdua jî xlazbe. Lê hema, — Gulşana pîr go, — ez çi bixwezim, gerekê hazir be. Xanimê go: — Ser çevê min, çi bixwezî hazire.
Pîrê rabû îzina xwe jê xwest, hema jima Emin axa gele pere dane pîrê. Pîrê çû nava gund gerya, meriv, merîa pirsî, go:
— Gelo Xosrov xan çawa kir?
Go: — Welle, — ewan merya ji pîrêra got, — maye cêrgek, wekî Xosrov xanê çêke, kuta bike.
Go: — Lê Ferat çawa kir? Av anî, nanî ser Germaşivê?
Go: — Welleh, ew jî anîye ser pêsîra Zîfr, hindik maye welgerîne rûbarê alîê Germaşivê. Pîrê zivirî hat cem jinikê, ji xanimêra got, jêra got:
— Hindik maye xan temambe, hindik jî maye av bê welgere rûê Germaşivê.
Jina Emin axa hilda got:
— Pîrê, heyrana teme, îlacekê bibîne.
Go: — îlac ewe, go, ez te dixwezim du pût birinc bavêjê, hevanekê destxî, hevaneke kevn, hevanê tijî nanê sêlê bikî, tijî birinc bikî. Çawa ku pîrê got, jina Emin axa usa qedand, jêra hazir kir, gazî pîrê kir, da pîrê. Pîrê jêra go:
— Ez ku çûm û hatim tope cewê te hazirbe, tu hazir bikî. Ew merîê berê pîrêra gotibûn, pîrê çû ew merî dîtin, jê pirsî, go:
— Gelo ji Xosrov, ji Ferat kîjanê zû çûxûlê xwe biqedîne? Wan merîya hilda got: — Feratê zû biqedîne, Feratê avê zû bîne. Pîrê hilda tope cew, hevana nan, birinc, berê xwe da Zîfr, hilkişya serê çîyê, çû cem Ferat.
— Ferat, lawo, — go, — ez westyame, gele westyame. Ferat jê pirsî, go: — Çira, dayê?
Go: — Ez îşev qe ranezame.
Go: — Çira ranezayî?
Go: — Dewat bû.
— Dewata kê bû?
— Go: — Dewata Xosrov û Şîrînê bû.
— Çawa?
Go: — îşev- mîşev ez ranezame, go, eva jî nanê dewatê. Go, Şîrîn dane Xosrov, go, dewat kirin, go, xanî temam kir. Hevan derxist, go, — eva jî nanê wêye, go, dane min, welle ezê herim.
— Mexsûs?
Go: — Mexsûs.
Qîrîn ji Ferat hat, mer avît, hevraz avît, xwe serqot kir, serê xwe da ber: mer qafê wî ket, du qet kir, wêderê ket, mir. Pîrê lênihêrî ki Ferat mir, ev top caw serî kir bin xalîê, serê din jî usa raxist ber bi gundê Germaşivê anî. Pîrê hevana xwe hilda, berê xwe da xanê, gihîşte xanê. Xosrov dîwar datîne, maye cêrgek, ewê cêrgê jî temam dike. Xosrov go: — Pîrê, go, tu ji ku têyî?
Go: — Ez ji gund têm. Of, lawo, ez gelekî westyame îşev. Xosrov jê pirsî: — Dayê, çira?
Go: — Ez îşev -mîşev dewatêda bûm.
— Dewata kê bû? — go.
Go: — Ya Şîrîn û Ferat bû. Ha, go, hela binhêr av çawa dibiriqe tê.
Gava Xosrov lênihêrî (caw dibiriqe lola avê) av tê.
Pîrê go: — Dewata wana me kir, lawo, eva jî nanê dewata wane: Şîrînê Ferat stend.
Xosrov eva pirsa ki bihîst ji pîrê şaş û met ma, kuling hevraz avît, serê xwe da ber kuling, kuling jorda nik bû, Xosrov jorda xwe ji xanêda avît, mir. Eva pirsa han pîrê hat ji xanimêra got, jina Emin axara.
— Xan ma nîvcî, Germaşiv ma bê av.
Rûê xanimê û pîrêda herdu jî çûn, negihîştin mirazê xwe. Jina Emin axa gele qencî pîrêra kir, yaxa Şîrîn xanimê ji wan nêçîrvana xlaz bû.
De bira jinê usa,pîrê usa dinêda qe tunebin,qe xêrê wayê nevînin!
Gotina min ew bû, diha xilaz bû.