Taldîqorgan – 24 cotmeh 2025. Barbang Info – Li navbera 22–24 cotmehê, li bajarê Taldîqorgan, nîşangeya gel ya mezin hate lidarxistin ku ji bona Roja Komara Qazaxistanê ve hate rêve kirin. Li nîşangeyê, standên cihêreng hatin pêşkêş kirin ku mîrasa çandî ya zengîn a gelên welat, cil û bergên neteweyî, hunerên destî û kevneşopên wan nîşan didan. Fîlîala herêmî ya Yekîtiya Neteweyî ya Kurdên Qazaxistanê “Barbang” ya li herêma Jetisû, bi serokatîya Ruslan Bijanoviç Xosen-Oglî, endamê Assambleya Gelên Qazaxistanê, beşdarî çalakîyê bû. Beşdariya “Barbang” di vê nîşangeyê de bû nîşaneyek berbiçav a xurtkirina hevpeyvîna navneteweyî, hevkarîya çandî û yekbûna civakî li Qazaxistanê.
Fîlîala “Barbang” ya herêma Jetisû beşdarî nîşangeya gel ji bona Roja Komarê bû
Автор
Асан Джалилов
Автор:
Асан Джалилов 5 просмотры
5