Ewilê biharê bû.
Kurikê delal hewas dikir bavê xwe ra here seyrangê –li mêşê dora şeher.
De, mêşe biharê zef xweşe: bîn-boxsa şînaya terre temiz mêriv berbi xwe didefîne. Çivîk têda dixurdilin, dikine wîte-wît, teyredêd perdirêj baska vedikin û bi kêfa xwe ser mêşera çerx vedidin, qey bêjî dixwezin mêşe tevî hemêzkin… Lê hemîn minminîk, syarê bûkê çiqasî bêjî tijene, bi seda, bi hezara…Tenê zorî, bigere…
Kurik, mina pişîkê nêçîrvan, tele-tel dida pey wan. Lê bêxweya qet tên girtin? Usa banz didin, difirin, çivîk bî jî pêra nagihînî…
Û kurikê kamço bûyî aciz dibû. Hilparkî darê terr dibû, mîna qirnika pêva hildikişya, belg û çiqilê wan jê dikirin.
— Ohoo, ew nebû, qet nebû, çiqilê dara jê neke, îzin tune, dare terrin,- bav li kurik hildihat. – Axir, wekî çiqilê dara dêrs bin, dar birîndar bin –îdî şîn nabin, îdî ev mêşeyê tunebe…
— Îja çi?- kurik ber bavêda tê,- emê jî herine mêşekî dinê…
— Nebû, nebû,- bavê gotê,-axir kurê min, çira belgê dara jê dikî, çiqilê wan dişkênî? Ne ew jî mîna te terr û canin, ew jî mîna te şîn dibin, mezin dibin. Gelo wê rind be, ku yek bigire pozê te berda kirtke, guhê te jêke, porê te verû?…
Kurik pormijî, melûl û poşman li çiqilê destê xwe nihêrî û got:
— Edo, lê nabe, wekî em çiqilê dare dîsa pêva kin?
— Nabe, birê min, ew nabe, lê vir hada îdî jê meke…
Roj derbaz bûne. Kurik dîsa bavê xwera diçe mêşe. Kulîlkara, çivîk û minminîkara dîsa şa dibe, lê îda deymîşî dara nabe. Her car-carna, destê wî cêvê da, tê ber dareke şîn disekine, mina mezina bala xwe didê û bavêra dibê:
— Edo, guhê wê îda dirêj bûne, pozê wê jî daliqyaye…
1967