Barbang.info
  • Общество
  • Политика
  • Экономика
  • Мир
  • Спорт
  • Наука
  • Культура
  • АНК
Barbang.info
  • Выбрать язык
    • Русский
    • Қазақ
    • Kurdî
  • Общество
  • Политика
  • Экономика
  • Мир
  • Спорт
  • Наука
  • Культура
  • АНК
Barbang.info
Barbang.info
  • Общество
  • Политика
  • Экономика
  • Мир
  • Спорт
  • Наука
  • Культура
  • АНК
©2025 — barbang.info
CivakKurdî

Ezȋzȇ Zȋyo Bedirxanî (Ji bȋranȋnȇ min)

Автор Асан Джалилов 30/09/2021
Автор: Асан Джалилов 30/09/2021
2

Salȇn 1991-92 a, ez tim diҫûm bajarȇ Almatȇ, dihatim. Lȇ sala 1993a bi tam, malȇ va destguhestȋ wȋ bajarȋ bûm.

Bajarȇ Almatȇ da nas û dostȇ me di nava kurdȇn cȋ da hebûn. Salȇn sovȇtȇ hevaltiya me ҫȇ bûbû. Min zaniyarȇ Kurdȋ eyan Nadȋr Nadȋrov û hinek hevalȇn din jȋ nas dikir. Lȇ dostanȋ û nȇzȋkbûna min, ya malbetȋ bi malbeta kekȇ Zȋyo ra hebû, ew jȋ bi serê lawȇ wȋ Ezȋzȇ Zȋyo Alȋyȇv bû.

Gelê Kurd yê Qazaxistanȇ yekrû nȋ bû. Civaka ku 1937 a ji Naxȋcȇvana Azeyrbȇcanȇ sirgûn kiribûn û ya 1944 ji Gurcistanȇ, hȇ tevȋ hev nebûbûn, li nav hevda ne helya bûn.

Civaka ji Gurcistanȇ, li pey efûkirinȇ ra, bawarkȋ kes venegeriya bû cȋ-warȇ xweyȋ berȇ. Hukumdarȇn Gurcan derȇ welatȇ xwe li ber wan hișk dada bûn. Gișk Qazaxistanȇ da mabûn, binecȋ bûbûn û halȇ wan xweș bû. Nȇzkbûna wan li tev tirk û terekemenan, ku bi wan ra, sala 1944 a sirgûn kiribûn qewȋ bû. Ew tev ji cȋkȋ hatibûn sirgûnkirin, rojȇn teng tev derbas kiribûn, hal-zewaca wan jȋ bi hevra hebû.

Roja ewlin da min tȇ derxist, ku kekȇ Zȋyo ҫawa Qazax dibȇjin wek “aksakal“ yan, pȇșȋkȇșȇ wȇ ȇlȇ dihate naskirin. Tev lȇ dișȇwrȋn, gura wȋ da bûn, șȋn-șaya, eyd-erefata da gotina dewyȇ ya wȋ bû. Mala kekȇ Zȋyo timȇ tije mȇvan bûn. Malbetȇ da axaftin kurmancȋ bû, kurmanciya wan jȋ xweș bû, nȇzȋkȋ kurmanciya Kurmancȇn meye Ermenistanȇ. Nava wan da kurmancȋ xweș hatibû xweyȋkirin. Bawarkȋ gișk, cȋnar, nas-dostȇn wan bi kurmancȋ diaxivȋn. Tștekȋ ecȇb bû, berovajȋ gelek ciya, ciyȇ kurd lȇ dijȋn, vira ne ku Kurd li nav der-doran, lȇ ew nav kurda da asȋmle dibûn, dihelyan. Ȗ ew tev bi saya serȇ kekê Zîyo, malbeta wî.

Bavȇ Ezȋz, Zȋyoyȇ Bedirxan, mirovekȋ maqûl, berbihȇr, hevekȋ hișkayȋ pȇra hebû, Kurdekȋ orgȋnal bû. Em, malbetȋ nȇzȋkȋ hev bûn. Eger eydek yan mȇvanekȋ wȋ hebûya, ese erebe dișand pey min. Em tev diҫûne șȋn-șayan.

Civaka wan, sala 1944 a ji komara Gurcistanȇ, nehiyȇn Aspȋnskȋyȇ, Axirkelekȇ, Adîgîayê, gundên dora bajarê Batimê sirgûn kiribûn. Navȇ gundȇn wan ev bûne: Axҫe, Zȇdever, Neklekef, Timûk, Colde, Anaket, Vêrteqan, Bilozde, Parestav, Rûstav.

Neheqȋya mezin malbeta kekê Zȋyo hatibû kirin. Sala 1941ȇ, kekȇ Zȋyo ji neferȇ wȋ qetandibûn û ji gundȇ Axҫȇ, nehiya Aspȋskȋyȇ, Komara Gurcistanȇ biribûn pȇșenȋya șerȇ dewleta Sovȇtȇ û Almaniyayȇ, șerȇ dijȋ fașȋstan. Peyra, bȇy agahȋkȇ bidine wî, neferȇ mala wȋ jȋ, tevȋ civaka Kurdȇn cȋ, wek civakeke welatȇ Sovȇtȇ ra giva „ne amin “, sirgûnȋ Qazaxistanȇ kiribûn. Dema de‘wȋ bi șȇr tȇ, Zȋyo, cilȇ leșkeriyȇ lȇ, bi nȋșan -mȇdalȇn altindariyȇ, vedigere gundê xwe, mala xwe. Lȇ ҫi mal, dinhȇrȇ derȇ mala wȋ dadaye, gundȇ wan da mirovȇn nenas dijȋn, kesekȋ nas gundda nȋne. Jȇra dibȇjin, ku xelkȇ kurd, navda mala wȋ jî ji gund sirgûnȋ Qazaxistanȇ û komarȇn Asiya Navȋn kirin e. Ciyȇ sirgûniya malbetȇ jȋ nizanin. Diҫe bajarȇ Tilbȋsȇ, paytextȇ Gurcistanȇ, derȇ hukumdar û mezinan dukute lȇ tiștekȋ erȇnȋ, rast nabȇjinȇ. Kes guh nade șikiyat û gazinȇ wȋ. Mecbûr berȇ xwe dide Qazaxistanȇ, tȇ bajarê Almatayȇ. 5-6 mehan fabrîkeke bajêr da dixebite, neferȇ mala xwe digere. Bi teherekȋ ciyȇ mirovȇn xwe dihise. Ji malbeta wîye giran tenȇ xûșkeke wȋ sax mabû.

Nû dizewice.

Kekȇ Zȋyo serhatȋya emirȇ xwe min ra ҫend cara gilȋ kir. Min jî bi gotarekȇ kurt, ji wê ҫȋroka neheqiyê, ji wan bûyarȇn dema șȇr û pey ra, ku serȇ Kekȇ Zȋyo ra derbas bûbûn rojnema Riya Teze da weșend. (RIYA TEZE, hejmara 1(4563) 1 ê Yanvarê 1992).

Min xeysetȇ wȋ cwamȇrȋ hiz kir. Evdekȋ helal, rastgo bû, derew û qelpȋtȋ tu cara qebûl nedikir, rûyȇ xweyȇ wan digot. Hȋșk bû, lȇ mirovatî cem zȇde bû.

Malbeta kekȇ Zȋyo, wȇ demȇ, li perȇ bajarȇ Almatȇ, gundȇ Zariya Vastokȇ da diman. Pȇnc law û keҫeke wȋ hebûn, tev jȋ zewicȋ bûn, malȇn wan, xebatȇ wan hebûn, halȇ wan xweș bû. Hȋmȇ malbetȇ, tifaq- yekȋtiya li nava wȇ ȇla wan da lawȇ kekȇ Zȋyo, Ezȋz va girêdayî bû.

Ezȋz bi xwendina aborȋyȇ ya bilind, rewșenbȋrekȋ zaneyȋ welatparȇz û milethiz bû. Serokatȋ deșȋxaneke Zerȋe’tȇye mezin dikir. Rûsȋ digotin “Baza” /Cȋyȇ standin, zexȋrekirin, belavkirin, kirȋn-firotina hasileta Malhebûna Gundȋtyȇ ya bajarȇ Almatayȇ, bajar û gundȇ dorȇ), bi deha dukan û șaxȇ wȇ bazayȇ hebûn. Cem wȋ bi hezara xebatҫȋ dixebitȋn. Ji gelek welatȇn cihanȇ mȇwȇ cûrbicûr, zȋtrûs û tiștȇn din distandin. Ne tenȇ Almatȇ, lȇ temamya Qazaxistanȇ da Ezȋz naskirȋ bû. Nas û dostȇ wȋ hukumata rȇspûblȋkayȇ da pir bûn. Ji werȇ aboriyȇ da jȋ malbeta wan xurt û serkeftȋ bû. Ezȋz jȋ mirovekȋ destvekirȋ bû, ber malȇ dinȇ nedinhȇrȋ.

Wê demê her bûyarê kurdewarî navê Ezîz va girêdayî bûn. Kurda xwe wî digirtin. Mêvan hîmlî dihatin cem wî.

Wekȋ ez șaș nȋbim, ew mesrefȇn rewșenbȋrȋ ya rewșenbȋrya Kurdȇn Almatayê heta vȇ dewyȇ jȋ dikirin, payȇ pirȇ Ezȋz dikir, bȇyȋ xwe nȋșan bide ku xudanȇ wan mesrefan ewe.

Ez niha difikirim, eger Ezȋz û malbeta wȋ nȋbyna, ew Kurdȇn ku salȇn 1989-1992 ji Ermenistanȇ reviyan, berê xwe dane Qazaxistanê wê ҫawa karibûna wur rehet cȋ-war bibûne, pirsȇn xwe ҫareser bikirana. Em tev jȋ zanin ku mirovȇn cȋhil dibin, ji welatekȋ diҫin welatekȋ din wanra cȋqas pirsgirȇk ҫȇ dibin…

Bawarkȋ pirsgirȇkȇn binecȋbûna wan, ya ji sedȋ 70-80 ȋ, bi destȇ Ezȋzȇ Zȋyo, nas û dostȇn wȋ ҫareser bûn. Cȋyȇ karȇ wȋ, mala wȋ, ya bavȇ wȋ timȇ tije mirov bûn. Gelekȇ, ku ҫûbûne Azeyrbȇcanȇ, komarȇn Sovêta berȇ ye din, nikaribûn binecȋ bûna, vegeryan berȇ xwe didan Almatayê, Qazaxistanȇ.

Bi șȇkirandin gerekȇ bȇ gotin, ku vȇ pașwexryȇ eger Almata bû merkezeke pȇșdaҫûyȋna ҫand û kûltûra kurdewarȋ, berȇ rewșenbȋr, sȋyasetmedar, hunermendên Kurdȇn cihanȇ vegerand berbi Almatayê tevî emekê hinek hevalan, wurda berȇ ewlin emekȇ Ezȋzȇ Zȋyo jî mezin e. Ewȋ bi malȇ xwe, bi nas û dostȇn xwe, bi nav û zanebûnȇn xwe di wȋ warȋ da gelek rȇ rast kirin.

Tevȋ karȇn civakȋ yȇ mezin wusa jȋ wȋ dȋroka sirgûnya Kurdȇn Qazaxistanȇ ya salȇn 1937 û 1944 a, ji arșȋvȇ KGB ê, yên tarî derxist, ji wundabûnȇ xilas kir û ew zulma neȋsanȋ ku wan sala anȋbûn serȇ wȇ para Kurdan raxist ber xwendevana, kire malȇ droka Kurdȋ. / „Kurde Qazaxistanȇ“1995, Almata, kurmancȋ /.

-Kovara “Kurdistan” (Nûbar), hejmara ewlin bi siponsoriya Ezȋzȇ Zȋyo hata weșendin.

-Dema ez ҫûme Almatayȇ, Kurdȇn wê komarȇ ji, ҫawa hemû kȇmnetewên Qazaxistanȇ ji xwe ra Komelȇn ҫand û kûltûra netewȋ ava kiribûn. Serokȇ komelȇ Ezȋzȇ Zȋyo bû. Dewletȇ, di nava bajȇr, avayȇ „Mala Dostanya gelan“ da cȋ dabû komelȇn wȋ rengȋ. Odek jȋ dabûn komelan Kurda. Rojekȇ Ezȋz min ra got: “Eva saleke odek dane me, derȇ wȇ tim dadaye, kes lȇ nabe xweyȋ. Dema min jȋ nȋne ez herim tȇda rûnȇm, minra gotin, komelȇn din, mezina ra gotin e, eger kurd odȇ naxwezin, lê xweyî dernakevin bidne me. Heta tu betalȋ, hȋvȋ dikim rojȇ șemȋ û ledȇ here derȋ veke, tȇda rûnȇ. Wa bêxwedȋ bimȋne odeyȇ ji destȇ me here.

Odeke xweș bû. Dorȇ odȇn komelên gelȇn din bûn. Odȇn rex oda me ȇdȋ șȇn bûn. Karȇ xwe dimeșandin. Ez hineka ra bûme nas. Weke du-sȇ meha ez diҫûm, odȇ da rûdiniștim. Min kaxaz kitȇbȇ xwe dibir wur, xwera dixebitȋm. Pashê bi hewildana Ezîz komele shên bû, Endemê Komelê dest bi karekî aktîv kirin.

Nenihêrî karê wî yê fermî pir bû, gelekî mijûl bû lê tim dem karê kurdewarî ra didît.

.

***

Sal buhurin, min xwest vȇ bȋranȋna xwe ya kurt xwendevana ra pare vekim. Di karȇ kurdewarȋ da, tevȋ emekȇ herd zanyarȇ kurde bi nav û deng Nadȋr Nadȋrov, Kinyazȇ Ȋbrahȋm wusa jȋ emekȇ Ezȋzȇ Zȋyo Bedirxanî jȋ di pȇșdaҫûyȋna rewșenbȋrya Kurdȋ da zȇde ye.

Emek gerekȇ neyȇn jibȋrkirin.

Dr. Eskerȇ Boyȋk

30.09.2021

Sûret da: Ezîzê Zîyo, zanyar Nadîrov mêvanê ji Avistralyayê nivîskar Riza Ҫolpan û hinek hevalên Almatayê. Sûret yê salên 1990 î

0 комментарии 0 FacebookTwitterPinterestVKOdnoklassnikiWhatsappTelegramSkypeThreads

PROFÊSOR MEHMEDÊ MISTO: BÎRANÎNÊN BAVÊ MIN

Eskerê Boyîk: Gelȇ Qazax-Almata

Têmûrê Xelîl derheqa Kinyazê Îbrahîm da: “Me du...

Kurdên jibîrkirî yên Qazaxistanê

Ewî bi mîlyonan kurd şîyar kirin. Xelîlê Çaçan...

Fêrîkê Ûsiv. KURIK, ÇIQILÊ   DARÊ   JÊ   NEKE!

Emerîkê SERDAR — DENGBÊJ

JI BONA 90 SALÎYA NIVÎSKARÊ REHMETÎ EMERÎKÊ SERDAR...

Toqayêv ji bo reforma parlemantê komîteya xebatê avakir.

Toqayêv beşdarî samîta “Asîya Navîn – Rûsya” be

Комментарии Отменить ответ

Сохранить моё имя, email и адрес сайта в этом браузере для следующего комментария.

  • Токаев создал рабочую группу по реформе парламента

    08/10/2025
  • Токаев отправится в Азербайджан на саммит тюркских государств

    03/10/2025
  • Солнечная вспышка может вызвать магнитную бурю на Земле

    08/09/2025
  • МВД Казахстана предупреждает: 10 фраз, которые выдают мошенников

    08/09/2025
  • Казахстан увеличит нефтедобычу в октябре в рамках соглашения ОПЕК+

    08/09/2025
  • Ожидается рост геомагнитной активности в течение суток

    19/08/2025
  • День Святого Иштвана: Токаев направил теплые слова венгерскому лидеру

    20/08/2025
  • Новое применение ядерных отходов: получение топлива для термоядерных реакторов

    20/08/2025
  • Солнечная вспышка может вызвать магнитную бурю на Земле

    08/09/2025
  • МВД Казахстана предупреждает: 10 фраз, которые выдают мошенников

    08/09/2025

Barbang.info — это независимая интернет-газета курдов Казахстана, издающаяся в Алматы.

  • О проекте
  • Политика конфиденциальности
  • Правила использования материалов
  • Казахстан. Алматы
  • Тел: +7 707 717 0500‬, +7 775 142 1496‬
  • Реклама: barbang.info@mail.ru

©2025 — barbang.info

Facebook Youtube
Barbang.info
  • Общество
  • Политика
  • Экономика
  • Мир
  • Спорт
  • Наука
  • Культура
  • АНК