Barbang.info
  • Aborî
  • Civak
  • Siyaset
  • Cîhan
  • Werziş
  • Zanist
  • Çand
  • AGQ
  • Ziman biguherînin
    • Kurdî
    • Русский
    • Қазақ
Barbang.info
  • Aborî
  • Civak
  • Siyaset
  • Cîhan
  • Werziş
  • Zanist
  • Çand
  • AGQ
  • Ziman biguherînin
    • Kurdî
    • Русский
    • Қазақ
Barbang.info
Barbang.info
  • Aborî
  • Civak
  • Siyaset
  • Cîhan
  • Werziş
  • Zanist
  • Çand
  • AGQ
  • Ziman biguherînin
    • Kurdî
    • Русский
    • Қазақ
©2025 — barbang.info
Civak

Em Ne Kurdên Sovyetê ne, Em Kurdên Qefqasyayê ne!

Автор Асан Джалилов 07/10/2025
Автор: Асан Джалилов 07/10/2025 33 просмотры
33

Tîblîsî — Gurcîstan: Nivîskar û lêkolînerê Kurd, Hejarê Şamil, di daxuyaniyekê de bal kişand ser bikaranîna têgîna «Kurdên Sovyetê» û diyar kir ku ev wesf ne rast e û heqaretê li dîroka Kurdên li herêma Qefqasyayê dike. Şamil bi tundî destnîşan kir ku divê ji Kurdên vê herêmê re «Kurdên Qefqasyayê» bê gotin. Hejarê Şamil ku beşdariyê li gotûbêjeke Utopya Tv ya di derbarê Konferansa Kurdên Qefqasyayê — II kiribû, anî ziman ku Kurd 3000 sal in li Qefqasyayê niştecih in û xwedî dîrokeke kevnar in li vê erdnîgariyê. Wî got, «Ji me re dibêjin ‘Kurdên Sovyetê’, lê ev terim, ev wesf ne rast e. Em 3000 sal in li Qefqasyayê ne, û Kurd niştecihên Qefqasyayê ne.» Şamil rexne li bikaranîna domdar a vê têgînê girt û bi bîr xist ku Yekîtiya Sovyetê ji zêdetirî 30 salan ve hilweşiyaye. Wî destnîşan kir ku piştî hilweşîna Sovyetê êdî kes behsa «Ermeniyên Sovyetê», «Rûsên Sovyetê» an «Tacîkên Sovyetê» nake. Şamil anî ziman ku ev cudaxwazî ye û got, «Ez têgîna ‘Kurdên Sovyetê’ wek heqaret dibînim.» Li gorî Şamil, hemû Kurdên ku îro li Rûsya, Ukrayna, Qazaxistan, Qirgizistan û hemû welatên berê yên Sovyetê dijîn, bi eslê xwe Kurdên Qefqasyayê ne. Wî daxwaz kir ku ji bo nasname û dîroka Kurdên vê herêmê rastî bê gotin û ev têgîna xelet êdî neyê bikaranîn. Daxuyaniya Hejarê Şamil li ser medyaya civakî û di nav civaka Kurdan de bibû sedema nîqaşan û bal kişand ser girîngiya bikaranîna têgînên rast di danasîna nasnameyên neteweyî de. Çavkanî pressin.info/kurdi/

0 комментарии 0 FacebookTwitterPinterestVKOdnoklassnikiWhatsappTelegramSkypeThreads

Helbestvanê navdar Ehmed Huseynî koça dawî kir

Pêşangehek ji hunermendê Kurd Omran Şêxmûs li Almatiyê...

JI BO HEŞTÊ ADARÊ

Rola Dayikan li Mala Dostaniyê ya Almatiyê Hate...

ROJNAMEVAN Û DÎPLOMAS HESENÊ QEŞENG ÇÛ BER DILOVANYA...

Hevpeyvîn bi Nadir Nadirovî re

MÊRXASÊ WELATÊ SOVÊTÊ SEMENDÊ ELÎ SÎABENDOV

Dayika çanddar — zarokên çanddar

Mirovekî ku jiyana xwe pêşkêşî zanebûnê kirîye

Kurdên li Gurcistanê di bin gefa asîmîlasyonê de...

Комментарии Отменить ответ

Сохранить моё имя, email и адрес сайта в этом браузере для следующего комментария.

  • WEZÎRÊ NADIRÎ – NAVÊ NEBÎRKIRÎ

    07/02/2026
  • Rola Dayikan li Mala Dostaniyê ya Almatiyê Hate Gotûbêjkirin

    19/01/2026
  • Toqayêv: Divê Qazaxistan hukimdarîya Serokatiyê ya xurt biparêze

    25/10/2025
  • Toqayêv pêşnîyara guherandina nêzîkî 40 madeyên Qanûna Bingehîn wekî beşek ji reforma parlamentoyê kir

    14/10/2025
  • Li Weşanxaneya Lîs pirtûka Mirazê Cemal «KESKESORA ÇÎYA» neşir bû.

    09/10/2025
  • ROJNAMEVAN Û DÎPLOMAS HESENÊ QEŞENG ÇÛ BER DILOVANYA XWEDÊ

    14/01/2026
  • GULÎYÊN TE

    24/01/2026
  • Xwedîyê kurmancîya dewlemend

    08/01/2026
  • Rewşenbîrê xudanşuret, lê bextreş

    24/02/2026
  • Tragedya, Kelepor, Dîrok û Dengbêjî

    03/01/2026

Barbang.info — întêrnêt-rojnama serbixwe ya kurdên Qazaxistanê ye. Ew li Almatê diweşe.

  • Derbarê projeyê de
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Prensîbên ji bo bikaranîna materyalan
  • Qazaxistan. Almatî
  • Tel: +7 775 453 64 25, +7 775 142 1496‬
  • Reklam: barbang.info@mail.ru
  • barbang.info@gmail.com

©2025 — barbang.info

Facebook Youtube
Barbang.info
  • Общество
  • Политика
  • Экономика
  • Мир
  • Спорт
  • Наука
  • Культура
  • АНК
  • Выбрать язык
    • Русский
    • Қазақ
    • Kurdî