Di organîzasyona RMO Boxingê ya ku li li Stadyuma Dêrsimê hat lidarxistin de, Şampiyonê Kembera Giran a Asyayê yê WBCyê Boksorê Kurd Umut Çamkiran û hevrikê wî yê Makedonî Todorche Cvetkov hatin pêşberî hev.
Çamkiranê bi nasnavê “Şêrê Anatolyayê” yê ku heta niha têk neçûye, di maça parastina nasnavê ya 12 raûndan de bi performanseke bibandor hevrikê xwe nakawt kir û kembera xwe parast.
Maç, bi piştgiriya nêzîkî 10 hezar temaşevanan hat lidarxistin.
Hîn têkneçûye
Çamkiran di kariyera xwe ya profesyonel de derketibû 23 maçan û 21 ji wan bi nakawtê bi ser ketibû û serkeftinên xwe yên bêyî têkçûn didomand.
Çamkiranê ku beriya vê maçê 26 kîlo dabû û ketibû formê, ji raûnda yekem ve bi awayekî êrişkar û serdest performans nîşan da.
Cvetkov, tevî kariyera xwe ya ku ji 13 serkeftin, 1 têkçûn û 10 nakawtan pêk dihat, nikarîbû li hemberî kulmên Çamkiran ên bihêz li ber xwe bide.
Maç bi kulmên li pey hev ên ku Çamkiran di raûnda duyem de avêtin û Cvetkov anî erdê bi dawî bû û hakem maç rawestand û Çamkiran wekî serkeftî ragihand.
Ev serkeftin ji ber ku maça wî ya yekem bû ku li welatê xwe Dêrsimê derketibû rîngê, xwedî girîngiyeke mezin bû.
«Armanca min şampiyoniya cîhanê ye»
Çamkiran di daxuyaniya xwe ya piştî maçê de got, “Li welatê xwe bi piştgiriyeke ew qasî mezin derketina rîngê hesteke bêhempa ye.
Armanca min şampiyoniya cîhanê ye û ez li ser vê rêyê bi gavên ewle bi pêş ve diçim.”
Boksorê Dêrsimî Çamkiran bi vê serkeftinê armanc dike ku di rêzbendiya cîhanê de ber bi rêzên jor ve hilkişe.
Li cîhanê di rêza 50yî de ye
Çamkiranê ku niha di kategoriya kembera giran de di nav 1595 boksoran de di rêza 50yî de ye, armanc dike ku ji bo derketina maça şampiyoniya cîhanê bikeve nav 15ên pêşîn.
Vê şeva boksê ya dîrokî ya Dêrsimê, careke din nîşan da ku Çamkiran nasnavê «Şêrê Anatolyayê» heq dike.
Hezkiriyên boksê dê maçên Çamkiran ên pêşerojê û rêwîtiya wî ya şampiyoniya cîhanê bi kelecan bişopînin.
Çavkanî: Rûdaw