Antonio Rudiger seqet bû

Автор Асан Джалилов

Hewlêr (Rûdaw) — Di tîma Real Madridê ya Lîga Yekemîn a Futbolê ya Spanyayê (LaLiga) de, lîstikvanê serkeftî Antonio Rudiger seqet bû. Real Madridê di daxuyaniyekê de ragihand ku di masûlkeya jorîn a ranê çepê yê lîstikvanê xeta parastinê yê Alman de kêşan û werim hatiye tesbîtkirin. Li gorî medyaya Spanyayê, lîstikvanê 32 salî dê herî kêm 2 hefteyan ji qadan dûr bimîne. Divê were gotin ku Real Madrid her sê hefteyên ewil bi ser ket û di LaLigayê de bi 9 puanan lîder e. Niha tirs heye ku seqetbûna Rudiger bandorê li tîma wî bike.

Комментарии