Tragedya, Kelepor, Dîrok û Dengbêjî

Автор Асан Джалилов
177 просмотры

Yusuf Aydin

         Dîrok, binyadên tevêhev ên mirov jê re dibêjin ‘kelepor’ û jipêjracûna keleporên mirovan e ku dane pey hev û din.‘Kultûr/kelepor’ hilberîn e.  Hilberîn jî çandinî ye. Mirov nikare bê kultûr bijî. Taybetîya herî giring a mirov ji candarên din tevan diqetîne, ne aqil ya jî vîn e, şîyana kirina derewan e. Çandinî û koletî, key, xweda û wd. bi hev ra derketine holê. ‘Agriculture’ bi Îngilîzî ‘çandinî’ ye.  ‘Çandin’ bi Kurdî çandina dexil û dan e. “Çand” bi Kurdî kultûr e. Ya rast, koledarî ku mirov kêmê tiştan, ji xwe ra ‘milk’ dibîne, pêşîn keda mirov, mirov ku di hilberînê da ketine tengasîyê, nekarîye bi pêş ve biçin. Rakirina koledarîyê ji navê, ji alîyê tarîxî ve bûye ku nebe nabe. Bo mînak; gava hilweşîna Împaratorîya Romayê, mirovahî berpêyî awayekê civakî yê nû ve guherîye. Civaka çînî vê carê li ser hîmên feodalîte/ derebegîyê çê bûye.

‘Deng’ bi Kurdî zar e. ‘Dengbêjî’, navê bi tevahî yê vê xweşanîdanê ye. Bêjeyeka bi hev û din ve ye. ‘Bêj’, halê bêrist ê lêkera ‘gotin’ê ye. Di Kurdî da kêşana birist/bêrist ya lêkeran heye. Ji beşên/ayet Zend Avestayê ra ku pirtûka pîroz a Zerdeştîyê yê ku dînekê kevin ê Kurdan e, ‘goth’ tê dihê gotin. Di Kurdîyê da hêj jî ji gotinên hêja ra ‘gotin’ dihê gotin. Mirov dikare bibêje ku kilamên dengbêjîyê çîrokên bi muzîk in. Tevî ku denbêjî pêşîn kengî hatiye kirin nehê zanîn jî, ji ber ku nivîskarê ‘Mem û Zîn’ê Ehmedê Xanî kilama ‘Memê Alan’ bi navê ‘Mem û Zîn’ sala 1692yan nivîsîye, dibe ku mirov vê berhema qeydkirî ya ewilîn qebûl bike. Lê reha dengbêjîyê pir kevin e.

Ji derxistina dengekê pir ji qirikê, çêbûna şîyana fikirînê ya hişî pê ve dest bi çêbûnê bûye. Bi fikirîn, axiftin, berhevkirina xwarinê, piştgirî bi hev ra ji bo parastina xwe ji ajalên din civak çê bûye.  Ji ber ku kew, quling, teyrê tawis û ajalên wek wan dikarin qirika xwe baş bi kar biînin yekeyên klanan bi zarê wan kiriye her wiha di nav hin civakan da bûne nîşane. Ji ber bandora nerasterast a li ser hev a zimanê civaka komunal a prîmîtîv û şîyana hişî û alavên kedê, yekeya pevgihîştina civakî klan e. Awayê pevgihîştinê yê klanî, ji ber sêwirana xebitîna bingehîn bi dîroka kedê ra yek e. Mêtinkarîya kultûrî jî bi awayê pevgihîştina klanî ra yek e. Pêwendîya dengbêjîyê bi kevnarbûna koka Kurdan ra heye gelo? Ji ber ku qewim tev çeşnên muzîkalî bi hêza qirikê dibêjin.

Kevneşopîya vegotinê ya Rojhilatê bi gelemperî şanîdana bi yek kesî/ê ye. Em dikarin bibêjin ku Dengbêjî, şanoya Kurdan e jî. Mirov bi hêsanî dikare behseka dengbêjîyê bêyî ku dest bide, dikare bike lîstikeka şanoyî. Ya jî bi awayê meddahî lîstîkeka Dario Fo, lîstikeka Yewnan Antîk bihê pêşkêşkirin. Wate û divêtîya bi vê ew e ku awayê şanîdanê yê her qewimekî xweserê xwe ye. Li gor jiyana civakî û xebatê dibe xwedan taybetî.

Li Rojhilat, Islamîyetê ku peyker, wêne û wd. qedexe kirine, awayê şanîdanê  yê bi kesekî geştir bûye.Yewnanistanê ku welatê serekî yê şanoyê dihê qebûlkirin, berbelavbûna peyker, hunera rolyefê û wd. jî ji behskirina kesekî bêhtir kiriye ku bibe lîstika bi gelek kesan. Eger li bal qewimên rojhilatî wêne, peyker (ji xeynê mînyaturê) qedexe nebûna dibû ku awayên şanîdanê yên wek meddahî û dengbêjîyê bibûna lîstikên gelek kes cih di nav da bigirin. Dibû ku meddahek bikarîya Dario Fo pêşkêş bikira. Ya jî bêyî ku bi navika kilameka dengbêjîyê bihê lehîstin, li şanoyê bihata anîn û pêşkêş kirin. Gava dengbêjek ‘Mem û Zîn’ bigota li heman sehneyê dibû ku bihata lehîstin.

Meddahî lehîstikek e ku bi qebûlkirina Islamê ya Tirkan, çê bûye. Curekê wêjeyî ya hunereka sehneyî  ye, niqaş li ser berdewam in. Dengbêjî li bal Kurdan, berîya Islamê jî heye. Mixabin kesên di wêjeyê da xwe dane qebûl kirin jî di vî mijarê da şaşî kirine û gotine ku dengbêjî curekê meddahîyê ye. (Yaşar Kemal, Mehmed Uzun, Muhsin Kızılkaya). Ji xeynê vebêjîyê ji alîyê kesekî ve tu wekhevîya dengbêjîyê bi meddahîyê ra nîn e. Di meddahîyê da dibe ku behsa her mijarê bihê kirin lê di dengbêjîyê da bi tenê behsa karakterên dimirin û mirovên binamûs ên dilpak dihê kirin. Meddahî ji kevneşopîya hozanîyê ya Tirkan nahê. Ji çîrokbêjîya Ereban dihê. Lê dengbêjî awayekê xweser e, bi tenê xweserê Kurdan e. Her kes dikare biçe lehîstika meddahîyê lê di gotina kilaman da cihêtîya çînî heye. Her kes nikare tevî dîwana axa, şêx, mîr û begekî bibe. Bi ya Yaşar Kemal, Mehmed Uzun û Zana Farqînî, dibe ku her tişt bibe mijar ji bo denbêjîyê. Lê kilam bi tenê li ser wan kesan in ku dimirin. Bo mînak; ‘’Mem û Zîn, Sîyabend û Xecê, Gênc Xelîl, Metran Îsa, Filîtê Quto, Salo û Kejê, Derwêşê Evdî û wd.)

Taybetîya herî giring a dike ku dengbêjî ji curên din vebiqete, ew e ku operet aryayên xwe li lênûskên jê ra dibêjin ‘lîbretto’ dinivîsin. Operetan, Şerên Sih Salan, Şerên Sed Salan û demên din ên wisa bi şer ji bo parastina xwe ji talankerîyê “libretto” bi kar anîne. Ne bi tenê ya Îtalyayîyan lê keda kultûrî ya neteweyên Ewropî tevan e. Muzîka gelêrî ya Tirkan, berhemên Karacaoglan, Dadaloglû û wekî din li ser rûpelên jê ra dibêjin ‘cönk, danadili’ hatine tomarkirin. Lêbelê dengbêj hemû berheman di hişê xwe de diparêzin.

Dengbêj gund bi gund, bajarok bi bajarok gerîyane û jiyana kesên giring bi kilamên xwe bi devkî neqil kirine û kirine ku di bîra mirov da bimînin. Ji qewilê Mehmed Uzun ve; ‘’Di bîra her kesekî/ê da pirtûkxaneyek heye. Pirtûkên tarîxê yên zindî ne.’’ Li cihê lê ne, ji ber ku bi hezarê salan êrîş li Kurdan hatine kirin, nekarîye bigerin û ew û qewimên din li nav hev neketine, ji ber asêbûna cihê xwe ne bi tenê canê xwe lê karîye ku kultûra xwe jî biparêzin. Ji ber çûna ji dest a hêza vegotina devkî  her dengbêj li herêmên cuda heman berhem bi navên heman ên karakteran çîrok û muzîkê bi awayekê din neqil dike. Taybetîya herî balkêş a hêza vegotina devkî, parêzkarîya wê ye. Dengbêj Karapetê Xaço mînakeka balkêş ya vê taybetîyê ye. Xaço, di pazdehsalîya xwe da bi zorê ji welatê xwe revîyaye, li cih û warên dûr ku çûye, bi xêra kilamên ku gotine bêyî ku haya xwe ji bişaftina mêtingerî ya rijd bi 90 salan hebe, xwe parastiye.

 Ji berhemên denbêjan ra “kilam” dihê gotin. Kilamên dirêj qet nebe 2/3 seetan, yên kin nîv seet li ber xwe didin. Navirokên wan ev in:

*Kilam bi mirina qehremanan diqede

* Her ew alî ne ku têk diçin

* Pêkenîn nîn e, zêde bi cidîyet in

* Qehreman dilpak in

*Li gor nirxên exlaqî peşnîyaz ji bo dilpakîyê dihê kirin.

Taybetîyên ‘kilam’ê çi ne?

Kilam, her bi mirina qehremanan diqedin. Her ew alî ne ku têk diçin. Tu hêmanekê pêkenînê tê da nîn e. Zêde bi cidîyet in. Bi pêşnîyazên exlaqî ne.

Tragedya, vejîyandina ji nû ve ya êş û bizavê (mirin, rewş, bûyer, karakter û wd.) ye ku ji alîyê nirxên exlaqî ve bi esasî di nava xwe da yek e û di rewşên diyar ên bi pêşbînî da di nav qalibekî da bi cih bûbin. Kilam ji tragedyayan cihê ne, bi derandeya devkî ku bi Kurdî jê ra ‘bizarî’ dihê gotin lê dihê çûyîn. Bi cidîbûn, dirustkirina bûyerekê ji nû ve, pevbestina bûyerekê û sekinîna li ser, hebûna pîvaneka zimanî ya bi hunerî û helbestî hatiye dewlemendkirin, dişibin hev û din. Lê ne heman tişt in.

Bipêşveçûna tragedyayê bi bizava fizîkî ye. Û bi behskirina kesên raser ji kilaman cihê ne. Bi kilaman mirovên jirêzê jî dibin qehreman.

Yên behsa dengbêjîyê dikin, bêyî ku zêde pê bizanin dibêjin ku çeşnekê meddahîyê ye. Hebûna dengbêjîyê bi awayekê xerabûyî berdewam e. 3-5 dengbêj ya hene ya nîn in. Kilama dengbêjîyê ya herî kin ku qet nebe nîv seet e, tevî ku ji 7-8 seetan dibuhurin, kirine şerqî û anîne ser du – sê deqîqeyan.

Meddahî, lehîstikên şanoyî yên kin in. Li Ewropayê bi tenê beşekê xuyanî karîye li lêhistikên şanoyê binihêre. Bûrjûwa li lehîstikên şanoyî yên gel nanihêre. Ev li pêşengên qata jêrîn ên awayê civaka feodal rûniştiye. Tirkbûna gelê Anatoliyayê (Laz, Çerkes, hwd.) bi awayekê din li hev hatibe anîn jî Kurd hêj jî ji Kurmancbûnê ber bi Kurdbûnê ve gelo wê çewa biguhêrin?

Çend Destanên Girîng

Derwêşê Evdî û Edûlê: Kurdên Êzidî û Misliman dibin yek û şerê eşîrên Ereb dikin. Qehremanê şer Derwêş ku Êzidî ye, di şer da birîndar dibe. Edûlê ku dilketîya wî ye,li qada şer digihîje ser, Derwêş di pêşa Edûlê da can dide. Edûlê jî li ser cesede wî xwe dikuje. Sembolekî balkêş e ji bo ku Kurd xwe yek bîhesîbinin.

Gênc Xelîl: Kurê Kurdekê arîstokrat e ku di artêşa Osmanîyan da şer dike. Berîya biçe şer, bi qîzapa xwe Edûlê ra dizewice. Şer bi serfirazî diqede lê Gênc Xelîl venagere. Edûlê tevî 50 siwarên jin (bi şekle mêr) diçe Şamê û Gênc Xelîl li wê derê dibîne. Gava vegerîna Diyarbekirê Gênc Xelîl li bin kon li bal Edûlê can dide.Sembola ku serdestan çewa Kurda bikartînin û bî tene dihêlin.

Heso û Nazê: Heso ku karakterekê xizan û kurmanc (Kurdên ji qatên jêrîn ên civakê, kesên bêeşîr) e, piştî ketina bi nexweşîyeka giran, Qulîxanê birayê wî ye, wî dadiîne li cihekê nêzê çemê Hesen Evdal û jinbiraya xwe Nazê dide mêr. Sembola ku bira ji bo bira dikare çi qas bîbe bêwîcdan.

Curên Kilaman

Derdbêjî: Negihîştina hev ji ber bawerî û zewicîna bi yekê ji xwe mezintir ra (Xalê Cemîl, Sinanê Kirîv, Keçika Xoytî)

Dilînî: Li ser evîn û mirinê ne. (Mem û Zîn, Heso û Nazê, Sîyabend û Xecê, Bavê Seyro(Mihemed Elîyê Kinik), Bavê Feqrîya ‘Sebrîyê Hecî Mihemedê Mistê Quto)

Qewimînî: Li ser şerên eşîran, bihevketin û tevkujîyan in û şerê li dijî dargirkeran. (Filîtê Quto, Bişarê Çeto, Şerê Mala Nasir, Şerê Hedhedkê, Bavê Salih, Şêx Evdirehman, Bavê Behçed,)

Mêranî: Ew kilam in ku qehremanên wan bi esehî dimirin. (Derwêşê Evdî, Mala Elîyê Ûnis, Metran Îsa, Genc Xelîl, Xêlya Hecî, Kekê Xîyasedîn)

Dilbêjî: Kilamên evînî ne ku tu karakter tê da nîn in. (Bêmalê, Bira li dunyayê mirin hebûya kalbûn tune buya, Ez pîr bûm dil pîr nabe)

Dengbêjî li kur dîhê xwepêşandan

Civat: Ji dîwanê piçûktir e. Reha xwe ji ‘civan’ê ye. Civinên di şevbihêrkan da dihên çêkirin, civat in. ‘Gerandina civatê’, kirinek e bi mebesta kirina kêfê û hînbûnê. ‘Gerandina civatê’ her wiha di wateya birêvebirina civatê da ku li hev civiyaye, dihê gotin. Dîwan, lihevcivîna giregiran, civat, hatina bal hev a kesên jirêzê ye.

Dîwan:Dik anku sehne ye. Cihê beg, mîr û axayan e ku mêvanan diezimînin. Eywanek e ku her beg û axa mêvanên xwe lê diezimînin. Ezimandina dîwanê ji alîyê tayekê civakî yê di ser xwe ra ve, rûmet e. Her kes nahê ezimandin. Kesên biîtbarî û navdeng dihên ezimandin. Ezimandina Kurmancên ‘jirêzê’ tiştekê mezin e. (Kurmanc: Kesên ji qata jêrîn, Kurdên bêeşîr)

Şevbuhêrik: Hatina bal hev li qonax ya jî malekê û gotina mesel, destan û çîrokên mîtolojîkî û wd. Derbaskirina şevê bi lehîstikên milî. Şevbuhêrk, ji hatina bal hev a du bêjeyan çê bûye. Bi guherîna dengan bi demê ra, di Kurdîya nûjen da bûye ‘şevbêrk’. Wateya ‘şev’ê ‘piştî êvarê’, ‘buhur’ jî derbasbûna demê ye. Mebest ew e divê demê xweş derbas bikin.

Çavkanîyên sereke

  1. AKYOL Hilmi, Antolojiya Çîrokbêj û Destanbêjan, ( CD )  Diyarbakır Büyükşehir Belediyesi, 2014 Diyarbakır 
  2. ARAS Ahmet, Şaîrê Kurda yê Efsanewî: Evdalê Zeynikê, Nûbihar, 2013
  3. ARISTOTELES, Poetika, wergêr: Yılmaz Onay, 2008
  4. AZİZ  Nijiba Ziyayi,  Zerdüştlüğün Kutsal Kitabı ( Avesta) Üzerine Bir Araştırma, Ankara Üniversitesi Sosyal Bilimler Enstitüsü Felsefe ve Din Bilimleri Anabilim Dalı ( Dinler Tarihi ), Ankara, 2009 
  5. DURMAZ Uğur, Dünden Bugüne Meddahlık ve Modern Bir Meddah Örneği “Heredot Cevdet”  Balıkesir Üniversitesi Sosyal Bilimler Enstitüsü Türk Dili Ve Edebiyatı Anabilim Dalı
  6. KEVIRBIRÎ Salih, Qêrîna Sedsalan: Karapetê Xaço, Weşanên DO, İstanbul, 2005 
  7. KEVIRBIRÎ Salih, Filîtê Quto 20 Qewîmîn 20 Kilam, Weşanên Nefel, Stockholm, 2002
  8. QUBÎNÊ Salih,  Antolojiya Çîrokbêj û Destanbêjan,(CD )  Diyarbakır Büyükşehir Belediyesi, Diyarbakır 2014 
  9. YORULMAZ Avaşin,  Şevbuhêrik, Yeni Tiyatro Dergisi Temmuz 2014 sayısı, İstanbul
  10. YILDIRIM, VEDAT-YANKIN,BURCU, Dengbejlerde ses kullanım teknikleri üzerine bir deneme, Artizan, İstanbul, 2007
  11. NİETZSCHE,  FRİEDRİCH, Die Geburt Der Tragödie, Karbon Kitaplar, İstanbul, 2006
  12. HOBSBAWM, ERİC, ON HİSTORY, ABACUS BOOKS, 1998
  13. Pertev, Ramazan, “Danasîn û Rewşa Gîştî ya Xebatên li ser Folklor û Edebîyata Kurdî ya Gelêrî” di nav Edebîyata Kurdî ya Gelêrî, Avesta, Stenbol, 2017

Комментарии