Mêrêd kivş ku dimirin, li ser wan digirîyan û dibû şîn. Destxweda şereke sor davêtine ser cinyazê wî. (Berê şera sor davêtine ser cinyazê kuştîya, çawa ku rengê xûnê, ku merivê nenas jî ber cinyaz ra derbaz bûna, dizanîn ku ew meriv hatîye kuştin). Jina şereke reş davête ser kofîya xwe, reş girê didan. Mêra jî qilçekî şera dor kolozê xwe davêtine ser tepa koloz, ewan jî bi wî teherî hezin digirtin. Herçî jinêd nêzîkî mirî bûn, wan jî xêncî reşgirêdanê du, sê, çar kezîyêd xwe jê dikirin, ber kolozê mirî da dinikandin (ew ji bona mêra dikirin). Hinek omid-êşana jî hela milêd xwe di ebayê reş ra dikirin. (berê ebayêd reşe hezoyî hebûn, ew mêra ser kinca da li xwe dikirin).
Mêr û jin li dora cinyaz top dibûn, yê rûniştî, yê piya va, jina dor bi dor kilamêd ser mirîya digotin û temam tev digirîyan. Cara jî mêrekî kolozê mirî digirte destê xwe “dilo” digot. Kincêd mirî jî di nav destexanekî da vekirî datanîn, ser da digirîyan.
Wexta ji gunda yan oba hewarî dihatin, “kotel” (yanê êrdek) girê didan, ji mala mirî pêşîya hewarîya da diçûn. “Kotel” aha bû: hespekî bi zîn-bûsatkirî dianîn, şerêd reng qîloqaç davîtine pêsîrê, kincêd mirî yên ser da davêtine ser zîn, tiving û sîlihêd wî davêtine qaşa zîn, pê da darda dikirin. Merivekî dengbêj dizgîna hespê dikişand, “dilo” digot, li pêşîya cmaetê da diçû.
Hewarîya jî “kotel” û bêraqêd xwe dianîn. Ewana jî “dilo” distiran û dihatin. Çaxê ku dighîştine hev, du cara herdu destêd xwe nerm li serê xwe dixistin, pê ra digotin: “Birao… birao…” û tevhev dibûn, berbi mala mirî diçûn. Dîsa bi wî qeydeyî hinekî digirîyan, paşê cixarêd titûnê, ku mexsûs ji bona hewarîya hazirkirî bûn, li wan belav dikirin.
Hewarî ku dihatin, gerek nan bixwerana, paşê vegerîyana malêd xwe. Ji bona wê yekê jî cînar hazir dibûn, meriv tar-tarî dikirin, dibirine malêd xwe, pez şerjê dikirin, hewarî verê dikirin. Destek hewarîyêd reze bihatana, ew deste cînarêd mayîn dibirin.
Paşî nanxwerinê hewarî vedigerîyan dihatine mala mirî, serxweşî didane xweyê mirî, xatirê xwe dixwestin û diçûn.
Bêraqgirêdan (algirêdan) vî teherî bû: gulbengîke ermûşê sor, du qilçêd wê serê rimê va girê didan, yekî dida ser milê xwe, “dilo” digot heta dermala mirî li der malê, erdê da dinikand. Vê axirîyê jî dezmal bi lûlêd tivinga va girê didan. Niha jî serê şiveke desta va girê didin. Ew bêraq “kotel” nîşanêd şerkarîyê û mêrxasîyê bûn. Lema jî ji hemû kesî ra “kotel” ne dihatine girêdanê.
Bona cmaet temam heznî nemîne, wexta hewarî êdî wê vegerîyana, qilçêd şerê hewarîya ji ser tepêd kolozê wan didane alîkî, şerêd jina jî ji ser kofîya hildidan. Lê kulfetêd ku qewmêd mirî bûn, ewana reş venedikirin, heta xêrdayînê. Hatina hewarîya ku xilaz dibû, heftêk, deh roja dikişand, devxana2 mirî didan, paşê cînara gazî qewmêd mirîya dikirin, dibirine mala xwe, ser rûyê wan kur dikirin. Usa jî jina kuçik dadidan, ser û kincêd merivê mala mirî dişûştin. Di xêra mezin da jî (heyşt, deh meha dikişand) reşêd kulfetêd malê û zeya hildidan.
Şayîk di gund da hebûya, xweyê şayê diçû serxweşîya merivê mirî, îzin ji wî dixwest, ku şaya xwe derbaz ke. Paşî hingê hezin bi temamî radibû.
Wê salê jî me li mektebê xwend. Baharê em belav bûn, çûne mal. Lê ewê salê ji bahar da melûlî destpê kir. Zabitêd Romê dihatin meriv dinivîsandin, hesp dinivîsandin, hesabêd mayîn digirtin. Wextê hilgirê jî hatine zozana hesp li çapê xistin.
2 Gelek cîya jî ji vê yekê ra dibêjin: ”Devê mirî ji erdê derxin”.
Ji pirtûka Têmûrê Xelîl Antologîya 32 helbestvan û nivîskarên Sovyeta berê