Roja Komara Qazaxistanê – Rojekê Dîrokî û Sembola Azadiyê

Автор Асан Джалилов
10 просмотры

25ê cotmeha sala 1990an li dîroka teze ya Qazaxistanê da rojeke tayîbet e . Li wê rojê Deklarasiya Serbixwiyê ya Komara Qazaxistanê hate îmzekirin — gava yekem ku riya azadiyê û xweseriyê vekir. Ev roj ne tenê bîra dîrokî ye, lê herwiha nîşana yekîtîya neteweyî, hevaltîyê û pêşketina civakî ye. Qazaxistan, bi serketinên xwe yên siyasî, aborî û çandî, îro wek welatekî ewle û pêşveçûyî di nav cîhanê de tê naskirin. Ji bo gelê Kurd yên ku li ser axa Qazaxistanê dijîn, ev roj jî nîşana hevnasî û dostanîya li nav gelan da ye, ku bi rûmeta mezin li Komara Qazaxistanê da dijîn.

Bi dil û can em pîroz dikin Roja Komara Qazaxistanê!

Barbang Info

Комментарии