Rêxistina Mafên Mirovan: Îranê îsal herî kêm 1000 kes îdam kirine

Автор Асан Джалилов

 Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHR) ragihand ku Komara Îslamî ya Îranê îsal herî kêm 1000 kes îdam kirine. Li gorî rêxistinê, ev hejmar di 30 salên dawî de ya herî bilind e. Rojane zêdetirî 9 kesan tên îdamkirin. Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ku navenda wê li Norwecê ye derbarî îdamên li Îranê raporek belav kir. Di raporê de hat destnîşankirin ku tenê di hefteya borî de 64 kes hatine îdamkirin ku ev yek tê wateya rojane zêdetirî 9 îdaman.

Dadgehkirinên çend xulekî

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê diyar kir ku piraniya kesên hatine îdamkirin bi tohmetên têkildarî madeyên hişbir hatine mehkûmkirin. Li gorî rêxistinê, ev biryar piştî «dadgehkirinên çend xulekî» li dadgehên şoreşê tên dayîn ku ti standardên darizandineke adilane li ber çavan nagirin. Birêvebirê Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê Mehmûd Emîrî Muqedem, ev pêla îdaman wekî «tawana li dijî mirovahiyê» bi nav kir û xwest civaka navneteweyî bertekeke lezgîn nîşan bide. Mehmûd Emîrî Muqedem her wiha hişyarî da û got, «Komara Îslamî îdamê wekî amûrekê ji bo çêkirina tirsê û kontrolkirina civakê bi kar tîne.»

Комментарии