Navê akademîsyen û profesorê navdar ê kurd Nadirê Keremê Hacî Nadir ango Nadîr Nadîrov, piştî mirina wî bi şeş mehan li înstîtuyeke mezin a li Qazaxistanê hate kirin.
Li bajarê Atraûya Qazaxistanê, navê akademîsyen û profesor Nadîr Nadîrov li Îstîtûya Petrol û Gazê hate kirin. Li gorî ragihandina serkarên înstîtuyê çapemeniya qazaxan, bi biryara Serokomarê Qazaxistanê Kasim Comert Tokayev navê Nadîr Nadîrov li saziya navdar a zanyariya petrol û gazê hatiye kirin.
Divê bê gotin ku Nadir Nadirov, sala 1975ê di dema Dinmukhamed Kunaevê Serokomarê Qazaxistanê yê Dema Yekîtiya Sovyeta Sosyalîst de, bi fermana Serokomar, li bajarê Atraûyê li heman înstîtuyê beşê petrol û gazê vekiriye û li wir serkariya vê beşê kiriye.
Herdu kurên Nadîr Nadîrov; Barî Nadîrov û Dîma Nadîrov jî li bajarê Atraûyê beşdarî merasîma navlêkirina bavê xwe ya li ser înstîtûyê bûn, ji bo vê yekê kêfxweşiya xwe eşkere kirin û spasiya beşdar û serkaran kirin.
47 sal piştî xebata pêşî ya Nadirov li Atraûyê û 6 meh piştî wefata wî, navlêkirina wî ya li heman dezgeha zanyariyê, wekî hurmetdayîna kar û xebatên wî yên bêhempa ji bo ilmê Qazaxistan û dinyayê tê nirxandin.
Nadîr Nadîrov sala 6ê Rêbendana (Çileya) 1932yê li Qîqaça Nexçîvana Ermenistanê hatibû dinyayê û 24ê Tebaxa 2021ê li Alma Ataya Qazaxistanê rehma Xwedê kiribû.
Şayanê gotinê ye ku Nadir Nadirov di nav qazax û rûsan de wekî “Mareşalê Petrol û Gazê” dihate naskirin. Ew xwediyê gelek xelat û madalyayên dewletê ye. Nadîrov heta niha bi dehan kitêb nivîsandine, bi sedan gotarên wî yên zanyariyê hene û xwediyê zêdetirî 200 patentên zanyariyê ye.
Salih Kevirbirî