Barbang.info
  • Aborî
  • Civak
  • Siyaset
  • Cîhan
  • Werziş
  • Zanist
  • Çand
  • AGQ
  • Ziman biguherînin
    • Kurdî
    • Русский
    • Қазақ
Barbang.info
  • Aborî
  • Civak
  • Siyaset
  • Cîhan
  • Werziş
  • Zanist
  • Çand
  • AGQ
  • Ziman biguherînin
    • Kurdî
    • Русский
    • Қазақ
Barbang.info
Barbang.info
  • Aborî
  • Civak
  • Siyaset
  • Cîhan
  • Werziş
  • Zanist
  • Çand
  • AGQ
  • Ziman biguherînin
    • Kurdî
    • Русский
    • Қазақ
©2025 — barbang.info
Civak

Helbestvanê navdar Ehmed Huseynî koça dawî kir

Автор Асан Джалилов 12/03/2026
Автор: Асан Джалилов 12/03/2026 56 просмотры
Ehmed Huseynî / Wêne: Rûdaw
56

Helbestvanê Kurd ê navdar Ehmed Huseynî îro li Stockholma paytexta Swêdê di 71 saliya xwe de koça dawî kir. Ehmed Huseynî ev 3 sal bûn ku li dijî nexweşiya penceşêra pişikê li ber xwe dida. Ehmed Huseynî 1955an li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bû. Wî qonaxên xwendina seretayî, navendî û amadehiyê li bajarê Amûdê qedandin. Paşê wî berê xwe da Şamê û li Zanîngeha Şamê beşa felsefeyê xwend. Lê belê di dema desthilata Beasê de rê nehat dayîn ku ew bi dîplomaya xwe bixebite. Ew neçar ma ku karên din bike û wekî gelek ciwanên Kurdên berê xwe da koçberiyê.

Bû serokê HRRKyê

Ehmed Huseynî sala 1989an çû Swêdê û li wê derê bi cih bû. Ehmed Huseynî 2004an li Ewropayê beşdarî damezirandina Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) bû û piştre jî bû serokê wê. Piştî ku Rojavayê Kurdistanê ji bin kontrola hikûmeta Sûriyeyê derket, ew sala 2016an vegeriya axa xwe û li wê derê bi cih bû.

Bandoreke mezin li ciwanan kiribû

Sala 2023yan hat zanîn ku Ehmed Huseynî bi nexweşiya penceşêra pişikê ketiye û ew ji bo tedawiyê careke din vegeriya Swêdê. Piştî têkoşîna 3 salan a li hemberî penceşêrê wî îro (10ê Adara 2026an) li Stockholmê xatir ji jiyanê xwest. Helbestvanê navdar di jiyana xwe de 15 dîwanên helbestan nivîsandine û bi berhemên xwe bandoreke mezin li helbestvanên Kurd ên ciwan kiriye.

RÛDAW

0 комментарии 0 FacebookTwitterPinterestVKOdnoklassnikiWhatsappTelegramSkypeThreads

Pêşangehek ji hunermendê Kurd Omran Şêxmûs li Almatiyê...

JI BO HEŞTÊ ADARÊ

Rola Dayikan li Mala Dostaniyê ya Almatiyê Hate...

ROJNAMEVAN Û DÎPLOMAS HESENÊ QEŞENG ÇÛ BER DILOVANYA...

Hevpeyvîn bi Nadir Nadirovî re

MÊRXASÊ WELATÊ SOVÊTÊ SEMENDÊ ELÎ SÎABENDOV

Dayika çanddar — zarokên çanddar

Mirovekî ku jiyana xwe pêşkêşî zanebûnê kirîye

Kurdên li Gurcistanê di bin gefa asîmîlasyonê de...

Ji bona 100 salîya Mîkayêlê Reşîd

  • WEZÎRÊ NADIRÎ – NAVÊ NEBÎRKIRÎ

    07/02/2026
  • Rola Dayikan li Mala Dostaniyê ya Almatiyê Hate Gotûbêjkirin

    19/01/2026
  • Toqayêv: Divê Qazaxistan hukimdarîya Serokatiyê ya xurt biparêze

    25/10/2025
  • Toqayêv pêşnîyara guherandina nêzîkî 40 madeyên Qanûna Bingehîn wekî beşek ji reforma parlamentoyê kir

    14/10/2025
  • Li Weşanxaneya Lîs pirtûka Mirazê Cemal «KESKESORA ÇÎYA» neşir bû.

    09/10/2025
  • ROJNAMEVAN Û DÎPLOMAS HESENÊ QEŞENG ÇÛ BER DILOVANYA XWEDÊ

    14/01/2026
  • GULÎYÊN TE

    24/01/2026
  • Xwedîyê kurmancîya dewlemend

    08/01/2026
  • Rewşenbîrê xudanşuret, lê bextreş

    24/02/2026
  • Tragedya, Kelepor, Dîrok û Dengbêjî

    03/01/2026

Barbang.info — întêrnêt-rojnama serbixwe ya kurdên Qazaxistanê ye. Ew li Almatê diweşe.

  • Derbarê projeyê de
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Prensîbên ji bo bikaranîna materyalan
  • Qazaxistan. Almatî
  • Tel: +7 775 453 64 25, +7 775 142 1496‬
  • Reklam: barbang.info@mail.ru
  • barbang.info@gmail.com

©2025 — barbang.info

Facebook Youtube
Barbang.info
  • Общество
  • Политика
  • Экономика
  • Мир
  • Спорт
  • Наука
  • Культура
  • АНК
  • Выбрать язык
    • Русский
    • Қазақ
    • Kurdî